Tuesday, June 3, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Mafê Hêviyê hatiye îmzekirin û divê Tirkiyê bixe meryetê’

01/06/2025
in ROJEV
A A
‘Mafê Hêviyê hatiye îmzekirin û divê Tirkiyê bixe meryetê’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Endamê Rêveberiya Insiyatîfa Sûrî a Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur da zanîn ku pêvajoyên ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo hatine destpêkirin, bi xwe re encamên gelek mezin li ser asta navnetewî ava kir. Her wiha Munzur tekez kir ku ji bo gihîştina çareseriyê divê Tirkiyê bi awayekî lezgîn guhartinan di destûr de çêbike.

Bi geşedan û rêveçûnên di Kurdistanê de, banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk”, herwiha Kongireya Partiya Karkerên Kurdistan de; hatine dîtin re. Ti gav ji dewleta Tirkiyê girêdayî çareseriya siyasî û azadiya fîzîkî a Rêber Apo de nehatin dîtin. Têkildarî van mijaran Endamê Rêveberiya Insiyatîfa Sûrî a Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Bi banga Rêber Apo re gelek guhartin hatin dîtin. Di aliyê azadiya fîzîkî a Rêbertî û mafê hêviyê de çima tu gav ji aliyê dewleta Tirk ve nehatine avêtin?

Di destpêkê de Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêke Kurd di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Di vê mijarê de PKK’ê bi hemû tevger û hêza xwe ev banga dîrokî pêşwazî kir û qebûl kir. Li ser wê bingehê Kongreya xwe a 12’emîn li darxistin, bi vê kongrê re biryarên dîrokî hatin dayîn. Yek ji girîngtirîn biryaran  jî helkirina heykela PKK’ê û danîna çek bû. Helbet ev her du biryar jî wê li hember wan hin misogerî ji aliyê Tirkiyê ve hebin. Misogeriyên ku erkin li ser Tirkiyê divê pêk bên. Di Banga Rêbertî de jî Birêz Sirri Sureye Under jî di dawiyê de gotiye “Divê zemînê avakirina siyaseta demokrat çê bibe”.

Siyaseta demokratîk çawa ye, yanî êdî gelê me rihet karibê rêxistin û partiyên siyasî ji bo nasmane, azadî û hebûna xwe tekoşîn bike. Ya din guhartina destûr bê çêkirin, êdî mafê gelê Kurd di aliyê destur, ziman û rêvebirina herêmên xwe de hebe. Bi vî rengî dikarin guhartinên berbiçav pêk werin, dema ev misogerî û erk bên bicih anîn, wê demê pêwîstiya rakirina çek.. namîne.

Ji vê bêhtir divê em bizanibin biryara hel kirina PKK’ê li gorî pêvajoyê hat dayîn. Dema PKK’ê hatiye avakirin jî li gorî pêvajoya wê demê xwe birêxistin kir. li hemebr siyaseta înkar û qirkirinê rabû. Dunyayek ku ne ev dunya bû, imperyalîst, proleteriya û sosyalîs hebû. Ê niha rewş hatiye guhartin, zihniyet hatiye guhartin, modernîteya kapîtalîst pir pêş ketiye, teknîk, civak û zanist pêşketiye. Bi van rewşan hemûyan re jî divê guhartin bê çêkirin. PKK’ê jî doz anî vê rewşê ku li pêşiya gelê Kurd têkoşîneke nû heye, doza gelê Kurd bi demokrasiyê û aştiyê bê çareserkirin. Naxwa Rêber Apo û PKK’ê tişta li ser milê xwe kirin û gav avêtin. Heya niha dewleta Tirk çawa nêz dibe divê em bibînin. Di aliyê gotin û xîtabê de, pir baş, erênî û bi piştgirî dinirxîne. Lê di aliyê piratîk de weke ku PKK’ê kiriye; wan nekiriye. Dibe ku hinek zemînên hevdîtinên qanûnî ji Rêber Apo re vekiribin, lê ji vê zêdetir bi awayekî lezgînî divê vexwendina perlamanê bê kirin, bi hev re rûnin û gav bavêjin. Heya niha êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê tên kirin. Ev rewş atmosferekî provakasyonê dide avakirin. HPG’ê di gotina xwe de zelal gotibû eger bi vî rengî bidome zimanê ku ew fem dikin, emê bi wê zimanê biaxivin. Di vê yekê re xuya dibe ku rewşa erê û na ye, Tevgera Apoyî amede ne, lê aliyê din hê ne zelal xuya dike.

Ji vê rewşê êdî ev derfetên dawî ne, Rêber Apo viya tekez dike, ger Tirkiyê vê rewşê çareser nekê, wê hilweşandina Tirkiyê bi doza Kurd be, ger temenê dewletê sed sala, nikare sed saleke din berdewam bike, wê dewleta Kurd çêbibe. Divê em bibînin doza Kurdî a guhartin û îstiqrarê di Rojhilata Navîn de ye.

