Hêvî Keleş/ Qamişlo
Îro di ser wefata nivîskarê Kurd û damezirînerê Rojnameya Dicle-Firatê ku dewleta Tirk ji pênûsa wî ditirsiya, Edîp Karahan 51 sal derbas dibe. Edîb Karahan mînaka nivîskarê şoreşger bû ku tevî hemû astengiyan li ber xwe da.
Di dîrokê de gelek nivîskarên Kurd ên bi nav û deng hene ku hewil dane dîrok û çanda kurdan neyê windakirin, yek ji wan jî nivîskarên ku bi nivîsên xwe nasnameya kurdan parastiye Nivîskar Edîp Karahan e.
Kurtejiyana nivîskar Edîp Karahan
Nivîskarê Kurd Edîp Karahan di sala 1930’î de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Wî heta bi lîseyê, li welat xwendiye û berî ku qeyda xwe li Fakulteya hiqûqê ya Stenbolê de çê bike, bi qasî salekê li Fakulteya Edebiyatê, beşê Felsefeyê xwendiye.
Edîp Karahan gelek caran ji ber nivîsên xwe hatiye girtin
Ew gelek caran ji ber fikrên xwe yên siyasî tê girtin û di hepsan de dimîne. Di sala 1953”an de li Stenbolê bi hinceta ku ew komunîst e hate girtin û hate beraetkirin, ji ber ew yek ji wan kesan bû ku zû li kurdayetiya xwe hay bûye û bi meseleyên fikrî ve rabûye. Paşê ji ber gotarên xwe yên di kovara Forumê de hatine weşandin, 6 meh di girtîgehê de ma. Çend salan li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê xwend, lê girtin û astengiyên din rê li ber qedandina xwendina wî girtin. Ew bû sernivîskarê rojnameya Dicle Firatê, ku hejmara wê ya yekem di 1’ê Mijdara 1962”an de hate weşandin. Di vê rojnameyê de ji bilî navê xwe yê rast Edîp Karahan van îmzeyan bi kar tîne: Edîp Osmanoglû, Hamît Mazîdaglî, Mahmut Bayraktar, Reşo Dîcle. Ji ber nivîsên xwe yên di Firatê de 2 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. Ew vê cezayê xwe bi salekê li zindanên Enqere û Stenbolê diqedîne. Ew di 6’ê Hezîrana 1963”an de, di çarçoveya doza “salên bîstan” de hate girtin. Wî di 3’ê Îlona 1967”an de di mîtînga Diyarbekirê de gotarek pêşkêş kir û paşê ji ber gotareke ku kir nêzîkî salek cezayê girtîgehê lê hat birîn û 9 mehan di girtîgehê de ma.
Di 15’ê Gulana 1976”an de li Stenbolê koça dawî kir
Di Hezîrana 1970”î de belavokek bi sernavê “Şerê Rizgariya Neteweyî ya Kurd li Iraqê û fermandarê wê yê giştî, General Barzanî” çap kir û belav kir. Ew di sala 1971”an de salek û nîv li girtîgeha ragirtinê ya rewşa leşkerî ma û di doza DDKO’yê de ku tê de hatibû darizandin, 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di heman salê de, ew li Tirkiyeyê jî di doza Partiya Demokrat a Kurdistanê de hate darizandin. Di 8’ê Sibata 1971”an de li mîtînga Kozlukê gotarek pêşkêş kir û di 11’ê Nîsana 1971”an de li DDKO’ya Diyarbekirê semînerek li ser mijarên neteweyî da û ji ber vê semînerê hat cezakirin. Ew di 15’ê Gulana 1976”an de li Stenbolê koça dawî kir.