Thursday, May 29, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Civakbûyîn û parastina civakê; parastina mirovahiyê ye

04/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Civakbûyîn û parastina civakê; parastina mirovahiyê ye

Team connected in circle around plastic hoop

Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Ji dîrokê heta roja îro di nava şart û mercên zehmet de mirov bi civaka xwe dikarî xwe li ser piyan bihişta.  Civakbûyîn li ser têghiştina jiyaneke hevpar pêk tê, lê ya girîng ku dihêle civakbûyîn li pêş bikeve û ji aliyê destihêlatdaran ve neyê windakirin rêxistinbûyîna civakê ye. Civakeke birêxistinkirî û azad jî bi avakirina pergaleke demokratîk pêk tê.

Ferdê ji civaka xwe qut bûye mehkûmê tinebûnê bûye

Mirov bi tena serê xwe nikariye jiyana xwe berdewam bike. Ferdê ku ji civaka xwe qut bivaya, ew ferd mehkûmê tinebûnê bûye, ji lewma hêza civak û civakbûyînê yanî kombûyîna mirov gel hevdû, bi hevre tevgerkirin, bi hev şêwir kirin, xwe parastina hev esasê civaka bi hêzbûyî bûye. Bi îfadeyeke din civakbûyîn mîna govendeke ku her kes destê hev digre û dîlaneke bi hevre dike. Ger yek kes bi tena serê xwe govend bike çawa ye û pir mirov bi destê hevdû bigrin û govendê bi hev re bigerînin çawa ye? Bê gûman coşa govenda ku her kes tevlî dibê ji ya yek kesî hîn zêdetire, enerjiya piraniyan hêza moral, hizir, avakirin û gelek tiştên din ên erênî jî derdixîne holê.

Civakbûyîn û parastin ji hev ne qutin

Ji vê rastiyê dema ku em derkevin rê em ê bibînin ku civakbûyîn û parastin di rastiya mirov de bi hevdû ve girêdayiye û mirov nikare wan ji hevdû qut bike. çiqas civakbûyîn ewqes parastin, çiqas parastin ewqas hebûna civak bi hêz dibe. Rola jin jî di van herdû xalan de roleke sereke ye. Gotina ku dibêje jin jiyane ji xwe de nehatiye gotin. Jin bi tena serê xwe mîna gerdûneke ku xwedî taybetmendiyên dewlemend e. Ev çi di warê taybetmendiyên xwe yê xwezaya biyolojîk de dibe, çi di warê taybetmendiyên xwe yê hestyarî û hizrî de dibe. Ev taybetmendiyana hiştiye ku jin li hemberî jiyanê hîn zêdetir hişyar be û di aliyê parastinê de li pêş be.

Bûyera civakbûyînê di jiyana mirovahiyê de awarteyekî dîrokî bûye

Mirovatî, ji destpêka hebûna xwe û heya roja me ya îro her di lêgerîna naskirina çavkaniya hebûna xwe de ye. Bi hezarên salan mîna zarokekî/ê ku bi her tiştî re dikene û şadibe jiyaye. Ji ber ku tevahî hebûnên li derdora xwe, mîna xwe zindî hîskiriye. Mirovatî demên xwe yên herî dijwar di avabûna xwebûyînê de ye, yanî di demê civakbûyînê de jiyan kiriye. Dayika ku civak li derdora xwe kom dikir û mîna mamosteyê ji şagirtên xwe re rêkûpêkên jiyanê yên destpêkê dida nasîn, bi hêzên xwe yên afirîner, bi ked û zehmetiyên pir mezin, civak ber bi civakbûyînê ve bir. Ger ku jiyana mirovatî hetanî roja me ya îro hatiye û dom kiriye, ew deyîndarê vê rastîyê ye. Ji ber ku bûyera civakbûyînê di jiyana mirovatî de awarteyekî dîrokî bûye.

Civakbûyîn li ser têgihiştina jiyaneke hevpar pêk tê

Di nava şart û mercên zehmet de mirov bi civaka xwe dikarî xwe li ser piyan bihişta. Pîvanê civakbûyînê jî ger ku nebûya, wê tiştekî ku civak li gel hevdu bihişta wê nebûya. Ji ber ku civakbûyîn bi xwe pîvana têkîliya kesayet bi civakê re û ya civak bi kesayet re ye, ev yek jî li ser têgihiştina jiyaneke hevpar pêk tê. Ya ku ev pîvan bi mirov û civakê da qezenckirin jî çanda jin ya xwedawendîtiyê bû. Gelek bermahiyên ku di roja me ya îro de ketine dest, vê rastiyê îsbat dikin.

