Thursday, June 5, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Tirkiyê bi wêrekî nêzî pêvajoyê nabe’

03/06/2025
in NÛÇE
A A
‘Tirkiyê bi wêrekî nêzî pêvajoyê nabe’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Endamê Rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk, Ebdilkirîm Sarûxan da zanîn ku Tirkiyê bi guman û bêwêrekî nêzî pêvajoyê dibe û got, “Bi banga dîrokî, Rêber Apo bû aktorê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Divê dewleta Tirk jî gavan bavêje ji bo pêvajo beravêtî nebe.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rojeva herî ku li ser asta Kurdistan, Tirkiyê û Tevahiya cîhanê tê nîqaşkirin e. Li milekî banga Rêber Apo, nameyên wî, êrişên li ser PKK’ê û ji milekî din ve çavdêriya tevahiya aliyan di mijara gavavêtina Tirkiyê ji bo pêvajoyê. Derbarê heman mijaran de endamê Rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk, Ebdilkirîm Sarûxan bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

 Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk heya çi radeyê bandor li tevahiya cîhanê kir û guhertin bi xwe re anî?

Bangewaziya ku Rêber Apo di 27’ê Sibatê de kir, gaveke pir girîng û dîrokî bû, ev bang jî di encama têkoşîna 50 salî de pêk hat. Rêber Apo ji bo civakeke azad û demokras, hem jî çareserkirina pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê gelek salan têkoşiya. Li aliyekî dewlata Tirk di serî de Devlet Bahcelî yê herî nijadperest û wî qet rojekê qebûl nedikir ku peyva ‘Kurd’ were gotin, anî ziman ku bila aştî di navbera Kurd û Tirkan de çêbibe. Ev gotin û helwestên Devlet Bahcelî ji ramanê Rêber Apo bûn, ji salên 1990’î ve Rêber Apo ramana aştî û dawîkirina şerê çekdarî daye destpêkirin, lê dewleta Tirkiyê qebûl nedikir û ti serok yan pêşengên Tirkan ne wêrek bûn ku xwe bixin bin vî barê giran. Lê herî dawî ew jî ketin wê baweriyê ku divê pêvajoyeke aştiyê dest pê bike. Bi banga ku Rêber Apo da, ruxmî ku di nav dîwarên zindanê de ye, dikarîbû rewşa Tirkiyê bide guhertin û bandoreke mezin li cîhanê bike. Bi banga Rêber Apo re Neteweyên Yekbûyî daxuyanî da û got Rêber Apo gaveke baş avêt ku bangeke bi vî rengî kir. Di heman demê de jî dewletên din weke Almaniya, Ferensa, Birîtaniya, Amerîka, Rûsya û hin dewletên Ereban jî daxuyanî dan. Êdî bi riya daxuyaniyan tekez bû ku ramanên Rêber Apo di warê lêgerîna çareserkirina pirsgirêkan de xwedî kesayeteke bi bandor e herwiha dikare bibe rêbeberê çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn.

Tevî banga Rêber Apo û lidarxistina Kongreya 12’an a PKK’ê jî hîna êriş li ser Qadên Berxwedanê ji hêla artêşa Tirk ve tên domandin, gelo sedem çi ye?

Li Tirkiyê gelek alî hene, hin ji wan alîgirê çareseriyê ne û hin ji wan alîgirê xerabiyê hen û naxwazin ev pêvajo negihêje serî pê re jî şer bidome, ev alî li berjewendiyên xwe digerin. Yên ku xizmetê di pirsgirêkên di navbera Kurd û Tirkan de dibînin, naxwazin pêvajo biencam bibe, ji ber wiha em dibînin ku hîna êriş li ser PKK’ê hîna ranewestiyaye. Rawestandina şerê li ser Qadên Berxwedanê jî gaveke girîng e ku divê hikumeta Tirkiyê Bavêje. Dewleta Tirk bi dirêjahiya sedsalê xwest gelê Kurd qir bike, lê planên wê tev vala derketin, berevajî vê Kurdan parastina xwe kirin û karîbûn bibin xwedî proje û nerîn. PKK’ê bi pêşngtiya Rêber Apo di gelek pêlan re derbas bû û di Rojhilata Navîn de bû aktoreke hêzkar, li dijî DAIŞ’ê, şerê dagirkeriya Tirk û planên li dijî wê hatin meşandin, berxwedaniyeke mezin kir. Dewleta Tirk gelek hêzên navdewletî bi ser xwe de kişandin û bi navê terorê şerê PKK’ê kir, bi dirêjahiya têkoşîna PKK’ê re, dewleta Tirk nikarîbû vê tevgerê û gelê Kurd tune bike. Lewma hikumeta Tirkiyê ji lewazbûna xwe û rewşa Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, neçar bû ku tevlî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû.

Ji bo encamkirina pêvajoyê pêwîst e dewleta Tirk çi gavan bavêje?

PKK’ê êdî bi Kongreya xwe ya 12’an xwe fesix kir, ev yek jî li ser banga Rêber Apo bû, êdî Rêber Apo û PKK’ê erka xwe pêk anîn, niha jî top li cem Tirkiyê ye ku gavan ber bi wê ve bavêje. Di serî de divê hikumeta Tiriyê destûrê xwe biguherîne û li gorî destûrekî nû tevbigerin, li aliyekî din jî deriyê diyalogê bê vekirin, şer êrişên li ser çiyayên Kurdistanê bi dawî bibin da ku kadroyên PKK’ê xebata xwe ji qada leşkerî veguherîne qada siyasî û diplomasî. Dewleta Tirk ji bo gavavêtin gelekî giran tevdigere û ew bi wêrekî nêzî pêvajoyê nabe û nayê guhertin, lê divê Tirkiyê baş bizanibe ku dema guhertinê hatiye, pêlên guhertinê di Rojhilata Navîn de bi lez tevdigerin, eger dewleta Tirk ne li gorî van guhertinan bimeşe, wê Tirkiyê parçe bibe û lawaztir bibe, ev pirsgirêka serokên dewletên Rojhilatî ne, desthilatdar in û gelekî berjewendîparêz in. Kurd parçebûnê naxwazin, daxwaza wan jiyaneke demokrasî ye ku hemû mafê wan tê de parastî be, lewma jî da ku pêvajo bi ser bikeve divê dewleta Tirk siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan biguherîne. Kurd nema Kurdên berê ne, eger di serdemên bûrî de hikumeta Tirkiyê dikarîbû gelê Kurd bixapîne îro nikare, eger planên  xapînok bimeşîne ew ê bi bin bikeve, ji ber ku doza Kurdî li hemû cîhanê hatiye naskirin, hem jî alîgirên gelê Kurd li ser asta cîhanê çêbûne. Eger dewleta Tirk gavan ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demoratîk neavêje wê ev pêvajo beravêtî bibe, pêwîst e gav ji hêla Tirkiyê bên avêtin û dewletên navbênkar bi awayekî fermî di navbera Kurd û Tirkan de mîsaqeke fermî derxin.

Post Views: 25
ShareTweetPin

Herî Dawî

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê xwe fêrî xweşikbûn û zanistê bikin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.