Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê Sîstema Transît û qeyûmtiya Tirkiyê

20/04/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Desthilatdarok neyarên qewmê xwe ne
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

 Geşedanên siyasî li Sûriyê yên piştî serdema hilweşîna rejîma Baas û dîktatoriya mala Eseed, heta radeyek baş diyar dikin ku reftarên desthilata heyî ne dûrî yên rejîma berê ne û haya mirovan jê çêdibe ku koma nû ya desthilatdariyê rûbirûyî aloziyên mezin e. Kêşeyên heyî jî xwe dispêrin çend jêderên hindirîn û hinek derve. Ango ji bilî bermahiya giran a rejîma ketî ya Eseed û sepandinên hêzên destwerdanê, hişmendiya ku desthilat xwe dispêrê jî, bûye bar û navendek kirîzê. Kirîz jî xwe spartiye paşxaneya bîrdoziya selefî ya tundrew ku di nava koma xwe ya mezhebî de bûye hindikayî û jêdera kaosê.

Aliyek din jî ya kirîza ku îro di kesayeta desthilata Şamê de beloq bûye ew e ku xwe bi giştî spartiye berjewendiya dijniştimanî ya pala xwe dide bicihanîna çiqarên hêzên destwerdanê. Lewra diyardeyên mîna ewlehî, dadweriya veguhêz, aşîtiya sivîl, qebûlkirina cudahiyên olî û etnîkî, yekîtiya axa Sûriyê û jihevxistina yapiya paredîgmaya tundrew, bûne belayên exlaqî li ser milê desthilata nû. Jêdera belayê jî ew e ku bi rêgez û prensîbên dijberî baweriyên xwe yên rasteqîn re, aliyê şikil ve, xwe rave dikin. Ew jî ne rasterast xapandin be, ancax xwe nixumandin be.

Tabî ew desthilatdarî jî baş têdigihêje ku şert û mercên herêmî û navdewletî avantajek daye wê ku hêzên herêmî û navneteweyî bi lez, li gorî hinek angaştan hebûna wê li ser dika desthilatdariya Sûriyê qebûl bike. Ji bo wê jî qebûlkirinek bi sosret bû! Lê naveroka berjewendiya projeya navenda hegemoniyê ku bi êrişên Hemasê yên 7 Cotmeha 2023`an li ser Îsraîlê re, şiklê guhertiye, bi awayekî xwezayî rê li ber hilkişîna sîstemên tundrew vekiriye û li şûna rejîmên netewperest ên rizyayî bi cih kirine. Ev nayê wê wateyê ku netew dewlet ne bijardeyek hegemoniyê ye, berevajî wê yekê, xwevehesandin, nefeskişandin û xwenûkirina navendê û derdorê bi hev re ye. Lew re, serweriya rejîmên tundrew ên selefî, îstisnayek demkî ye. Kengê sîstema global biçimê xwe bigire û şerên aborî û bazirganiyê yên navbera hêzên xwe li hev radikişînin de bigihêje encamê, wê çaxê tu hewceya “rejîmên transît” ên tundrew namîne.

Xuyaye rejîma HTŞ ku sûd ji rewşa Şerê Cîhanê yê Sêyemîn girtiye û bi îradeya hegemoniyê jî li Şamê bûye desthilat, dixwaze bibe destpot û bi tiyatroyên klasîk ên xwe dispêrin dibistana rejîma Baasê, li pey sepandina bi zorê ya desthilatdariya xwe ye. Vê yekê jî bi perspektîfên rejîma destpot a bi ezmûn a Tirkiyê dike. Ango; ji xweşibandinekê wêdetir, xweradestkirin û xweavêtina hembêza rejîma Tirkiyê ye. Lew re jî, tişta bi navê; Kongreya danûstandina neteweyî, deklerasyona makezagonî û hemû biryarên erkdarkirina çeteyên Tirkiyê yên destê wan di xwîna gelên Sûriyê de heye, hîkaye û talîmatên Tirkiyê bi xwe ne.

Dewleta Tirk a dagirker çawa li Kurdistanê destkeftiyên gel desteser dike û qeyûman erkdar dike, li Sûriyê jî di rewşa qeyûmtiyê de ye. Rojane wezîrê wê ya karê derve û rayedarên wê yên dîtir, li ser navê hikûmeta HTŞ’ê daxuyaniyan didin û ji nifûsa gelên Sûriyê heta şiklê rêveberiya welat tayîn dike. Ji xwe mudexeleya wê jî bi komkujiyên li Beravê û kiryarên revandin, kuştin, intîqam, dijatiya ji pêkhateyên olî û etnîkî li hemû deverên Sûriyê tacîdar bû. Lê ev konsepta Tirkiyê ku bi serpereştiya HTŞ, hêzên weke DAIŞ û çeteyên biyanî di dewrê de ye, dê neçe serî ku rojane daneheva baweriya navneteweyî pê kêm dibe û paş ve diçe. Yanê, hêviyên hindirîn, herêmî û navnteweyî yên li ser rêveberiya desthilata HTŞ, bi xwespartina ji Tirkiyê re, bê wate man û baweriya ku bibe rêveberiyek cudayî desthilata berê, lawaz bûye. Lew re, bi vê miçmiç û fezlekeyên derbarê demokrasî û laîkiya Sûriyê û sîstema pirengî ya nenavendî de, wê veguherîne desthilateke transît dê bi xilasbûna berjewendiya ku hebûna wê hewce kiriye re, biqede û têk biçe

Post Views: 142
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.