Thursday, June 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bîlançoya şerê Amerîka-Israîl û Îranê… qurbanî bi hezaran e

24/06/2026
in CîHAN
A A
Bîlançoya şerê Amerîka-Israîl û Îranê… qurbanî bi hezaran e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Li gorî hejmarên fermî, bi hezaran sivîl li tevahiya Rojhilata Navîn ji destpêka şerê Amerîka-Israîl û Îranê ve di mehên borî  de, hatine kuştin.  

Raporên fermî ji hêla Îran û Lubnanê eşkere kirin ku zêdetirî 7 hezar û 300 sivîl li her du welatan ji destpêka şer, hatin e kuştin. Di nav de bi sedan zarok û bi dehan ji xebatkarên di sektora tenduristiyê de hene. Di heman demê de bi dehan kes li herêmên cuda hatin kuştin.

Hin lêkolîner dibînin ku dibe ku hejmara qurbanî û kuştiyan ji vê hejmarê zêdetir be. Li gorî rapora ku Ajansa BBC weşandiye pisporan diyar kirin ku ji ber astengiyên li ser enternêtê û medyayê hatine ferz kirin, zehmetî di wergirtina daneyên rastîn li hin herêmên ku komên çekdar tê de çalak in, hene. Ev yek hiştiye proseya belgekirina windahiyên mirovî zehmet bike.

Dr. Ian Overton mûdirê rêvebir yê Rêxistina “Xebata ji bo sînorkirina tundiya çekdarî” ya Birîtanî, dibêje ku dirêjkirina pevçûnan bo çend dewletan dihêle ku hejmara qurbaniya ne temam bin, an jî astengî di lêpirsîna ku bi awayekî serbixwe bê kirin, dirdikeve holê. Wekî din dê bîlançoya dawî ya kuştiyan heya piştî bidawîbûna şer bi guman bimîne.

Îran

Heya meha Nîsanê, zêdetirî 3 hezar û 468 Îranî, di nav wan de 499 jin ji destpêka êrişên Amerîka û Israîlê hetin kuştin. Ev hejmar li gorî daneyên fermî yên hikumeta Îranê ye.

Ev hejmar di nava xwe de 1 hezar û 460 sivîl herwiha 2 hezar û 8 leşker di nava xwe de digre, li gorî ku Ajansa Îranê ya fermi (Îrna) di 26’ê Nîsanê weşandibû.

Lê belê Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan ya ku navenda wê li DYA’ê ye, diyar kir ku bîlançoya li gel wê ji vê hejmarê zêdetir e, hejmara kuştiyan gihaştiye 3 hezar û 636 kesan.

Ajansê di raporekê de ku di 18’ê Gulanê de hat derxist, tê de diyar kir ku ev hejmar di nava xwe de 1 hezar û 701 sivîl, di nav wan de 307 zarok û 1 hezar û 221 leşker digre, wekî din 714 kesên ku nasname û rewşa wan nehatiye pirsîn.

Rêxistinê diyar kir ku divê hejmarên ku wan belge kirine wekî “kêmtirîn asta mutleq” werin hesibandin, ji ber ku gihîştina agahiyên li ser mirinan ji ber zehmetiya gihîştina cihan, qutkirina înternetê ya ji hêla hikûmetê ve û tepeserkirina siyasî, pir sînordar bû.

Skylar Thompson, cîgirê rêveberê rêxistinê, got: “Rayedar bi rêkûpêk agahiyên li ser qurbaniyan vedişêrin û dibe ku zext li malbatan were kirin ku bi eşkereyî li ser şert û mercên mirinê neaxivin.

Rayedarên Îranî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Israîl tawanbar kirin ku di êrişên li seranserê welêt de binesaziya sivîl hedef girtine. Çend lêkolînan gihîştin wê encamê ku êrişeke mûşekî ya Amerîkî di roja yekem a şer de li dibistanekê li bajarê Mînabê xistiye û li gorî rayedarên Îranî 168 kes hatin kuştin, di nav de 110 zarok. Artêşa Amerîkî got ku ew li ser êrişê lêkolînê dike.

Çend roj şûnde, rayedarên Îranê gotin ku 20 kesan jiyana xwe ji dest dan dema ku mûşekek li salona werzîşê ya ku maçek voleybolê ya keçan li bajarê Lamerdê lê dihat lidarxistin, ket.

Lubnan

Şerê di navbera Israîl û Hizbullah de di 2’ê Adarê de ji nû ve dest pê kir, piştî ku Hizbullah ji bo bersivdayîna kuştina Rêberê Bilind ê Îranê roket avêtin Israîlê. Israîlê bi êrişên asmanî û êrişeke bejayî li ser başûrê Lubnanê bersiv da.

Ji wê demê ve, rayedarên tenduristiyê yên Lubnanê dibêjin ku ji ber êrişên Israîlê 3 hezar û 912 kes hatine kuştin, di nav wan de 366 jin û 247 zarok hene.

Her çend Hizbullah hejmarên xwe eşkere nekirine jî, Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu meha borî got ku ji destpêka şerê li dijî Îranê ve 3 hezar leşker hatine kuştin.

Di destpêka Adarê de, Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku 41 kes di operasyoneke berfireh a hewayî û bejayî ya Israîlê de ku li nêzîkî bajarokekî li rojhilatê Geliyê Bekaayê hedef girtibû, hatine kuştin. Artêşa Israîlê diyar kir ku hêzên wê termên pîlotekî leşkerî yê Israîlê ku berî çil salî di şerekî berê de li Lubnanê winda bûbû, vedigerînin, lê rayedarên Lubnanî ragihandin ku sê leşkerên Lubnanî, digel hejmarek sivîl û zarokan, hatine kuştin.

