Esma Mistefa/Qamişlo
Tevî geşedanên siyasî li Sûriyê û rêkeftinên ku hatine îmzekirin, binpêkirinên komên çete ku Tirkiye piştgiriya wan dike li dijî gelê kurd ên resen yên Efrîna dagirkirî de didomin.
Tevî ketina hêza asayîşa giştî yên girêdayî hikûmeta demkî bo nav bajarokên herêma Efrînê û nav bajêr, lê belê komên çeteyan û niştecihên ku hatine li herêmê bicih bûne, bi awayekî dubare û bê tirs kiryar û binpêkirinan pêk tînin. Ev yek di bin çavdêrî û dîktatoriya dewleta Tirk a dagirker de, li dijî gelê Kurd ê xwecihî tê domandin.
Piştî ku zêdetirî heft salan li bendê bûn, hin malbatên kurd ên ku vegeriyan gundên xwe yên herêma Efrînê ya “Çiyayê Kurmênç – Kurdax” nekarîn di malên xwe de rûnin û dukan û milkên xwe bi dest bixin. Di encamê de komên çekdar berdewam in li ser berfirehkirina bandora xwe, ku ji serkirde û endamên komên girêdayî Îtîlafa Sûriyê û hikûmeta wê ya berê hatiye hilweşandin pêk tê, ji diz û kesên bênas yên ku riyan digirin ku ji aliyê istixbarata Tirkiyê ve têne bikaranîn.
Piştî lihevkirinan kiryarên dagirkeriyê
Kiryarên dagirkeriya Trikiyê û komên çeteyan li Efrînê di bin bêdengiyeke navnetewî û herêmî de têne domandin. bi taybet piştî geşedanên dawiyê yên ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê a nû de hatine pêşketin ku divê desrwerdan li gelê kurd di Efrîn û her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrfiyê neyên kirin. lê belê çiqas ev yek hate parastin girîng e. her şiqasî ev lihevkirin û rêkeftin bi awayekî temamî nehatibe bicih kirin jî, lê divê dawî li rewşa tirs, dizî, binpêkirin, kiryar, girtin û desteserkirina mal û milkên gelê resen yên di Efrînê de bê kirin.
Girtina welatiyên ku ji Helebê derbasî Efrînê dibe
Di nava kaosa ewlehiyê, nebûna edalet û hesabpirsînê, belavbûna çekan di destê çekdar û niştecihan de, û nekarîna Dezgeha Ewlekariya Giştî ya pêkanîna erkên xwe de, binpêkirin û tawanên li dijî nifûsa xwecihî ya Kurd ji aliyê komên çete û niştecihan ve li herêma Efrîn zêde dibin.
Di çarçoveya desteserkirin û binçavkirina gel de, endamên nuqteya kontrolê ya ewlehiyê ya li ber deriyê bajarokê Racoyê li gundewarê Efrînê, bi serokatiya kesê bi navê “Salih” ji bajarê Derayê û “Mihemed Hec Elî” ji bajarê Ezazê, roja Duşemê, 7’ê Nîsanê, hemû wesayîtên giştî yên ku rêwiyên ji bajarê Helebê têne Efrînê hatin rawestandin. Hemû welatî veguheztin qereqola polîsan “Daîreya Îstîxbarata Giştî” ya ku ji hêla kesê bi navê “Medhat Mustafa Harmûş” bi nasnav “Ebû Mahir” ve tê rêvebirin ew jî yek ji hemwelatiyên Humsê ye, Kirin.
Komên çeteyan wan her kesê ku nasnameyên ji hêla meclîsên herêmî yên herêma Efrîn ve hatine dayîn bi wan re tunebûn, rawestandin. Her wiha ew gel dabeşî du beşan kirin.
Beşa yekem: Bi tewana xizmetkirina di dezgehên sivîl ên “Rêveberiya Xweser a berê” de hatin girtin û li hember serbestberdana her yek ji wan 700 dolarên Amerîkî cezayên pereyan lê hat birîn.
Beşa duyem: Bi tewana xizmetkirina di refên Hêzên Parastina Gel de hatine girtin, li hember berdana her yek ji wan 2,000 dolar cezayê pereyan li wan hatiye birîn.
