Cemîl Xoce
Di 18’ê Hezîrana 2026’an de, rûdaneke ecêb û sosret qewimî. Serokê Amerîkayê Donald Trump û rayedarên Îranê hatin cem hev. Ev peyman li Fransayê, bi taybetî li Hola Mirrors’ê ya di Qesra Versailles a navdar de hate îmzekirin. Medyayê ev rûdan wekî “peymaneke dîrokî” bi nav kir. Lê xwendin û analîza min a ji bo vê rewşê berevajiya vê yekê nîşan dide. Tiştê ku qewimiye ne aştiyeke rastîn e. Ew tenê “aştiyeke camî” ye. Cam di bin ronahiyê de dibiriqe, lê di piçûktirîn derblêdanê de zû dişkê. Dîrok îro li heman cihî û bi heman şaştiyên ku beriya sedsalekê qewimîne, xwe dubare dike. Ev peyman dê zêde nejî û dê di demeke kurt de parçe bibe.
Xala herî girîng di analîza min de, metirsiya “siyaseta nîşandanê” ye. Trump her gav ji kamera û medyayê hez dike. Hilbijartina Hola Mirrors’ê qet ne tesadûf bû. Mirrors ku tê wateya Mirêkê, wêneyan diteyisînin û tiştên biçûk mezin dikin. Cewherê xapandina siyasî ya îro jî ev e. Tiştê ku li Fransayê hate îmzekirin ne peymaneke fermî û mecbûrî ye. Ew tenê “çarçoveyeke danûstandinê” yan jî memoranduma lihevkirina destpêkî ye. Dîplomasî li vir veguherî bernameyeke televîzyonê ku li pey hejmara temaşevanan digere.
Hemû mijarên zehmet û aloz ji bo pêşerojê hatin paşxistin. Her du aliyan behsa wan dosyayan nekirin ku ji bo ewlehiya gelên herêmê girîng in. Wan behsa çarenûsa fuzeyên balîstîk ên Îranê nekir. Her weha behsa rola komên çekdar ên ku li herêmê tevlîheviyê çêdikin jî nekirin. Ji bo ku wêneyekî bilez ê serkeftina dîplomatîk bikişînin, guh nedan van qeyranan. Dîplomasiya rastîn bi vî rengî nayê avakirin. Dîplomasiya rast hewceyî odeyên girtî û hesabên hûr ên hêza li ser erdê ye. Li Versaillesê, tûwîta Trump beriya cewherê rastîn bû. Ev yek peymanê ji aliyê qanûnî û destûrî ve li hundirê Amerîkayê pir lawaz dike. Her serokekî nû yê Amerîkayê dikare bi tikandina bişkokekê vê peymanê betal bike, ji ber ku Kongreya (Congress) Amerîkayê ew nepejirandiye û îmze nekiriye.
Şaşitiya duyemîn û ya herî xeternak, dûrxistina xwediyên bingehîn ên vê dozê ye. Welatên herêmê yên wekî welatên Kendavê û Îsraîlê ji maseya diyalogê hatin dûrxistin. Washington şaştiya sala 1919’an bi temamî dubare dike. Di wê demê de, dewletên mezin cîranên Almanyayê bêyî parastina ewlehiyê hiştin. Îro jî heman dîmen li Rojhilata Navîn dubare dibe. Lihevkirin li ser serê her kesî çêbû. Îran di tu şerî de bi tewandî derneket û dev ji çekên xwe berneda. Berevajî vê, wê hemû binesaziya xwe ya nukleerî û cebilxaneya xwe ya leşkerî parast.
Niha jî, Tehran ji ber rakirina ambargoya aborî dê pereyên pir zêde bi dest bixe. Hinek raporên îstîxbaratî behsa hejmarên pir mezin dikin. Dibe ku ev pere di salên pêş de bigihêjin trîlyonek dolar. Heta ev hejmar nerast be jî, metirsî hîn jî mezin e û berdewam dike. Îran dê di demeke kurt de bibe xwediyê sermayeyeke mezin. Pirsiyara herî girîng li vir ev e: Ev pere dê herin ku derê? Gelo Tehran dê van pereyan ji bo avakirina aboriya xwe ya navxweyî ya hilweşiyayî xerc bike? An dê ji bo piştgiriya şerên wekaletê û têkdana aramiya welatên cîran bi kar bîne? Dîrok fêrî me dike ku pergalên ku di nava qeyranê de bin, her gav şerên derve tercîh dikin.
Ev nezelalî bû sedem ku welatên herêmê tirs û fikarên mezin bijîn. Ji ber vê yekê dest bi lêgerîna çareseriyên alternatîf kirin da ku xwe biparêzin. Îsraîl bi eşkereyî behsa bijarteya leşkerî ya yekalî dike. Welatên Kendavê jî dest bi zêdekirina çekên xwe kirine û xetên diyalogê yên rasterast û paralel bi Tehranê re vedikin. Di heman demê de, Çîn û Rûsya li paş perdeyê rawestiyane. Ew her du rewşê bi baldarî dişopînin û di vê nezelaliyê de veberhênanê dikin da ku tenê berjewendiyên xwe biparêzin.
Li ser bingehê vê rastiyê, sê senaryo ji bo pêşeroja nêzîk, piştî bidawîbûna moleta 60 rojî derdikevin pêş.
- Senaryoya yekem, guhertina demkî ya peymanê ye ji bo aramkirina hevalbendan, ku ev yek pir pêkan naxuye.
- Senaryoya duyem, vekişîna ji nişka ve ya Trump e ji ber zextên navxweyî, ku ev yek her gav ji wî tê payînkirin.
- Senaryoya sêyem, parçekirin û tevlîheviya herêmî ye. Ango peyman dê tenê wekî ximavê li ser kaxezê di navbera Washington û Tehranê de bimîne, di hemwextî ku herêm bi şerên nerasterast û derbên dualî bişewite.
Ji bo ku em ji hilweşînê şaş nebin, mirov dikare sê nîşanên eşkere diyar bike ku divê ji niha û pê de bi baldarî werin şopandin:
- Îran rêjeya dewlemendkirina uranyûmê ji nişka ve û bi fermî zêde bike.
- Êrîşên sîberî û elektronîk ên mezin li dijî saziyên petrol û gazê yên li Kendavê pêk bîne.
- Îsraîl manovrayên leşkerî yên berfireh bike ku nêzîkbûna şer nîşan didin.
Ev nîşane berbiçav in û ji me re dibêjin ku mirêk ji niha ve dest bi şikestinê kiriye.
Aştiya rastîn bi wêne û sozên medyayî yên biriqandî nayê çêkirin. Siyaset hêza madî ya li ser erdê qebûl dike, ne sloganên vala. Aramiya li Rojhilata Navîn hewceyî tevlîkirina hemû gel û welatên herêmê ye, her wiha rêzgirtina ji rastiyên jeopolîtîk re. “Aştiya camî” ya ku me di sala 2026’an de li Versaillesê dît, dê tu kesî neparêze. Ew tenê teqîna mezin paşve dixe û herêmê li hember derbên tund û xeternak ên pêşerojê qels dike. Mirêk mirovên ku li wan dinêrin, dixapînin û hestekî derewîn ê ewlehiyê didin wan. Lê dîrok qet rehmetê li mirovên xapandî nake. Heger em ji dersên rabirdûyê fêr nebin, Hola Versailles a xweşik dê di demeke nêzîk de veguhere parçeyên camî yên bixwîn ku dê bigihîjin her kesî.