Civakbûn taybetmendiya her mirovekî/ê ye

Jiyan mafê her kesî ye û daxwaza ku mirov bi civaka xwe re jiyan bike, di her mirovekî de heye. Ji lewma dema ku êriş li ser van daxwazan tê çêkirin, mirov dikeve rewşa xwe parastinê de. Lê pêdiviya xwe parastinê di her demê de li hemberî heman sedeman ne hatiye çêkirin. Mînak di civaka neolotîkê de mirov li hemberî şert û mercên xwezayî yê zehmet pêdiviya bi xwe parastinê didît, lewra her ku mirov dihizirî di warê parastinê de xwe pêş bixe amûrên nû diafirand. Lê mixabin heya ku mirov xweza naskir û şêwazên xweparastinê yê bi gelek rengan peyda kir, vê carê mirov li hemberî pêdiviya xweparastinê ya li hemberî hevdû dît. Ev pêdivî encamê pêşketina pergala desthilatdar ya bi hişmendiya mêr a bi rêbazên êrişkar û talankar pêş ket.

Li hemberî xeta desthilatdariyê; civaka demoratîk

Pergala mêr ya ku li hemberî çanda dayikê pêşket her ku çû bû belaya serê mirovatiyê. Ji xwe de bindestiya jin bingehê hemû bindestiyan ne. Ger mirov pergala desthilatdar ya pênc hezar salan lêkolîn bike wê bibînin ku çawa bindestî di şexsê jinê de her ku çû kûr bû û ev bindestî bû rewşa tevayî civakan. Dîrok bi şerên van her dû xetan, xeta desthilatdarî û xeta civaka demokratîk heya roja me ya îro hatiye. Herwiha li hemberî şertên xwezayê hêza civakbûyînê li gel mirov bûye sedemê xweparastinê û serkeftinê, li hemberî êrişên desthilatdar jî civakên ku xwe sipartine hêza xwe ya cewherî û bi yekbûyîna xwe ya civakî sekinîne karîbûne xwe li hemberî êrişan biparêzin û azad jiyan bikin.

Hêza zanebûn û têgihiştina azadiyê di xwebirêxistinkirina civakan de ye

Civakên ku bi êrişên desthilatdaran û polîtîkayên wan perçebûne, ev civakana mehkûmê tinekirinê, belavkirin, hilandin û xwe jibîrkirinê bûne. Li hemberî êrişên desthilatdara û fêlbaziyên wan berxwedaniyên civakan çêbibin jî, lê rastiya dîroka vê pergalê tecrûbeyeke da civakan ku êdî her civak dizane ku berxwedanî û xweparastin tenê bi hêza fîzîkî têrê nakê, ji xwe ev di tu deman de jî nebûye bingehê serkeftinê. Hêza zanebûn û têgihiştina azadiyê ew hêzeke bingehe di xwebirêxistinkirina civakan de ye. Xwerêxistinkirineke bizanebûn bingehê serkeftin û azadiya wê civakê ye. Her civakeke li gorî şert û mercên demê pêwîstiya xwe ya guhertin û veghertinê heye.

Civakên li du doza azadiyê ne pêwîst e xwe birêxistin bikin

Pergala desthilatdar her dem ji bo ku desthilatdariya xwe bi hêz bike, xwe di gelek forman re derbas kiriye, her demekê bi formeke nû, bi rêbaz û taktîkên cûda ji bo ku serweriya xwe li ser civakan ava bike, di nava tîkoşînekê de bûye. Foram niha jî ya ku ev pergal li ser wê jiyan dike, forma modernîteya kapîtalîste ya ku bi pêşkêşkirina modêla dewlet-netew dixwaze ku tevayî civakan serwer bike. Ji lewma civakên ku bi du doza xwe ya azadiyê de ne pêwîst e ku li hemberî vê yekê bi enternatîfên xwirt xwe bi rêve bive, hebûna xwe biparêze û hêza xwe bi rêxistin bike.

Wê jiyana azad bi avakirina pergaleke demokratîk pêk bê

Yek ji sedemên ku îro Rojhilata Navîn di nava qeyranê de jiyan dike, sedemên neguhertina hişmendiyê bû. Ev hişmendiya ku di bin bandora hin qalibên weke olî, mezhebî û zayendî de jiyan dike û ji ber ku van qalibên xwe derbas nake û şoreşeke di warê fikrî de pêş naxe. Ev bûye zemîneke ku hêzên desthilatdar xwe li ser ava bike. Lê êdî dem hatiye ku gelên Rojhilata Navîn ji sedemên ku ew paşde dikşîne û nahêle ku bibe xwedî jiyaneke azad, jiyana azad jî encex bi avakirina pergaleke demokratîk pêk bê. Ji bo avakirina pergaleke demokratîk pêdiviya naskirina pirsgirêk, analîzkirin û çareserkirina wan bi perspektîfeke nû heye. Ev perspektîf ji aliyê Rêber Apo de pir berfireh hatiye danîn, lê yê ku vê perspektîfê bi tevayî gelan bide pêkanîn, rola vê ya piratîkî jî dikeve ser milê civaka kurd û em dibînin ku îro civaka kurd bi vê rolê radibe.

