Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêvebera SZK’ê ya bajarê Helebê Sarî Koşan tekez kir ku armanca wan ji derxistina Kovara Hozar ew e ku hemû kes ji agahiyên derbarê ziman û wêjeya Kurdî de sûdê bigrin.
Saziya Zimanê Kurdî SZK’ê ya bajarê Helebê ji bo xurtkirina zimanê kurdî bi hemû hurgiliyên wê û taşwîqkirina çanda xwendinê di nava ciwanan de, kovareke bi zimanê kurdî bi nave (Hozar) derxist, tê de mijarên wêjeyî, mijarên cihêreng û cur bi cur tên weşandin.
Derbarê vê mijarê Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Helebê Sarî Koşan ji rojnameya me re axivî.
Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî Sarî Koşan diyar kir ku armanca SZK’ê ya bajarê Helebê ji derxistina vê kovarê ew e ku her kes ji agahî û zaneyên girêdayî ziman û wêjeya kurdî sûd bigirin û wiha domand: “Em dixwazin naverokekê peya da bikin da ku xwendevan zêdetir ziman û wêjeya kurdî fêm bikin, herwiha sûd girtin di vir de tê wateya pêşxisitina jêhatiyên ciwanan di aliyê çandî û ziman de herwiha zanîneke xurt li ser mîrateya kurdî bidest bixin.”
‘Kesên bi zimanê kurdî mijûl dibin karin tevlî weşanê bibin’
Sarî Koşan diyar kir ku çi kesên ku bi zimanê kurdî mijûl dibe hem xwendekar hem mamoste an nûnerê ji saziyên giştî û taybet karin tevlî kovarê bibin û berhemên xwe parve bikin û wiha anî ziman: “Hin nivîskar hene bi awayekî domdar berhemên xwe di weşanê de parve dikin, hin nivîskar jî li gorî mijûlbûnên xwe berhemên xwe ji me re dişînin. Ev yek dihêle ku pirrengiya di beşdarbûnê de dewlemendiya çandî zêde bike û têgihîştina ziman û wêjeya Kurdî kûrtir dike.”
Dema derxistina weşanê
Sarî Koşan diyar kir ku ew hewil didin ku weşaneke mehanê derxînin û wiha domand: “Ji xwe weke her projeyeke ku dest pê bike astengî û pirsgirêk derdikevin, astengiyên ku me kişandin destpêkê yên teknîkî û çapkirinê bûn. Hejmara 1’ê ya kovarê di meha Sibatê de û ya 2’yê jî di meha Adarê de hat weşandin.”
Di dawî de Sarî Koşan wiha got: “Em vê kovarê diyarî hemû kesên ku ji zimanê Kurdî hez dikin û bi wêje û nasnameya wê serbilind in. Zimanê dayikê ne tenê amûrek ragihandinê ye; ew koka tevlîbûnê, bîra gelekî û ruhê çandê ye. Em hêvî dikin ku ev xebat dê bibe bingehek biçûk di avakirina hişmendiyeke berfirehtir a zimanî û wêjeyî de, bi taybetî di giyanê xwendekarên me de, ji ber ku ew hêviyên me ne ku em ji bo pêşketina wan vê xebatê hildigrin ser xwe.”