Selena Dêrik
Di her serdemekê de jin her tim di şer û pevçûnan de bûye qurban. Di bin navê namûsê yan jî bi rê û rêbazên cuda hatiye çewisandin û jiyana wê hatiye reşkirin. Weke mirov jî nedihat hesibandin.
Jin hebûneke xwedî hest, fikir û îrade ye, lê pir caran kesî ev milê wê nedidît yan jî ji nedîtî ve dihatin. Tişta her tim ji bo kesên xwedî zîhniyeta serwer dihat xuyakirin ew bû ku jin weke barekî ye, nîşaneya xerabiyê ye.
Ew mirova xwedî li jiyanê derdiket û civak bi saya wê li ser piyan disekinî, hatibû rewşeke bîstûçar saetan kar bike, divê neweste û timî zarokan bîne dinyayê. Êdî ferqa jinê û makîneyekê ji hev nebû. Her çendî hin serdem ji yên dîtir cudatir bin jî, her tim di jiyanê, rêzik û biryarên serweran de jin tine bû. Weke zindiyeke ji her tiştî mehrûm dihat hesibandin. Jin tevî kedkara her mezin e jî dihat paşguhkirin. Di cîhanê de pir kesayetên girîng û navdar hene ku li pişt serketina wan teqez jin hene. Lê ew jina timî diafirîne, ava dike, bi rêk û pêk dike li pişt perdeyan dihat hiştin.
Bi derketina kapîtalîzmê re her çendî jin ji hinek qaliban hatibe derxistin jî, rastî tiştên ji demên berê xirabtir û qirêjtir hatiye. Eger mirov bêjin, “Rewşa jin niha li welatên kapîtalîst dijîn baş e. Jin di artêşên dewletan de eskeriyê dike, di saziyên dewletê de dixebite,” ew mirov xwe dixapînin û di nav xefleteke mezin de ne. Ji ber jin li wan deveran qet ne bi îradeya xwe dixebite. Sîstema mêrê serwer li gor xwe jinê bi rê ve dibe. Ango sîstema serwer asta jinê û karê wê diyar dike. Jinê weke medayekê bi kar tîne. Jin di nav vê pergalê de li mal, dibistan, kar û xebatê de rastî neheqiyeke pir mezin tê û timî piştî mêr tê dîtin. Jinên kedkar di nav şert û mercên pir giran de bi mûçeyekî ji yê mêr pir kêmtir tê xebitandin.
Rêbertî hê di zarokatiya xwe de rewşa jinê baş tehlîl dike û ji bo peydakirina çareseriyên di vê mijarê de tim di nav lêgerînan de ye. Rêbertî her tim li ser mijara azadiya jinê ji her kesî cudatir difikire. Têkildarî jinek wê çawa bibe xwedî îrade? Wê çawa bibe xwebûn û nebe aîdî kesekî din? ket nav lêhûrbûnan. Rêber Apo ew hêza ku jin dikare pêşengtiyê bike didît. Li ser vê esasê bi avakirina PKK’ê re û hê di dema koma Apoyiyan de Rêbertî dixwest hevalên jin tevlî nav tevgerê bibin û xwe pêş bixin. Rêbertî di mijara azadiya jin, pêşxistina îrade û hêza wê de dest bi gavavêtinên nû kir. Rêber Apo destnîşan kir ku azadiya jin ji azadiya welat girîngtir e.
Bi hemleya Pêngava 15’ê Tebaxê re êdî jinan jî berê xwe dan çiyayan. Her çiqasî ji ber hinek ferasetên tesfiyekar rastî zor û zehmetiyan hatibin jî, bi mudaxeleyên Rêbertî û bi îradeya jinên weke heval Sara yên di Zindana Amedê de tif li rûyê zalim û faşîstan kir, bi sedan jinên leheng ên mîna (Binevş Agal) Bêrîvan ên di çalakiyan de bi ruhekî fedaî şer dikirin, bûn çira û rohniya rêya hevrêyên xwe. Her çû li her qadên têkoşînê rêxistinbûna jin xurt bû û tevlîbûna hevalên jin a Tevgera Azadiyê zêdetir bû.
