Nehîr pale
Berî ku em pênaseya Hevalê min şîrove bikin, em ê balê bikşînin ser pirsgirêka cinsiyetparêziyê. Dibe ku bi kurtasî em bibêjin cinsiyetparêzî tê wateya cûdahiya di navbera jin û mêr de. Têgeh û wateya wê bilêvkirin ne zore lê belê di encama cinsiyetparêziyê de jin di çi şikandinan re derbas dibin ne girînge û pirsgirêka mezin jin ji xwe zêdetir nirx dide mêr û wî weke hevalê xwe pênase dike.
Dema ku jin mêr hevalê xwe dibînin tê wateya ku êşa di encama cinsiyetparêziyê de hîs nakin. Ne bes bû ji mêr re tê gotin bav, bira, kur û hevaljîn niha jêre dibêjin hevalên min. Gelo mêrê ku berhemê cinsiyetparêziyê ye dikare hevaltî bi jinê re bike, yan jî dizane hevaltî bike, pîvan û rêgezên hevaltiya mêr bi jin re wê çi bin?
Pirsgirêka herî mezin pênaseya Hevalê min bi pêşketin û azadiyê ve tê girêdan. Hêdî-hêdî di nava jinan de feraseta jina ku hevalên wê yên mêr hebin pêşketiye, belav dibe. Mêr ji bo bibe heval û dostê jinê divê destpêke têkeve nava lêgerîna xwe ji zilamtiyê rizgar bike. Heyanî niha mêr bi zilamtiyê serbilinde û hewldaneke mezin dide ku bibe mêrê desthilatdar. Mêrê serwer wê çawa bibe heval û dostê jinê? Ev pênase ne li ser bingehê azadiya jin tê kirin berevajî li dijî jinê ye, têkoşîna jinê lewaz dike û dibe sedema parçebûna di navbera jin de.
Civaka cinsiyetparêz di mijara jinê de çi di xwe de daye guhertin? Hîna di bin navê parastin û exlaq de tûndî li jinê tê kirin, tê qetilkirin û hebûna wê tê inkar kirin. Eger jin li hemberî vê yekê nerazîbûna xwe tînin ziman û daxwaza hebûna xwe bikin têne kuştin an jî di girtîgehan de dirizîn in. Dema mêr gunehê xwe bi jinê tîne û ji ber wê zeyîf dibîne di bin navê parastinê de zagonan jê re datîne, ev ne hevaltî ye, ev kuştin e. Eger jin bi xortan re derbikevin bigerin, bi wan re rûnin û argîlê vexwin ev ne pêşketin û guhertin e. Bê pîvan bi mêr re danûstandin xefke û mirov nikare bibêje ev pêşketin e.
Jina Kurd dema ku li hemberî cinsiyetparêziya civakî dest bi têkoşînê kir ne ji bo bibe dost û hevalê mêr. Pir bi êşe ez bibêjim, hêvîkirina hevaltiyê ji mêr xapandin e. Em çiqasî hewl bidin xwe bi mêr bidin qebûlkirin em ewqasî ji xwe dûr dikevin û di destê mêr de dibin amûr. Jinê neçar dikin ku aliyê ruhî û fîzîkî bikeve bin xizmeta mêr de û li beramberî wê layiqî jinê nabînin ku rêz bidin wê. Ji xwe ji mêr û civaka cinsiyetparêz hurmet hêvî kirin, şaştiye. Jina gihîştibe asta xwe birêxistin bike, têbikoşe wê her kes rêz bide wê.
Rêbazên xizmetkirina doza jin gelekî zirav in, şûna em bibêjin Hevalê min eger em bibêjin Hevala min, hêviyan ji mêr nekin dibe ku pirsgirêka jin were çareser kirin. Heyanî mêr xwe nede guhertin û nêzîkatiyên xwe ji jin re nede guhertin hêviya çareseriyê kirin, wê bê encam be.