Lîloz Hisên/Qamişlo
Ji bo pêşxistina û belavkirina çanda parastina jîngehê û girîngiya wê li ser asta cîhanê, her sal di 5’ê meha Pûşberê de li tevahî cîhanê Roja Jîngehê ya Cîhanî tê pîrozkirin û çalakiyên cûr bi cûr tên lidarxistin.
Tevî ku qirkirina jîngehê sûceke, hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe yên aborî bi awayekî sîstemekar jîngehê qir dikin û jiyana zindiyan dixin xeterê. Di van deh salên dawî di jîngehê de gelek agir û birîna daran hate kirin, ev yek berovajî bandoreke neynî li ser tevahiya cîhanê dike û jiyana hemû zindiyan herwiha gerestêrkê dixe xeteriyê de.
Roja Jîngehê ya Cîhanî
Di sala 1973’yan de ji bo parastina jîngehê Neteweyên Yekbûyî (NY) di kongreya Stokholmê de 5’ê Pûşberê weke roja jîngehê raghand. Heta roja îro salane jîngehparêz bi armanca parastina jîngehê di vê rojê de çalakiyên cûr bi cûr li dar dixin. 53 sal piştî diyarkirina roja cîhanî ya jîngehê derbas dibe, niha cîhan bi gelek pirsgirêk û qeyranên jîngehê dinale ku bûne metirsiya herî mezin li ser siberoja mirovahiyê.
Armanca raghandina Roja Cîhanê ya Jîngehî
Armanca raghandina vê rojê zêdekirina hişyarkirina cîhanê ye bi hiliwşandina jîngehî ya zêde û bandora çalakiyên mirovî yên neynî li ser gerestêrkê, herwiha taşwîqkirina xebata kesayetî û komî ji bo girtina gavên erênî ber bi parastina jîngehê û misogerkirina pêşerojeke berdewam.
Rûdana agir di daristanan de
Di sala 2025’an de, li seranserî cîhanê gelek herêm rastî rûdana şewitandina daristanan hatin, weke Başûrê Kalîforniya, Kûriya Başûr, Îsraîl û Keneda di encamê de gelek qurbaniyên mirovahî û madî çêbûn. Herwiha gelek parçeyên din ji cîhanê weke hin herêmên Erebî û Cezayîrê jî şewat derketin.
Li kêleka rûdana agir jî, birîna daran gelek serdeste li gelek herêman nemze li herêmên şer û pevçûnan weke Sûriya, Yemen û Lîbyayê û hwd.. bi armanca bazirganî, guhertina demografiya herêmê an jî ji bo qedandina rewşa jiyanî weke germkirinê di werzê çile an ji bo çêkirina xwarinê û gelek sedemên din tê bikaranîn.
Bandora qutkirina daran li ser jîngehê
Kêmbûna Okscînê: Birîna daran dibe sedema kêmbûna daran di encamê de gaza Okscînê kêm dibe.
Qirêjiya hewa: Birîna daran rêjeya karbondîoksîtê di hewayê de zêde dike.
Xeteriyê li ser ajalan dike: Birîna daran jîngeha ajalan wêran dike û di encamê de ji ber nebûna xwarinê dimrin.
Bandora bermahiyên şer li ser Sûriyê
Ji ber rewşa şer a ku li Sûriyê çêbû, jîngeha Sûriyê ber bi qirkirinê ve diçe, bi taybet li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êriş, bermahiyên şer û qutkirina avê rewşa jîngehê metirsîdar e. Hertwiha li Sûriyê ji ber bikaranînan madeyên kîmyawî di êrişan de jîngehê zerareke mezin dît. Di pêşerojê de jî wê ev madeyên ku di êrşan de hatine bikaranîn, bandora wan ya neyênî li ser jîngehê hebe.
Sedemên qirêjiya jîngehê
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, li gorî hevseroka Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Basma Mihemed, Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo paqijkirina jîngehê ji gemar û bermahiyên şer gelek rêbazan digere. Dermankirinên biyolojîkî bikaranîna mîkro-materyalên taybetî hene, ji bilî wê karanîna teknîkên dermankirina kîmyewî û fîzîkî yên nûjen ji bo rakirina hêmanên jehrîn ji av û axê, ku Desteya Jîngehê niha ji bo herêmê li ser dixebite.