Li gorî rayedarên Lubnanî, di 8’ê Nîsanê de, pêlek mezin a êrişên asmanî yên Israîlê di nav 10 deqeyan de herî kêm 361 kes kuştin. Artêşa Israîlê îdîa kir ku wê rojê 250 endamên Hizbullahê kirine hedef, lê Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ev yek red kir û îdia kir ku piraniya kesên ku hatine kuştin sivîl bûn.

Di heman demê de, Neteweyên Yekbûyî dibêje ku heft leşkerên wê yên ji hêzên parastina aştiyê li Lubnanê hatine kuştin, ya herî dawî di 4’ê Hezîranê de.

Israîl

Desthilatdariya Israîlî dibêje ku 60 kes hatine kuştin, ku piraniya wan di encama êrişên Îranê û şerê bi Hizbullahê re ne.

Li gorî daneyên hikûmetê yên ku dane “Ajansa BBC”, di nav wan de 29 sivîl hebûn, ku 21 ji wan di êrişên mûşekî yên Îranê de hatin kuştin. Sî û yek leşkerên Israîlî jî di şer de hatin kuştin. Hikûmetê got ku kesek bi guleyên dostane bi şaştî hatiye kuştin.

Israîl gelek caran Îran bi bikaranîna bombeyên komî li dijî navendên nifûsê yên li hundir tawanbar kiriye. Di êrişekê de, artêşa Israîlî got ku jin û mêrek hevjînên hev ku temenê wan 70 salî dema ku ber bi stargeheke ve dûrî bombebaranê diçûn hatin kuştin, piştî ku bombeyên ku ji bombeyên komî hatin avêtin li bajarê Ramat Gan ketin.

Di Adarê de, Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) Tehran bi wê yekê tawanbar kir ku bi hedefgirtina navendên sivîlan bi teqemeniyên komî, tawanên şer kiriye.

Patrick Thompson, lêkolînerê krîz, şer û çekan li Human Rights Watch, got: “Bombeyên ku ji teqemeniyên komî têne berdan, li ser deverek fireh belav dibin, ev yek karanîna wan a bêserûber neqanûnî dikin û qanûnên şer binpê dikin.”

Kuştiyên li seranserê Rojhilata Navîn

Bersiva destpêkê ya Îranê li hember êrişên Amerîka û Îsraîlê herwiha hedefgirtina welatên Erebî yên cîran ku baregehên Amerîkî li wir in jî di nav xwe de digirt.

Hêzên Îranî komeke ji mûşekên balîstîk û dronên tijî teqemenî avêtin, ku di encamê de li gelek deverên sivîl ketin, di nav de balafirgeh, tesîsên enerjiyê û bender. Di gelek rewşan de, bermahiyên redkirina mûşekan li ser deverên niştecihbûnê ketin.

Li gorî rapora ku Ajansa BBC weşandiye, yekîniya BBC ya lêpirsîna rasatiyan berî niha êrişeke li ser bargehên leşkerînli 8 welatan belge kiriye, li Siûdiyê, Qeter, Îmarat, Kiwyêt, Îraq, Urdin, Behrên û Umanê.

Di enamê de gîhaştina bîlançoya dawî ya kuştiya li seranserî herêmê zehmet e, ji ber ku hemû dewletan hejmarên kuştiyan belav nekirine. Lê belê daneyên fermî û raporên medyayê hejmara hin kuştiyan li piraniya dewletên kendavê tomar kirine, di nav wan de 13 kes li Îmaratê ev yek jî li gorî Wezareta Parastinê ya Îmaratê hatiye eşkere kirin.

Zêdetirî 1 hezar kes li Îqarê hatine kuştin. Di heman demê de raporan diyar kirin ku zêdetirî 80 ji van endamên Hêzên Heşde Şebî bûn. Ev hêzeke nîv leşkerî ye ji hêla Îranê tê piştgîrkirin û di êrişên Amarîka û Israîlê hatin kuştin.

Di heman demê de, li gorî Pentagonê, 13 leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn hatine kuştin, heft ji wan di êrişên Îranê de û şeş ji wan jî di qezaya balafireke sotemeniyê de li Iraqê.

Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê got ku 14 deryavanên ji neteweyên cûda di êrişên li ser keştîyan de li Tengava Hurmuzê û deverên din ên Rojhilata Navîn hatine kuştin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Duyemîn Festîvala Wênekêşiyên Fotografiyan
ÇAND Û HUNER

Duyemîn Festîvala Wênekêşiyên Fotografiyan

24/06/2026
DIVÊ OL NEBE AMÛRA DESTHILATDARIYÊ
HAJMARA PDF

DIVÊ OL NEBE AMÛRA DESTHILATDARIYÊ

24/06/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

24/06/2026
Darên Kurdistanê; dewlemendbûneke xwezayî ya bêhempa
CIVAK Û JIYAN

Darên Kurdistanê; dewlemendbûneke xwezayî ya bêhempa

24/06/2026
Bîlançoya şerê Amerîka-Israîl û Îranê… qurbanî bi hezaran e
CîHAN

Bîlançoya şerê Amerîka-Israîl û Îranê… qurbanî bi hezaran e

24/06/2026
Golikê beş!
Serbest

Peymana Camî: Çima aştiya di navbera Trump û Îranê de dê dom neke?

24/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.