Argêş Vîyan/Qamişlo
Yek ji endamên komîteya amadekar ya Mihrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol û endamê Koma Şano ya Çiya Harûn Hêvî bilêv kir ku Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol di asta pêşxistina şanoya kurdî de gaveke girîng e û wiha got: “Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bingeha hûnerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Vê mihrîcanê moraleke mezin di nav civakê de ava kir.”
27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye. Di vê rojê de du şanogerên Kurd tên bibîranîn. Tesaduf jî ev e ku şanogerê Kurd Gafur Dogan (Hêvî) di 27ê Adara sala 1971’an de ji dayik dibe. Şanoger û şoreşger Yekta Herekol jî li bajarê Helebê li hemberî komkûjên rejîmê, di 27’ê Adara 2004’an, Roja Şanoyê ya Cîhanê de, ji bo bêdengiya hunermendan şermezar bike bedana xwe dike agir û nemir dibe. Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanê her sal 27’ê Adarê li Qamişlo Mihrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol tê lidarxistin.
Derbarê 7’emîn Mihrîcana şano ya Şehîd Yekta Herekol de, endamê komîteya amadekar ya mihrîcanê Harûn Hêvî ji rojnameya me re axivî.
‘Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol bingeha hûnerî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
Endamê Koma şano ya Çiya Harûn Hêvî û yek ji endamê komîteya amadekar ya mihrîcana şano ya Şehîd Yekta Herekol, cudahiya mihrîcanên salên borî anî li ser ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Salên destpekê yên mihrîcanê tenê ji ber astengî û kêmahiyan derfetan tenê bi zimanê Kurdî şano dihatin pêşkêşkirin û şanoger tenê Kurd bûn. Lê sala 7’emîn de bi mihrîcanek pir zimanî û pir çandî hat rêvebirin. Gelek zimanên cuda yên biyanî jî hatin werger kirin. Li gor salên berê pir berfireh hatin meşandin û aliyê xwe yê navnetewî derkete pêş. Li ser asta Kurdîstanî û tevahî Sûriyê jî tevlîbûnên şanogeran û komên şanoyan hatin kirin. Herêmên rizgarkirî weke Reqa û herêmên din yên pêkhateyên Ereb û bajarê Siwêda ya Sûriyê jî şanoger tevlî mihrîcana 7’emîn bûn. Di aliyê hûnerî de kêmekê kêmahîyên me hebûn, lê dikarin bên sererastkirin. Şanogerî xizmetgûzarî û bingeha ya civakê ye, ji ber wê jî pêwîste bên xurtkirin. Rûxmî zehmetî û êrîşên li ser herêmê dimeşin yên ji bona astengikirina mihrîcanên hûnerî û ji aliyê welatiyan de bi coş û kelecanekî mezin hatin pêşwazî kirin. Ev jî, ji bona me cihê keyfxweşî û şanazîyekî mezin e. Ev mîhrîcana şanoyê îsal ji bona şanoger û welatparêzê di êrîşa dewleta Tirk ya dagirker de gehiştibû asta şahadetê Cuma Xelîl (Bavê Teyar) diyarî hat kirin. Tevlîbûnekî girseyî di hemû aliyan de hatin kirin û erenî bû. Welatiyên Qamişlo û bajarên Rojavayê Kurdistanê û xwandekarên zanîngeh û peymangehên hûnerî jî tevlî vê mihrîcanê bûn. Hemû komên şanoyê û şanoger û desteya amadekar hatin xelatkirin.”
‘Piştî şer, pevçûn û êrîşên li ser herêmê ev mihrîcan moralekê mezin di nav civakê de ava kir’
Harûn bibîrxist ku mihrîcanên wiha asta pêşketina civakan didin xuyakirin û wiha berdewam kir: “Ev mihrîcanê bandorekê pir erenî li ser civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Ji ber ev demekê dirêje li ser herêma me, gef û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker hene. Heya niha jî gel û şervanên azadiyê mil bi mil dane hev berxwedanî dikin. Li Rojhilata Navîn derdorên desthiladar û rêjîmên xînxwar hemû hilweşîyan, lê tenê modela demokrasî û azadiyê ya Rêveberiya Xweser xwe li ser lingan girt. Ji ber ku fikir û felsefeya gerdûnî ya Rêber Apo hatiye avakirin. Ev gel û civaka ku bin modela Rêveberiya Xweser de jiyan dikin û xwe rêve dibin pêwist e di aliyê çandî û hûnerî de jî bên naskirin. Pêwîstiya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi moral û şahiyên hûnerî jî hene. Qadên Rêveberiya Xweser tenê bi şer û pevçûnan divê neyin naskirin. Ev mihrîcan li ser du xalan pir girîng e; yekemîn: ji bona danasîna çand û hûnera Kurdistanî û heremê, ya duyemîn jî: pêşiya bişaftin û helandina salan bê girtin e. Yek jî girîngiya lidarxistina van mihrîcanên wisa ev e ku civak zêdetir bikare hêz û kevneşopîya xwe nas bike ye. Piştî bang û peyamên Rêber Apo yên weke 27’ê Sibatê, 8’ê Adarê û 21’ê Adarê çava di nav gel û civakê de bi coş û kelecan dabe avakirin, di heman demê de jî ev coş û kelecan gehişte lûtkeya bilind û ev mihrîcan jî bû sedemekî wan peyam û bangên Rêber Apo. Ji xwe ger ku têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ya salan nebûya û di heman demê de jî, şervan û gelê fedekar yên heya roja îro li berxwe didin, ev mihrîcana bi saya wan tê lidarxistin. Ev mihrîcan mîrateya keda şehîd Hêvî, Yekta û şanoger Bavê Teyarin. Em wê mihrîcanê weke desteya amadekar diyarî Rêber Apo, şervanên QSD’ê, gerîlayên serê çîya û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Ev mihrîcan bi keda hemû kedkarên çand û hûnerê hat lidarxistin.”
‘Weke Komîna Şano ya Çîya plansazîyên me yên hûnerî dê bidomin’
Hêvî di dawîyê de spasiya saziyên ku tevlî mihrîcanê bibûn kir û axaftina xwe wiha qedand: “Plansaziyên me yên di asta hunerî de dê berdewam bikin. Pîştî betlana dibistana ya salan e em ê dest bi çalakî û mihrîcanên hunerî bikin. Em ê taybet pêşerojên civakê yanî zarokan destpê bikin û komên zarokan û ciwanan ava bikin. TEV-ÇAND Mezopotamya û Komîna Şano ya Çiya em ê çalakiyên cûrbecûr li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Ji bona ciwan û zarokên kurd û herêmê ev 3 mehên ku betlane ye, tiştên cuda ve mijûl nebin û çand û hunera xwe ji dûrnekevin em ê her qadê jiyanê bikin dibistanên hunerî. Di heman demê de jî em weke desteya amadekar ya mihrîcanê spasiya saziyên Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şanogerên ji derve û tevahî Sûriyê de bi şanoyên xwe tevlî bibûn, welatiyên ku em tene ne hiştin sazî û endamên Ragihandina Azad yên ku roja destpêkê heya roja dawiyê mihrîcan şopand û ked dabûn spasiya xwe ji wan re rêdikin. Herî dawiyê jî bangamin hemu şanoger û hunermendên ji ber sedemên cuda welatin xwe terikandine ye bila vegerin welat û em bi hevre ji bona welat kar bikin.”