Herwiha hin qirêjî hene ku welatî li herêma me niha wekî alternatîfên elektrîkê bikar tînin, wekî jenerator, rafineriyên petrolê yên herêmî (şewitan), şewitandina çopê yên bêserûber û neqanûnî û birîna daran ku li Efrînê ji hêla çeteyên dewleta Tirk tê kirin, ku di encamê de bandorek mezin li ser jîngehê û hevsengiya wê dike.
Şewitandina bêserûber ji ber berdana madeyên jehrîn ên wekî dîkson bandorek xerab li ser jîngehê dike, ev made ji ber xebitandina bêserûber a şewitandinê dibin sedema qirêjiya ax û ava binê erdê. Îro em êşê ji vê pirsgirêkê dikişînin, şewitandin hîn jî li kantonên Cizîrê û Firatê têne bikar anîn, ku bandorek mezin û rasterast li ser jîngehê kiriye. Dûmana ji erebeyan, kargehan, jeneratoran û çavkaniyên din jî bandorekê li germbûna gerdûnê dike.
Qutbûna elektrîkê bandorek ji sedî 70li ser jîngehê kiriye, ku di encamê de hişkesalî, çolbûn û kêmbûna qadên kesk çêbûye. Wekî din hedefgirtina dagirkeriya Tirk ji binesaziya herêmê, wekî sektorên tenduristî, perwerde û xizmetguzariyê bi taybetî qutkirina avê û astengkirina stasyona Elûkê, ku damara sereke ya herêmê ye, bi taybetî ji bo kantona Hesekê û gundewarê wê.
Rola Desteya Jîngehê di peydakirina çareseriyan de
Basma Mihemed piştrast kir ku Desteya Jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şopandin û nirxandina rewşa jîngehê û şopandina çavkaniyên qirêjiyê, wek şewitandina bêserûber a bermayiyan, bermayiyên kargehan û jeneratoran, gelek xebatan dide meşandin.
Her wiha kalîteya hewa û avê dişopîne, kampanyayên çandina daran û paqijkirinê dide destpêkirin, rojên dilxwazî rêxistin dike da ku çopê ji park û taxan rake û daran biçîne ji bo kêmkirina çolbûnê û hişmendiya civakê zêde bike. Wekî din welatiyan teşwîq dike ku enerjî û sotemeniya alternatîf bikar bînin, bi hevrêziya rêxistinên civakî û sivîl û bi hevkariya rêxistinên navneteweyî ji bo piştgiriya projeyên enerjiyê û avakirina stasyonên dermankirina avê.
Kampanyayên çandina daran wekî rêbazek ji bo başkirina jîngehê li herêmê
Ji aliyekî din ve, di demên dawî de ji ber wêrankirina binesaziya herêmê û birîna daran ji aliyê çeteyên Tirk ve, bi taybetî li bajarê Efrîna dagirkirî, her wiha ji ber zêdeçêrandinê, êş kişandiye. Desteya Jîngehê gelek kampanî dan destpêkirin da ku daran biçîne û nebatan zêde bike, ku roleke wê mezin di başkirin û pêşxistina jîngeha civakî ya herêmê de dilîze. Kampanî park, rê û çerxerê û her wiha li gundan hedef girtin. Kampanî gelek deverên kantonên Cizîrî û Firatê, bi taybetî deverên bandor lê hatin e kirin li kantona Cizîrê, ku ji ber kêmbûna avê zirar lê çêbûye.
Piraniya darên hatine çandin darên (Heracî) bûn li deverên ku ava binê erdê ya şor tê de heye, nemaze li herêma Cizîrê û çolê, ji ber ku ev dar dikarin li hember tîbûn û ava şor herwiha dikarin li hember şert û mercên avhewayê jî li ber xwe bidin. Hin darên fêkiyan jî li kantona Firatê hatin çandin, wek (zeytûn, tû, behîv, akasya, kîna û sinûber). Darên Mozê jî wekî tecrûbeyekê li herêmên Tebqa û Reqayê hatin çandin, û ew serketî bû.
Armanca sereke ya Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya van kampaniyan ew e ku ji bilî parastina jîngehê, rûbera nebatan zêde bike. Dar ne tenê ji bo dîmenên xweşik in, lê di heman demê de ji bo paqijkirina hewayê û anîna ewr û baranê jî ne. Ji bo misogerkirina vê yekê, Desteya Jîngehê kampanyayên çandina daran didomîne. Her wiha projeyên ji bo sala 2025’an hene ku deverên ku dar lê hatine birîn hedef digirin û çandina daran zêde bikin.






