Kemal Necim
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana civakî, siyasî, aborî û têkiliya di navbera pêkhateyên civakê de li ser rêgezên Peymana Civakî tê birêvebirin. Di peymana civakî de sê zimanên fermî yên sereke li herêmê hene, Kurdî, Erebî û Sûryanî. Hemû saziyên Rêveberiya Xweser hewl didin di têklî û belgeyên fermî de her sê zimanan bikar bînin.
Bikaranîna sê zimanan ne tenê di têkiliyên fermî de tê bikaranîn, her wiha di hin çalakiyên civakî, siyasî û çandî de jî tê bikaranîn. Ev reftar bê guman reftareke şaristane û pêşketî û dadmend e ku rê li ber hemû pêkhateyan vedike bi zimanê xwe yê resen beşdarî kargêrî û çalakiyên civakî bibe.
Di çalakiyên çandî de ku li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê têne lidarxistin weke festîvalên mezin mîna Helbest, şano, huner û HWD. Dema ku mercên beşdarbûna van çalakiyan têne eşkerekirin rê ji bo beşdarbûna bi her sê zimanan tê vekirin û hemû amadekarî li gorî sê zimanan tê kirin.
Heta vir rewş hemû asayî û şaristanî ye, lê tişta ku hêdî hêdî li ser erdê rûdidin ne wiha ye. Pir caran ji ber ku pêkhateyên din bi Kurdî nizanin, bi awayekî xweber berê têkilî û danûstandina çalakiyê ber bi erebî ve diçe, ji ber ku kurdên beşdarên çalakiyê bi Erebî dizanin, lê Ereb bi kurdî nizanin. Di hin çalakiyên siyasî de, mîna panêl û komxebatên gotûbêjê ev arîşe bi rêya wergerandinê tê çareserkirin. Lê rewş di çalakiyên wêjeyî de ne wiha ye.
Bi salan li ser ziman û wêjeya Kurdî qedexe û çewisandina giran hebû, lewma derfeta civaka kurdan pir çênebû ku wêjeya xwe têr û baş gotûbêj bikin, nas bikin, binirxînin, rexne bikin û pêş bixin. Lewma niha gelek saziyên ku bi kar û barên çandî re mijûl dibin hatine avakirin da ku karibin wan demên dirêj ên windabûyî vegerînin û mijaraên wêjeya kurdî, zimanê kurdî, şanoya kurdî, hunera kurdî bidin ber çavê nirxandinê û hewl bidin ku bighînin asta wêjeya cîhanê. Lewma hewce ye ku der barê van mijaran de çalakiyên berfireh, kûr û demdirêj bêne lidarxistin. Ev çalakî wexta ku bi sê zimanan tên lidarxistin, naverok, ziman, taybetmendî û xweseriya çand û wêjeya kurdî di nav de winda dibe, ji ber ku piraniya gotûbêjan, berheman wê bi zimanên din bin, bi taybet bi zimanê Erebî bin.
Bê guman çalakiyên bi sê zimanan ne tiştekî şaş e. Lê pir hewce û grîng e ku li kêleka wê çalakiyên pir berfireh, demdirêj û kûr lê xwerû bi kurdî bêne lidarxistin. Weke mînak carê salane bi boneya roja zimanê Kurdî pêşangeha pirtûkên kurdî dihate lidarxistin, lê mixabin ew çalakî hate betalkirin. Her wiha pêwîste salane mihrîcanên wêjeyê, çandî û hunerî û yên ziman li ser asta Rojava lê xwerû bi zimanê kurdî û naveroka kurdî bêne lidarxistin. Ji bo parastina taybetmendî û xweseriya her çandekê pêwîste di hundirê her desteyeke çandê de ofîsên taybet yên her zimanekî hebin ku tenê bi kar û barên çanda wî zimanî ve mijûl bibin.
Ev kiryar û reftar ne reftareke nijadperestî ye yan jî ferzkirina yek zimanî ye, lê belê rêzgirtina taybetmendî û xweseriya ziman û çanda kurdî ye ku bi salan hatiye qedexekirin. Eger bi hênceta rêgezên bîrdozî em guh nedin xweseriya çanda kurdî dê her û her ziman, wêje û hunera kurdî li paş bimîne.