Amara Baran/ Qamişlo
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zedetirî 10 salan e ku li ser bingeha Netewya Demokratîk têkoşîn û xebat tê meşandin û wiha got: “Hemû çand û ol li gor pîvanên exlaqî yên civakê bi hev re jiyan dikin û ev jî ji bo Sûriyê giştî dibe ezmûn.”
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso di derbarê girîngiya pergala Netawe demokratîk û kongra netewî ya kurd de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rojnameya me re axivî.
‘HTŞ’e tevgerekî bê proje ye’
Xerîb Hiso diyar kir ku li Suriye piştî hilweşandina Rejîma Baas hatina HTŞ’ê di Sûriyê de rewşeke nû bixwe re anî û wiha got: “Hatina Colanî li ser desthilatdariyê her kes matmayî hişt, ji ber ku ew di bingeha xwe de cîhadîst û selefîne û ew tevgereke bê proje ye, li cem wan projeyekî ku bikaribin Sûriyê birêva bibin nîne, tênê projeya di destê wan de çawa bikaribin cîhadbûnê û selefîbûnê xort bikin û çawa Sûriyê bikin navendekî cîhanî ji cîhadistan re û di Rojhilata Navîn de hemû selefiyan komî cem xwe bike. Ew jî ji bo gelan dibe cîhê metirsiyekî mezin. Ger Sûriyê bi wî rengê biçe wê felaketên mezin û neheqiyên pir mezin li ser gelan pêk were. Di Rojhilata Navîn de gelek pirsgirêk hene, di wan welatan de desthilatdarên heyî di aliyê hişmendî de desthilatdarên lê bê projene, projeyekî li ser bingeha civaka exlaqî û demokratîk û ji bo çareserkirina hindurîn tune ye, ji ber wê jî pirsgirêk gelek kûr dibin û bixwe re pevçûnên mezin tîne.”
‘Rêveberiya Xweser hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hembêz dike’
Xerîb Hiso balkişand ser girîngiya demokrasiyê û wiha domand: “Di roja me ya îro de Sûriyê, Libnan, Iraq, Îran, Tirkiyê û hemû welatên Rojhilata Navîn muhtacê demokrasiyê ne. Demokrasiya heyî ne bi şêwazê kevin ku desthilatdar pê diaxivin, şewazê ku civak pê tê qebûlkirin, bi hêz û fikra civakê hemû beşên di nava civakê de hembêz dike û çareseriyeke bi edalet û wekhevî pêk tîne. Di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de Rêveberiya Xweser di çarçoveya netewa demokratîk de hemû gelan hembêz dike û li ser esasê projeya netewa demokratîk xebatê dimeşîne û hewil dide hemû pirsgirêkên heyî çareser dike. Zêdetirê 10 sal in ku tekoşîn û xebat li ser projeya netewa demokratîk tê kirin. Li ser esasê netewa demokratîk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hevpeymanên civakî hatine îmzekirin. Hemû çand û ol li gor pîvanên exlaqî civakî dinav hev de jiyan dikin ji bo Sûriyê giştî dibe ezmûn. Îtîfaqa ku li Şamê di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed El- Şerea hatî çêkirin de encama projeya netewa demokratîke de ye, yekem care ku kesayetên selefi û cîhadî bi awayek demokrat Peyman îmze dikin û îttîfaqeke wiha çêdibe. Ji bo wê jî projeya netewa demokratîk hêdî hêdî xwe rawa dike, civak û pêkhateyên ku li Sûriyê jiyan dikin rastiya xwe di projeya netewa demokratîk de dibînin. Ger ev proje li hemû Sûriyê bê meşandin em dikarin wê demê bejin ku ev proje a hemû Sûriyê ye.”