Hevrê Besê Anûş Adara 1981’ê di şerekî li hember dewleta Tirk a dagirker de li Mereşê weke yekemîn şehîda jin a di nav refên PKK’ê de tevlî karwanê nemiran bû. Dîsa Ezîme, Xanim Yaverkaya, Rahîme Kahraman, Sultan, Bêrîvan di şexsê xwe de ji bo hemû jinên bindest û bi taybet jinên Kurd bûn şoreşgerên Apoyî yên avakirina jiyaneke bi rûmet. Ew şehîdên Tevgera Azadiyê bûn sembola jinên wêrek û berxwedêr. Xeta azadiya jin bi têkoşîn û berxwedana xwe pêş xistin.
Sala 1993’yan piştî şehadeta heval Bêrîtan di nav hêzên gerîla de yekîneyên xweser ên jin hatin avakirin. Ev li ser esasê tehlîl, bîrdozî û ramanên Rêber Apo bû. Heval Bêrîtan a 25’ê Mijdara 1992’yan ji bo nekeve destê hevkar û xayînan heya guleya xwe ya dawî şer kir û xwe di kendalan de avêt xwarê, yek ji pêşenga Tevgera Azadiya Jin û artêşbûna wê. Ev tevger û artêşa jin hêza herî esasî ya avakirina kesayeta jina azad û nasnameya wê ye. 30’ê Hezîrana 1996’an jî heval Zîlan li Dêrsimê xwe kir bombe û dilê dagirkeriyê de teqiya.
Rêbertî îşaret bi vê yekê kir û got “Avakirina civakeke demokratîk bê jin nabe. Jin lingekî esasî yê civakê ye.” Ev civaka demokratîk wê bi pêşengiya jinê pêş bikeve. Jinên şoreşger û Apoyî wê her tim bi rola xwe rabin û civakê rêxistin bikin.
Rêber Apo yê 27 sal in li girava Îmraliyê ye di nav şert û mercên herî zehmet de jî bi fikir û perspektîfên xwe yên têkildarî têkoşîna jin û azadiya wê de hêz, moral û îlhamê dide hemû jinan. Di têkoşîna PKK’ê ya nêzî 50’î salî de, di şexsê jinên şoreşger Besê Anûş, Ezîme, Bêrîtan, Bêrîvan, Zinarîn, Zîlan, Sara û Delalan de îro jinên Kurd ji bo hemû gelên bindest û jinên azadîxwaz de bûne hêviya, “Êdî avakirina jiyaneke wekhev, azad û bêzext mimkun e.” Ev teqez wê li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ava bibe û pêş bikeve.
Jinên Rojhilata Navîn û cîhanê niha xwe bi paradîgmaya Rêbertiyê perwerde û rêxistin dikin. Tevgera Azadiya Jin belavî her derê bûye. Jinên şoreşger bi Yekîneyên Parastina Jin pêşengtî ji şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma, “Jin Jiyan Azadî” jinan mohra xwe li dîroka berxwedana jinan xistin.
Di dîrokê de cara yekem bi têkoşîna PKK’ê re yekîne, tevgerên parastin û azadiya jinan bi awayekî xweser hatin avakirin. Jin li her qadê bi rengekî aktîf cihê xwe di nav têkoşîna mirovatiyê de digirin û ji her kesî re diyar dikin ku beyî jin ti civak, rêxistin û sazî nagihîjin armanca xwe. Ev tevahî geşedan û pêşveçûn bi fikir û keda Rêbertiyê li her qadê derketin holê. Jinan li her derê Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê hêz, îrade û vîna xwe dan nasîn.
Bi kurtasî em dikarin bêjin ku jin berê weke guleke çilmisî bû. Bi keda Rêbertî û PKK’ê ew gul ji nû ve vebû, bû xwedî rengekî welê ku bala her kesî bikişîne.