Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Cejina Çarşema Sor cejina herî kevnar a civaka Êzidî ye. Ev cejin her sal di çarşema duyem a meha Nîsanê de tê pîrozkirin. Li gor baweriya Êzîdiyan di vê çarşemê de gerdûn hatiye avakirin.
Cejina Çarşema Sor cejina herî mezin a civaka Êzidî ye de ye. Ev cejin her sal di çarşema beriya meha Nîsanê tê pîroz kirin. Li gorî ola Êzidî di çarşema beriya meha Nîsanê de heyînên zindî û gerdûn hatiye avakirin.
Gelên Êzîdî li seranserî cîhanê belav bûne. Bi taybet jî li başûrê kurdistanê û Îraqê, paytexta Nînawa ya Îraqî û bajarên ku herî zêde kurd lê jiyan dikin. Herwiha li Tirkiyê, Rûsiya, Ezerbîcan, Ermîniye û herî zêde li Ewropayê jî gelek Êzîdî hene.
Êzdiya navê Çarşema Sor li cejna xwe kirine, ji ber ku di vê rojê de xweda xwîn rijandiye laşê Adem, goşt li ser wî temam bûye, xwîn di laşê wî de herikî û jiyan li ser gerstêrka cîhanê vejiyaye.
Baweriyên civaka Êzîdî ji Çarşema Sor re
Di baweriya Êzîdiyan de, di vê mehê de xweza xwe nû dike û hêk çêdibe. Ji ber vê jî hêk di baweriya wan de girîng e. Di vê rojê de êzîdî 12 hêkan dikelînin û her 3 hêkan bi rengê demsalekê dixemilînin. Hêk di baweriya êzîdiyan de sembola erdê, avabûn û vejîna jiyanê ye. Ango tiştê di hundirê hêkan de, di erdê de jî heye. Kelandina wê nîşaneya çêbûna erdê û qalika hêkan jî helandina qeşayê ye, her wiha rengê ku li hêkan dikin jî nîşaneya hatina Melekê Tawis, gul û jiyan dest pê kiriye.
Çar cejin di Rojekê de tên pîroz kirin
Di baweriya êzîdiyan de Çarşema Sor çar cejinan bi hev re dike yek. Yekemîn cejin dema gerdûn çêbûye û teqiyayî. Ji çar hêmanan pêk hatiye av, ax, ba û agir.
Cejina duyemîn bîranîna kelandin, cemidandin û keskaniya erdê radigihîne.
Cejina sêyemîn jî dema xweda yekem zindî afirandiye û xwîn berdayê bedena wî.
Cejina çaramîn ya berketê ye ango hêka yekem hatiye afirandin û zindiyê yekemîn hatiye xuliqandin.
Peresgeha Laleşê
Li perasgeha Laleşê di danên êvarê de agir pêdixin, li kolanan mûmên ji zeyta zeytûna pêdixin. Ciwan jî li qadê agir gur dikin û xwe ser re davêjin. Bi avêtina li ser agir ciwan dibêjin:”Ey agir, rengê zer bibe û rengê xwe yê sor bide min.”ango rengê zer nexweşiye û ya sor jî tenduristî û saxî ye. Her wekî tê zanîn agir di ola Êzîdiyan de pîroz e. Nîşaneya ronahiyê û xelasiya ji reşiyê ye.
Mîtolojiya baweriya êzidiyan
Çarşema Sor di mîtolojiya baweriya Êzidiyan de, teqabulî roja afirandina alemê dike. Dinya di wê rojê de hatiye avakirin û Melekê Tawis hatiye ser rûyê zemînê. Ev roja pîroz, roja efûkirina gunehan, pak û paqijbûna ji gemariyên dinyayê ye. Ev roj, roja afirandina silhê, qayîmkirina biratiyê ye. Çarşema Sor an ku Çarşema Serê Nîsanê, di mîtolojiya Êzidiyan de destpêka biharê, an ku roja nû ye. Di baweriya Êzidiyan de ev roj, Melekê Tawis xirabiya li ser dinyayê xelas dike û qenciyê li hemû mirovan pêk tîne. Meha Nîsanê ji ber van sedeman ji aliyê Êzidiyan ve wek meheke pîroz û bûka 11 mehan tê qebûlkirin.