‘Li Sûriyê gelê kurd di pêvajoyekê nû de derbas dibe’
Xerîb Hiso balkişand ser Kongra Netewî a Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Di vê pêvajoya nû de gelek tişt hatin guhertin û tiştek bi navê siyaseta nû nema tê kirin, bi taybet di Sûriyê de û ji bo kurdan jî pêvajoya ku nû rû daye bandora xwe li her tiştî dike, taybet bandorê li vîna me kurdan dike. Hewildan heye ku di rojên pêşiya me de em di kongreyekî de bên cem hev, ne tenê partiyên siyasî, beşên ji civakê û rewşenbîr û hiqûqnas, jin, û ciwan jî wê beşdar bibin. Reşnivîs ji aliyê hemû kesan ve hatiye nivîsandin PYNK-S, ENKS û partiyan hemû nêrîna xwe li ser reşnivîsê daye û bi erînî jî hatiye dîtin. Roja Kongrê wê reşnivîs ji hemû beşdaran re bê xwendin û li gor wî guhertin û vegûhertin bên çêkirin. Piştî ku belge bê erêkirin wê komîte bê avakirin û li ser wî esasê komîte bi belgeyekê biçe Şamê. Heta ku îtîfaq pêk were piştgiriyek xort lazime.”
‘Gelê kurd xwedî mafe’
Xerîb Hiso di dewama axaftina xwe de wiha got: “Li tevahî cîhanê guhertinên mezin pêk tên, ji me kurdan jî tê xwestin ku demokrasiya netewî û yekrêziya kurdî pêş bixin, em çiqas pîvanên demokrasiyê di nav xwe de pêş bixin ewqas destkeftiyên me têne parastin û di heremê û di cîhanê de dibin xwedî rol. Hêza civakê di aliyê fikrî û îrade da û di pîvanê wî de pêşketinên pir mezin çêdibin. Ji ber ku siyaseta me siyasetekî civakî û exlaqî ye, gelê kurd jî vî siyasetê pêk tînin û li ser vî esasê rêxistin dikin û bi vî awayê pîvanên demokrasiyê pêk tînin. Li ser vî esasê ji bo rastiya azadiya xwe tekoşîn û berdelên giran didin. Civaka kurd pêşketina ku di nav xwe de daye çêkirin îro pêşengtiya şoreşa însanî û şoreşa demokratîk dike, lewma gelê kurd ji guhertinê re amade ye, ji ber ku civakek rêxistin kiriye û xwedî fikire, ku gelê kurd van merheleyan hemûyan pêk aniye.”
‘Di vê pêvajoyê de pêwîst e gavên ji dil bên avêtin’
Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso axaftina xe wiha qedand: “Gelê kurd di çarçoveya pîvanên exlaqî û çandî de û di pîvanê şerê gelê şoreşgerî de xwe bihêz kiriye lewma di guhertinan de zû gav tên avêtin, di berxwedan û helwestê xwe de xwedî sekneke mezin û xortin. ji bo me xebatên dîplomasî girînge di tekîliyên derva de xebatên derve de dîplomasî xwedî roleke girînge wan gavan hatine avêtin û hên jî tên avêtin. Tekîldarê rewşa kurdan û tekîldarê rewşa Sûriyê de, di asta cîhanê de dewletên mezinin dibînin ku gelê kurd aliyek xwe çêbûye û xwedî mafe, ji bo wî jî divî pêvajoyê de zêdetir gavên samîmî bên avêtin ji bo ku demokrasiya xwe xort bikin û tekîliyê hundir de zêdetir xort bibe dayîn û standin ne tene li heremek anjî bajarek de mahsur bibe pêwîste tekili li sûriyê zêdetir bibe û bi derva re di nav tekîliyan de bin û bi hemû dîplomasiyê derva re tekîlî zêdetir xort bibin. Ger em bixwazin proja netewa demokratîk û pêşketinan di hûndir sûriyê de bidin avakirin, berpirsiyartî mezintir dibe û bar girantir dibe, bê kurd pirsgirêka kurd çareser nabe.”