Beriya derketinê dizî û talankirin
Li gorî tiştên ku di Efrînê de têne teysandin û qewmandin her wiha yên ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan ve hatine belgekirin. Ku komên çeteyan hê jî kiryarên dijmirovî li ser gelê kurd didin domandin. Di demên dawiyê de qismek mezin ji malbat û komên çeteyan ji Efrînê derdikevin, lê di berdewamkirina dizîkariya xwe de hê jî bi îsrarin ku dema malbatên çeteyan derdikevin, hemû alavên xaniyê weke derî, pençereyan jê dikin û bi xwe re dibin, herwiha darên zeviyên gel hildikin, qutdikin û bi xwe re dibin. Gelo ev pêkanînên exlaqê mirova ye?
Qirkirina daristanên Efrînê
Piştî heft salan ji dagirkirina herêma Efrîn û hewildanên lihevkirinên vegera bi ewle a gelê ku 7 salin di nava pencên koçberiyê de jiyan dikin. komên çeteyan her cûre binpêkirin û hovîtî li dijî mirovan, daran û keviran, li ber çavên rayedarên dagirker ên Tirkiyê û civaka navneteweyî, bêyî tu hesabpirsîn an çavdêriyê pêk anîne.
Di çarçoveya qirkirina daristanên gundewarê Efrîn de, di demên dawî de birîna neqanûnî ya daristanên gundên navçeya Cindirêsê yên wekî daristanên (Çiyayê Qezqalî – Çiyayê Hec Hesenlî) ji aliyê çeteyên Emaşat û malbatên niştecihên ku ji aliyê van hêzan ve têne piştgirîkirin ve, zêde bûye. Li navçeya Şêrawa, li gundê Sixunekê, daristanên gund jî ji aliyê endamên Hêza Hevbeş ve, bi taybetî Hemze, têne wêrankirin da ku pê bazirganî bikin û li bazarên herêmî bifroşin.
Talankirin û hilweşandina xaniyên gelê Îzîdî
Wêrankirin û talankirina mala yek ji birayên Êzîdî li gundê Êzîdiyan Pafilyon – navçeya Şaran a Efrîn. Piştî ku xwediyê xanî red kir ku bacê bide ku ji hêla niştecîhekî ku xanî desteser dikir ve li ser wî hatiye ferzkirin. Ku tê zanîn li ser hemû gelê gund bac ji laiyê Eniya El Şamiyê ve hatinne ferzkirin. Baca ji bo erdên çandiniyê û xanîyên niştecîbûnê di navbera (200-2000) dolarên Amerîkî de ye, û ji bo her dara zeytûnê ji bo welatiyên gund jî mîqdarek (1-2) dolarên Amerîkî ye.
Ev yek jî di heyva heyî de bi dîmen û wêne hate belgekirin û li ser media civakî belav bû.
Yek ji bûyerên kiryarên li ser jin
Li gorî îdiaya hin medyayê, welatiya “Xeyriya” ji ber nakokiyeke malbatî di navbera wê û hevjîn û zarokên wê de, ji bo wergirtina pasaportekê da ku here gel zarokêm xwe li Tirkiyeyê çûye bajarê Şamê. Lê belê, piştî nîvê şevê roja Çarşemê 19’ê Sibatê, welatiya “Xeyriya” dema ku li qereqola polîsan a Sarmada li gundewarê Îdlibê dihat ragirtin, gazî zarokên xwe kir û got: “Wan ez revandim û hemû pere û zêrên min birin û ez avêtim rêyekê”. Ji ber vê yekê, zarokên wê çûn bajarê Sarmada da ku alîkariya wê bikin û vegerînin malê. Her wiha biştî hatina Hikumeta nû bi dehan bûyerên revandin û kuştinê ji aliyê komên çeteyan ve di Efrînê de hatin kirin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku bûyerên niha hatine nivîsîn ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn-Sûriye ve hatine belgekirin. Ji bilî tiştên ku hatine xuyakirn, rojane bûyerên diziya berhemên gel, talankirina malan, kuştin, desteserkirin, binçavkirin û hwd tên bêk anîn