Azadiya civakî dibe azadiya netewî jî

Sedemê ku civaka kurd jî bi vê rolê radibe ew e civaka kurd ji civakên destpêkê yê ku li ser van axa jiyan kiriye. Herwiha  civaka ku bi her gelekî re danûstend kiriye, çanda neolotîkê bi xwe li ser civakan belav kiriye. Civaka kurd jî civakeke ku bi salan ji mirovatiyê re dergûşî kiriye, li gel ku ji civakên destpêkê yê ku li ser axa Mezopotamyayê jiyan kiriye. Di heman demê de ji civakên ku herî zêde bi çanda jin xwedî bûye û ji civakên ku herî zêde li hemberî êrişên desthilatdar rû bi rû hatiye. Bi salan hatiye bindestkirin, bi gelek komkujiyan re rû bi rû maye, gelek caran serî hilda be jî, bi binkeftinên tirajedîk bi encam bûye. Hêza civakbûyîn di kurda ew li ser piya hiştiye. Azadiya civakî dibe azadiya netewî jî. Îro em dibînin ku civaka gelê kurd ji civakên herî zêde yê ku jin tê de di nava tîkoşînê de bi awayeke çalak cihê xwe digrin.

Civakeke azad bi jina azad pêkan e

Îro roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema Xweseriya Demokratîk pêş dikeve. Bingeh û derfetên çareseriya xweseriya demokratîk jî her ku diçe ji bo pirsgirêka tevahî Rojhilata Navîn modeleke çareseriyê derxistiye holê. Sedemên pêşketina xweseriya demokratîk ew e ku mîna hizirên desthilatdar nahizirin, jin paşguh nakin û her pêkhateyekî bi maf dike. Pergala mêr ya desthilatdar herdem ji bo kolekirina civakan gotine destpêkê li jin bixin. Lê têkoşîna ku bi felsefeya Rêber Apo pêşktet, li hemberî vê ferasetê dibêje; ji bo civakeke azad û demokratîk, destpêkê pêwîst e ku jin xwe bi hêz bikin û tevayî jinan rakin ser piyan. Li Rojava ji bo parastina nirxê civakê, azadiya gel û jinê înşakirina pergala demokratîk di qada parastinê de jî bi çalak dibe.

Hêza mezin hêza civakê ye

Dema li Rojava amadekariyên pergala xweseriya demokratîk dihatin kirin gelek kesan digot dê çawa çêbibe? Wan kesan civak bêhêz didîtin, civakê qels didîtin. Li gorî wan divê her tim desthilatdariyeke li ser civakê hebe. Ev jî encama zîhniyeteke ku bi sedan sal in tê meşandin e. Lê civak xwedî hêzeke wisa ye ku ev hişmendî jî guhert. Yanî dema civak biryarê bide, avakirinê pêk tîne û hêza mezin hêza civakê ye. Li Rojava civak li gorî pêwîstiyên xwe biryarê dide. Civak bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dike. Li Rojava hêza civakê ya veşartî îro pir eşkere derketiye holê. Her beşeke civakê li gorî taybetmendiyan xwe xwe bi rêxistin dike. Têkoşîn, ked û bidestxistina encamê her tim moralê dide civakê. Serkeftina niha li Rojava hatiye bidestxistin moraleke pir mezin daye hemû civakê. Pergala xweseriya demokratîk li ser hîmên neteweya demokratîk bi pêş dikeve.

Post Views: 78
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’
JIN

‘Armanc mezinkirina têkoşîna jinan e’

28/05/2025
‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’
NÛÇE

‘Forumek diyalogê bi navê “Destpêkê veger” li Qamişlo hate lidarxistin’

28/05/2025
 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da
NÛÇE

 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da

28/05/2025
Di pey Bangeke dîrokî re!
ROJEV

Ronahiya Fikir Û Ramanên Rêber Apo

28/05/2025
DEM DEMA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E
HAJMARA PDF

DEM DEMA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK E

28/05/2025
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

28/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.