Girêdayî azadiya fîzîkî a Rêbertî em dikarin bêjin ku li gorî tê xwestin Tirkiyê tevnegeriya ye, ji bo tiştekî bibe xwezayî û asayî, Rêber Apo bi gelê xwe re, siyasetmedara re, bi kesên bandor, ragihandin û Raya Giştî re hevdîtin pêk bîne; divê zagon çêbibe. Divê di perlamanê de ev hemû bên nîqaşkirin û zagon nû bibin. Girêdayî Mafê Hêfiyê divê em bizanibin Raya Giştî û Tirkiyê ev yek îmze kiriye, ji ber Mafê Hêviyê di cîhanê de ya herî zêde heyanî 25 sala ye. Rewşa Rêbertî hemû rêgezên navnetewî derbas kiriye. Lê Tirkiyê vê yekê piratîk nake. Beriya salekê DYE, dadgeha Ewropa û Komîteya Wezîran, salek dabûn Tirkiryê. Ê niha tirkiyê mecbûre qanona xwe biguherîne. Her wiha ji Mafê Hêviyê tenê Rêber Apo sûd jê wernagre bi hezaran girtiyên di zêndanan de ku 30 sal derbas kirine j, wê werin serbest berdan.

Ji bo azadiya fîzîkî a Rêbertî Hemleya demdirêj a “Ji Ocalan re azadî û pirsgirêka Kurd re çareserî” di asta navneteweyî de hat avêtin, ev hemle heyanî niha gihîştiye çi astê û bandora xwe li ser raye giştî û Tirkiyeyê çawa bû?

Bi rastî hemleya “Ji Rêber Apo re azadê û pirsgirêka Kurd re çareserî” di cîhanî de deng veda, ji hemû netew û welatan her wiha rewşenbîr, hiquqnas, zanyar, profesor, xelatên Nobelê tevlî vê hemleyê bûn û gelek çalakî pêk hatin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên di vê çarçoveyê de her berdewam bûn, hemleya îmzeyan, name ji aliyê parêzeran ji bo hemû saziyan hatin şandin, koonferans hatin lidar xistin. Vê yekê bi tayebt hêşt ku çavê dinyayê û a Raya Giştî li ser doza Rêber Apo vebe û nîqaş bikin. Yekîtiya Ewropayê û DYE’yê bi xwe jî gotin divê tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û mafê azadiyê bê dayîn.

Bi vê hemleyê re gelek guhartinên berbiçav û netewî di aliyê piştgiriya azadiya fîzîkî a Rêber Apo de bi xwe re anî. Mînaka wê jî piştî Koonferansa ku li Îtaliyayê çê bûye gelek welatên Ewropî mafê Hemwelatiyê dan Rêbertî yek ji wan jî Îtaliya bû, hemleyên cîhanî hatin çêkirin. Ê bi van hemleyan re li rex felsefeya Rêbertî a ku bûye felsefeyekî ji bo hemû cîhanê û gelên bindest, êdî Rêbertî ne tenê weke Rêberekî gelê Kurd tê dîtin, feylesof, zanyar, têkoşerekî ji bo hemû gelan e. Ev hemleyên cîhanî û pêşveçûnên ku hatine pêşxistin bandora xwe li ser Tirkiyê û siyaseta wê jî kiriye. Di encam de Tirkiyê çû ber deriyê Îmraliyê, mecbûr ma ku danûstandin bi Rêber Apo re bên kirin. Niha Tirkiyê di rewşa gotûbêjê de ye, ihtîmalek mezin heye ku Tirkiyê danûstandinan (Mufawadata) bike.

Hemleya “Ez dixwazim Ocalan re hevdîtin bikim” wê bê destpêkirin girêdana her du kompaniyan û girîngiya wan hûn çawa dinirxînin û erka li ser dewleta tirkiyê çi ye?

Pêngava yekemîn bi awayekî gelek serkeftî hat destpêkirin û encam girt ku gihîşt encama doza Rêber Apo di asta cîhanî de bê nîqaşkirin û ji zîndanê derkeve her wiha vê pêvajoyê bi rêve bibe. Pêngava “Ez dixwazin bi Ocalan re hevdîtin bikim” berdewamiya pêngava giştî ye. Em bala xwe bidinê ku Rêber Apo zêde meseleyên xwe yên şexsî nade pêş di tevahî hevdîtin û danûstandinan de ev tê dîtin, her dibêje çareseriya di navbera dewleta Tirk û Gelê Kurd e.

Di vê demê û şûnda de divê hemleyên giştî û berfirehtir bên destpêkirin. Hemleyên cîhanî ku piştgiriya felsefe û îdeolojiya Rêber Apo bikin; bên orgenîzekirin. Ji ber Rêber Apo ji bo guhartina zihniyeta tevahî pergalên heyî têkoşên dike, îdeolojiya Rêbertî îdeolojiyekî cîhanî ye. ji lewra pêwîste ev pêngav neyên sekinandin. Armanca van pêngavan jî ew e ku konferansên mezin li ser asta cîhanê bên amedekirin, xebatên dîplomasê, siyasî, hiquqî, bîrdozî yên gilobal bêne meşandin ku em vê pêvajoyê bighînin asoyê û zextekî li ser Rêxistinên navdewletî û Tirkiyê bidin avakirin.  Ji ber êdî Tirkiyê di zûtirîn dem de bi erkên xwe li hemebr Azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan rabe.

Post Views: 19
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.