Serkeft Hisên
Di dîrokên şoreş û gelan de hin xalên giring û guhêrbar hene ku şopên xwe yên dûr û dirêj dihêlin. Di dîroka şoreşa 19’ê Tîrmehê de jî hin xalên werçerxîner û pir bibandor hene. Di rûpelên vê şoreşê yên dawiya sala derbasbûyî û destpêka îsal de jî navê berxwedana Bendava Tişrînê, angu Bendava Şehîdan berz û bal dikşîne.
Ji destpêka rûxana rejîma Baas’ê ve, dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete bi armanca têkbirina statuya Rêveberiya Xweser û qirkirina gelê herêmê, êrîşî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê dike, lê planên wan rastî berxwedana bêhempa ya şervanan hat û hemû têkbirin. Piştî berxwedana lehengane ya gel û şervanan neçar man ku werin ser maseya dîyalogê û bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re danûstandinan bikin.
Giringiya stratejîk ya Bendava Tişrînê:
Xwînerên hêja beriya ku em derbasî berxwedaniya gel û şervanan bibin, ez dixwazim bi çend riste hevokan bala we bikêşim ser giringiya Bendava Tişrînê û taybetmendiyên wê.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 bendav li ser ava çemê Firatê hene. Bendava Tişrînê 115 K.M nêzî bajarê Helebê, 33 K.M li başûrê bajarê Minbicê ye û 70 kîlometreyan jî li başûrê rojavayê bajarê Kobanê ye. Bendav wekî çavkaniyeke sereke ya enerjiya av û elektIrîkê tê bikaranîn. Bendava Tişrîna ku di sala 1999’an de hatiye çêkirin, di warê enerjî û berhemdayînê de duyemîn mezintirîn bendave li Sûriyeyê ye. Bendav ji 6 turbînên berhemdayîna elektirîkê pêk tê. DAIŞ’ê di sala 2014’an de bendav xistibû bin kontrola xwe, lê di 26’ê Kanûna 2015’an de ji aliyê şervanên QSD’ê ve hat rizgarkirin û careke din ket xizmetê. Ji dema rizgarkirinê ve dewleta Tirk hewl dide bendavê dagir bike û li gelê herêmê şantaj bike.
Berxwedana gel û şervanan ya li bendava tişrînê
Ev hewldanên dagirkeriyê weke me di jor de jî destnîşan kirî, di 8’ê kanûna sala 2024’an de êdî gihaştin lûtkeyê. Dewleta Tirk komên xwe yên çete amade kirine û bi piştevaniya locistîkî û ezmanî dest bi êrîşê kirin. Heta li gorî agahiyên ku navenda ragihandinê ya QSD’ê belav kirine, MÎT’a Tirk û leşkerên wê bi xwe jî tevlî êrîşê bûne.
Dewleta Tirk gelek caran bi rêya medyaya xwe ya şerê taybet angeşt dikir ku bendava Tişrînê dagir kirine û berê xwe didin herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê her carê rojnamevan û berpirsên ragihandina QSD’ê ji bendavê bi xwe derdiketin pêşberî medyayê û idîayên wan derewandin.
Tirkiyê û çeteyên wê ve bi hemû rê û rêbazan xwestin Bendavê dagir bikin, lê berxwedana gel û şervanan ya li Bendavê bû kelema çavê neyaran û planên wan ên vejandina Osmaniya nû û têkdana statuya Rêveberiya Xweser têk birin. Li eniyên cengê yên herî pêş bi pêşengiya Jînda Botan, Harûn Rojava, Ronahî û bi dehan fermandar û şervanên mîna wan berxwedana rûmetê hate meşandin.
Her wiha li aliyê din jî gel ji bo parastina Bendava Tişrînê, şermezarkirina êrîşan û piştevaniya şervanan di roja 8’ê çileyê de biryar girtin ku ref bi ref berê xwe bidin bendavê û dest bi nobeta parastinê bikin. Karwanê yekem yê gel beriya ku bighêje bendavê derdora wan hate bombebarankirin û 3 welatî şehîd ketin, lê tevî wê yekê jî gel bi israr û hişmendiya parastina destkeftiyên şoreşê, xwe gihandin Bendava Tişrînê û dest bi nobeta parastinê kirin.
Ji wê demê ve û ta îro kerwanê gel, ref bi ref weke ku ber bi azadî û serkeftinên gewre ve diherikin, weha jî berê xwe didin Bendava Tişrînê û parastina nirxên xwe yên herî pîroz dikin.
Bendava Tişrînê bû şahidiya dilsoziya Edhem û Hêza ya bi şoreşê re, bû dîdevana eşqa ebedî ya Bavê Teyar, Bavê Hogir, Abdulqadir û Menîcayê ya bi şoreşê re. Belê, tevî ku berdêlên giran hatin dayîn, lê bi felsefeya Em ji mirinê mezintir in, gel bi gerandina sema û dîlana azadiyê bersiva êrîş û komkujiyên dewleta Tirk didin. Berxwedana Bendava Tişrînê ku bi pêşengiya dayîk û jinên leheng dest pê kir, zêdetirî 3 mehan e bi hemû hêza xwe ya herî xurt didome. Mîna agirê Newrozê, agirê azadiyê her dem geş û zindî ye. Berxwedana li Bendava Tişrînê rê li pêşiya dagirkirina bajarê Kobanê û herêmên din ên di bin serweriya Rêveberiya Xweser de girt. Her wiha bû xala berdewamker ya serhildan û şoreşên Kurdan. Ev berxwedan bû sedema wê yekê ku dagirkerî bi şûnve bizivire û ew neçar hiştin ku bi rêveberiyê re bikevin nava danûsitandinan.
Cihê ku berxwedan û têkoşîna ji bo avakirina pêşerojeke azad û wekhev lê hebe, helbet dê serkeftin li wir were misogerkirin. Bendava Tişrînê jî bû cihê giring yê parastina statuya ku bi xwîna hezarên şehîdan hatiye avakirin û dê heta hetayê di dîrokê de xwedî cihekî giring û pir biheybet bimîne.