Ahmet Aktaş
Zemînê pêşkeftina vê pêvajoya nuh, gelek hêja û berfireh e.
Belê paralelî vê zemînê erênî, hewldanên nerînî jî ne lawaz in,
Lewma, ji bo pêvajo rast û bêziyan bimeşe, pêdivî bi hişyarî û amadekariyên xurt hene.
Bêgûman ji vê pêvajoyê re, herdu aliyên şer berpirsyarin. Vana jî pêşengê Tevgêra Azadiyê PKK û Rêveberiya dewleta Tirkiyê AKP-MHP ne.
Pêvajo, bi banga Rêber APO ya 27ê Sibatê hat despêkirin.
Piştî bangê 2 rojan, PKKê bersîva erênî da Rêberê xwe û got “em bi tevayî li pey Rêberê xwe ne”! Weke despêkê jî AGIRBES ragihandin!
Heyeta Partiya DEMê ya bi razîbûna herdu hêlan ava bûbû, bêrawestan kar û xebata hêja, heta nuha jî dimeşînin.
Ev hewldanên hêja, ji aliye gel û dostên doza Kurdistanê ve, gelek bi germî û dilxweşî hatin pêşewazî kirin.
Lê, aliyên dewletê AKP-MHPê, gelek bi sistayî û xemsarî nêzî pêvajoyê bûn.
Jixwe AKP, gelek dereng beşdarî pêvajoyê bû, bar bi giranî ket sitikura Devlet Bahçeli.
Jixwe nexweşiya Devlet Bahçelî demek dirêj domand û li pey wî nexweşiya Sirri Sureya Onder kete rojevê!.
Hilbet van bûyeran, di rojeva raya giştî de gûman peyda kirin. Jixwe aliyên xêrnexwaz ên li dijî pêvajoyê, weke ‘korê ku kêç bi dest keve’ hema bi lez, dest bi propagandayên xerab kirin.
Ji aliyekî ve, maf heye ku hinek kes gûmanan bike li ser bûyerên wisa. Çima?
Du sedemên sereke hene, yek: Di dîroka nêzik a dewleta tirk de, ji bo pêvajoyên wîsa Serokkomar Turgut Ozal hewlda, lê di demek kurt de, bi mirinek gûmanbar koça dawî kir.
Her wiha, Bulent Ecevit, li ser pirsa rojnamevanan got „erê li ser kevirê qebra apê min nivîsî ye Kurd Sadiq“. Ew jî, sax çû nexweşxaneya Gulhanê ya leşkerî lê mirî derket!
Mirina general Eşref Bitlisi û ya rojnamevanê navdar M.Ali Birand jî gelek bi gûman e, jiber aliyên wan ên Kurdî.
Sedema dudan: Xemsariya rêveberên AKP û gotinên rêvberên AKP-MHPê yên ne li goreyî ruhê aştî û demokratiyê jî, rê vekirin li ber propagandayên xerabkarên dujminê pêvajoyê.
Li gel xerabkarên hundur ên derve jî ne kêm in. Erê nuha gelek dewlet û saziyên navneteweyî yen mezin, piştgirî dan banga Rêber APO. Lê ev nayê wateya, hemû ji dil û wê herdem piştgiriya xwe bidomînin. Na xêr, piraniya wan, jiber berjewendiyên xwe yên demkî piştgiriyê dikin.
Lewma divê Tevgera Azadiyê û Gelê Kurdistanê, li ber hemû xeteran bi heşyarî tevbigerin.
Bêgûman dostên gelê Kurdistanê yên navneteweyî jî gelek in. Weke mînakekê ji wan, Koordinatorê Netewiyê Partiya Çepa Fransa Jean-Christophe Sellin, di Rojhilata Navîn de hêza herî germ û kêrhatî(ya dînamik), hêzen Kurdistanî nîşan dide û dibêje,“di Rojhilata Navîn de 4 hêzên dinamik hene; yek: Tevgêra Rizgariya Netewiya Kurd a li dora PKKê, dudu: Rêveberiya Xwesera Rojava, sisê: Partiya DEM û çar:Tevgêra Jinê ya bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ li Îranê sarî hilda ne“!
Ev jî tê wateya ku êdî karwanê felsefe û siyaseta Rêber APO ya li ser RÊYA SISYA dimeşin, xwe bi cîhanê jî dane pesandin, oxra wan(me) ya xêrê be!