Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

10’emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê

16/04/2025
in JIN
A A
10’emîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û endama komîteya amadekar Firyal Çolê tekez kir ku Festîvala Wêje û Hunera Jinê pireke ji bo kombûna jinên herêmê bi tevahî jinên cîhanê re.

Bi sponseriya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Festîvala Wêje û Hunera Jinê ya 10’emîn di dîrokê 17’ê Nîsanê li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo, bi drûşmeya “Hunera Azad Bi Deng û Rengê Jinê” wê bê li dar xistinê. Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinê berhem û jêhatiyên jinan derdixe holê û dibe destekek ji bo tevlîbûna hemû jinên dîtir ku karibin di riya berhemên xwe cihê xwe têde bigrin.

Festîvala Wêje û Hunera Jinê her sal di meha Adarê de dihat li dar xistin, lê bi sedema rewşa awaret û ewlehî îsal hate talaq kirin. Festîval wê sê rojan 17, 18, 19’ê Nîsanê berdewam bike.

Derbarê amadekariyên festîvalê de Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û endama komîteya amadekar Firyal Çolê ji rojnameya me re axivî û wiha anî ziman: “Ji destpêka sala 2025’an amadekariya festîvalê tê kirin, îsal me nameya Rêber Apo kir bingeh ji bo li dar xistina festîvalê.” Firyal Çolê diyar kir ku xebatên ku di festîvalê de bên pêşkêşkirin, xebatên wêjeyî, hunerî û karê destan e. Karê destan pîvan jê re hatibûn dayîn da ku tevlîbûn bê kirin, di beşa hunerî de wê Gotar, Çîrok û Helbest bi sê zimanan be. Li gorî Firyal Çolê komîte ji bo nirxandina berheman hatine avakirin û xebatên xwe dane destpêkirin ji bo hilbijartina berhemên herî baş li ser sê pêvajoyan.

Firyal Çolê wiha pê de çû: “Festîval li ser asta cîhanê bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bê li dar xistin. Derbarê wênexêzên ku bi destê jinan tablo hatine saz kirin, vê sale gelek astengî derketin di milê radestkirina tabloyan bi sedema şert û mercên heyî, li ser asta kantona Cizîrê 40 jin xebatên xwe yên hunerî pêşkêş kirin, komîteya nirxandinê ji bo nirxandina tabloyan jî hate avakirin li ser sê pêvajoyan.”

Firyal Çolê wiha lê zêde kir: “Di beşa Karê Destan de zêdetirî 50 jinan karên xwe pêşkêşkirin e, cihên taybet ji wan re hatiye diyar kirin bi kordînasyona komîteya amadekar re, ji bo berhemên xwe di seranserî sê rojên festîvalê pêşkêş bikin.”

Firyal Çolê tekez kir ku armanca li dar xistina Festîvala Wêje û Hunera Jin ku piştgiriyê bidin jêhatiyên jinê, bi taybet di warê karê destan de, ji bo bibe bingeh û kaniyek ji tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re.

Bernameya festîvalê

Firyal Çolê wiha axaftinên xwe berdewam kir: “Festîval êdî wê 2 seatan ji bo beşa huner û wêjeyî bê pêşkêş kirin, wekî din wê serdan ji bo beşa karê destan bê kirin. Me têkilî bi koman re kiriye ji bo dîlanên jinan, komek ji bajarê Reqa, komek şano ya jin û helbestvanên jin bi zimanê erebî û kurdî tevlî bibin. Di festîvalê de wê senevîzyoneke bê pêşandan tê de wê peyamên pîrozbahiyê ji tevahî jinên cîhanê ku komîteya amadekar karîbû bighêjin wan bê pêşkêş kirin, peyam ji jinên Başûrê Kurdistanê, Rûsiya, Siwêda û ji hundirê Sûriyê û tevahî cîhanê hene. Tevlîbûneke taybet ji saziya “Kezî” ya jinan heye, belgeke fîlmeke li ser jinan hazirkirine wê di roja 2‘an de bê pêşandan.”

Herwiha wê “Di roja Sêyem de senevîzyonkek berfireh li ser tevahî berhemên hatine pêşkêş kirin, wekî din nirxandina komîteya tehkîmê bê pêşandan. Di roja dawî de wê navên jinên serkeftî di beşa wêje û hunerî de bên ragihandin bi zimanê kurdî û erebî.” Li gorî Firyak Çolê di dawiya festîvalê de wê xelat bên dayîn rêza yekem, duyem û sêyem. Dayîna xelatê nayê wateya ku hemû jinên din binketî ne, lê weke taşwîqekê ji bo tevlîbûna hemû jinan bi taybet di beşên hunerî û wêjeyî de. Navên jinên ku bi serkketine veşartî bimîne heta kêliya dawî di festîvalê de.

Hevseroka Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û endama komîteya amadekar Firyal Çolê wiha got: “Ev festîval weke riyeke ji bo temsîlkirina dengê jinê yê rastî ye û pireke ji bo kombûna jinên herêmê bi tevahî jinên cîhanê re.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.