Stêrk Mihemed/Qamişlo
Rêveberê Insiyatîfa Sûrî a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir diyar kir ku banga Rêber Apo a ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’ banga ronahiya mirovbûnê ye û wiha got: “Banga Rêber Apo çareseriya hemû aloziyên gelan e û riya wekhevî û biratiyê ye.”
Banga dîrokî a Rêber Apo a bi navê aştî û civaka demokratîk ku di 27’ ê Sibatê de hat raghandin, li tevahî cîhanê deng veda û tevahî aliyên kurdî piştgirya xwe jê re ragihandin, lê dewleta Tirk heta niha tu gavên berbiçav neavêtine.
Derbarê pêşveçûnên banga Rêber Apo Rêveberê Insiyatîfa Sûrî a azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende munzir ji rojnameya me re axivî.
‘Banga Rêber Apo banga aştî û civaka demokratîk e’
Ferzende Munzir destnîşan kir ku banga Rêber Apo bangeke dîrokî ye û wiha got: “Banga Rêber Apo a bi navê aştî û civaka demokratîk bangeke dîrokî bû, ev bang weke destpêka çareseriyê ji pirsgirêka hemû gelan e û bi taybet gelê kurd re ye. Pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên nû bi rêbazên herî demokratîk, aştî û şaristanî ku hemû gel li hêviya wê bûn, tevahî cîhan li benda vî bangî bûn ku pêk were. Cara yekemîn e ku Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, hêzên cîhanê, Çîn, Rûsya, Fransa, Almanya, Brîtanya, dewletên Rojhilata Navîn û tevahî kurd bi awayekî erênî li vê bangê dinêrin. Ev banga wê li pêşiya gelek felaketan bigire, wê bibe riya ronî û azadiyê ji bo tevahî gelan.”
‘Helwesta tevahî kurdan ji bo bangê bû yek’
Munzir diyar kir ku helwesta tevahî kurdan bû yek, ev diyar dike ku biştgiriya banga Rêber Apo dikin û wiha domand: “Divê gava yekemîn ya dewleta Tirk ku Rêber Apo ji zindanê derbixin û bikin malekê ku wê demê rêbertî bikarîbe bi gelê xwe re, Dem Partî re, civakê, partiyên siyasî û hêzên leşkerî re danûstandin bike û hemû pirsgirêkan çare bike. Bi hezaran girtî di zindana de hene, di zindanê de dimînin heya ku jiyana xwe ji dest didin, ev hemû derveyî zagonên Neteweyên Yekbûyî û Ewropa ne divê em zagon bên guhertin. Şandeyên ku biçin gel Rêber Apo yek ji wan Serii Sureye Onder bû ew ji nişkê ve nexweş dikeve û heya niha rewşa wî ne diyare, em keda wî ji bo çareseriyê pîroz dibînin.”
‘Rêber Apo çareseriya doza tevahî gelan e’
Ferzende anî ziman ku ji bo çareseriya vê dozê du alî hene û wiha got: “Ji bo çareseriya vî dozî di alî hene gelê kurde û pêşengiya rêber Apo ya ku berpisyariya vê dozî bi gîştî hildaye ser milê xwe û nexeşrê jî dîna ye divî ji aliyî gelê kurd û hevalên serok ve hîn piştgirî hebe, pêwîst e dewleta Tirk bi cesaret edî gav bavêjê divê vî dozê qebûl bike û girtiyên nexweş yê ku bûye 30 sal di zindan de ne derkevin, destûrê xwe bughere ji bo her partîyekî siyasî karibe xebatên xwe yên siyasî bikin û ya herî girîng baweriyê bi gelê kurd û doza gelê kurd bike. Rojhilata navîn piştî 7 cotmehê êrîş Xeza û Hemas edî Rojhilata Navîn ne weke berê ye edî nexşeya sed salî derbas dibê, ji bo vê nexşeyek û pirojeyek nû heye. ”
‘Banga aştî banga azadiya Rêber Apo ye’
Rêveberê Insiyatîfa Sûrî ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende munzir di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî cîhanê kir û wiha got: “Bang ji bo Neteweyên Yekbûyî, Enqere û tevahî hêzên navdewletî xwedî li vê bangê dîrokî derkevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di heman demê de hemû girtiyan azad bikin. Di vê dema dawî de erdhej li Sutanbolê çêbû û ew heya li girava Mermera ev jî ji deryaya Îmral yê ve nêze, ev jî metirsiyeke li ser Rêber Apo ji ber vê banga me ji tevahî cîhanê re ku bilez tevbigerin ku cihê rêbertî bugherin. “