Amara Baran/ Qamişlo
Parlementera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku zêdetirî 30 salî ye Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rê û rêbazên demokratîk ku di qada siyasî de bê çareserkirin lêhûrbûnê dike û xwedî fikire.
Parlementera berê a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di çarçoveya bangawaziya dîrokî a Rêber Apo a di 27’ê Sibatê û hevdîtinên ku hatine kirin de bersiva pirsê Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:
Rêber Apo 30 sal in dibêje ku divê pirsgirêka kurd di zemînekê demokratîk de bê çareserkirin, di 27 Sibatê de jî bangekî dîrokî kir. Ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin erkên ku dikeve ser milê partiyan çi ne?
Bangawaziya Rêber Apo a di 27’ê Sibatê de ji bo her kesê tiştek nû bû, dema ku em li dîrokê mêyze dikin, Rêber Apo ji sala 1993’an heta niha ev 30 salin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rê û rêbazên demokratîk ku di qada siyasî de bê çareserkirin lêhûrbûn dike û xwedî fikire. Rêber Apo di paraznameya 5’mîn de bi awayek zelal radixe ber çav, bi rêbaza ku çawa pirsgirêka kurd bi çareserî û aşitiyane çareser bikin. Ne tenê ji bo pirsgirêka kurd, li gelemperiya cîhanê kirîz û qaosekî mezin heye, ji ber ku hêzên desthilatdar û yên kapîtalîst hertim li gor berjewendiyên xwe daxwaz dikin ku civakê ji nûve ava bikin û li ser tunekirina civakê pergala xwe ya desthilatdariyê ji nûve ava bikin. Rêber Apo hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelên bindest yên li Rojhilata Navîn û cîhanê, bi taybet jinan bi gelemperî rêbazê çareseriyê dide nîşandayîn. Di vir de carek din sekin û rêbaza xwe nîşan da. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya bi Omer Ocelan re jî anîbû ziman ku ji bo ew pirsgirêk bê çareserkirin hem ji aliyê fikir de hem jî di aliyê îrade de hêza min heye ez dikarim çareser bikim. Heman deme de gelek caran jî aniye ziman di bangawaziya xwe de jî dibêje ku ew muxatabeke digere ku ew pê re rûnê û pirsgirêka heyî çareser bike. Rêber Apo careke din wî sekna xwe ya dîrokî dubare kir. Rêber Apo di hevdîtina xwe a bi Partiya DEM re çêkiribû, bi 12 xalan fikre xwe parvekiribû, di wan 12 xalan de bingeha bangawaziya dîrokî a demsalê avakiribû, ew bangawazî ne tene ji bo aliyekî bû, heman demê de ji gel û partiyên siyasî jî re bû. Di demên bihûrî de ew pirsgirêk tene di navbera dewletê û Rêber Apo de hatibû nîqaşkirin. Divî pêvajoyê de lazime tene di wir de sînordar nemîne ji bo ku ew pirsgirêk bê çareserkirin di banga dîrokî de wek gotina dawiyê hatibû ziman pêwîste bingeha hiqûqî û siyasî were avêtin, ji bo wî jî vî berpirsiyartî jî dide ser milê partiyên siyasî hem yên parlemantoy hem jî yên dervay parlementoy, ji ber ku guhertinên hiqûqî û siyasî lazime di bin sîwana parlementoyê de bên kirin ev bi zagon û makezagonên ku jin û gelan nasnake ji nûve werin nîqaşkirin û guhertin.
Partiyên siyasî yên kurd pêwîst e peywir bigrin ser milên xwe, ji ber ku ew pirsgirêk ne tene pirsgirêka kurdan e ku bandora xwe tênê li ser gelê kurd bike. Dema ku em li Tirkiyê û çar parçeyê Kurdistanê mêyze dikin pirsgirêkên heyî bi hêzên navxweyî nehatiye çareserkirin, deste hêzên emperyalist jî ketiye nav wan pirsgirêkan mînaka ku herî zêde li ber çave û pirsgirêk zêde kur bûye gaze û sûriyê ye, ew jî bandora xwe li ser civakê bi gelemperî kiriye. Li Tirkiyê demek dirêje ku siyaseta şer tê meşandin aboriya civakê herê zêde di şeran de tê xerckirin îro li Tirkiyê jî di aliyê aborî de kirîzek mezin li ser civakê tê meşandin, heta ku qirîza Tirkiyê neyê çareserkirin demokrasi pêş nakeve. Pêwîst e gelê kurd û zimanê kurdan bê naskirin, bi qeyûmên antî demokratîk nikarin welat pêşbixin, ji aliyê demokrasi û hiqûqê ve Tirkiye her ku diçe paş dikeve. Taybet dema ku em li mafên jinan mêyzedikin her roj jin bi deste dewletê tên qetilkirin em nikarin vî ji siyaseta şer qût bigrin dest. Di civîna 2024 ‘an de MGK ‘ê de biryara hilweşandinê li hemberê tevgera azadiyê û gelê kurd hat dayîn. Îro civaka Tirkiyê bixwe hildiweşe û xirabûneke mezin bi deste çeteyan pêşketiye. Ji bo ku ev hilweşandin bi dawî bibin pêwîste partiyên siyasî yên Tirkiyê gavên cîdî ji bo çareseriyê bavêjin.
Rêber Apo di banga dîrokî de dibêje: sosyalîstbûyîn civakbûn e, civakbûyîn jî tê wateya meşa bi gel re, hûn vê çawa dinirxînin?
Rêber Apo di banga dîrokî de dibêje ku sosyalîstbûyîn civakbûyîne ev peyv ji bona me pir girîng û bi wateye. Dema ku em rewşa cîhanê bi giştî mêyzedikin hêzên emperyalist li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. li keleka wî jî civak û civakbûyîn heye civak îro bi bawerî, nasname û bi dîroka xwe dikare xwe pêş bixe û li hemberê zîhniyeta kapîtalîst xwe ji nûve avabike ne ku bi berjewendiya hin kesên derva tevbigerin. Dema em li dîrokê mêyzedikin sosyalîstbûyîn û civakbûyîn cewhera xwe hê jî di dîrokê de veşartiye, bi xirabûna civakê û bi avabûna pergala kapitalist û modernîst civak û jin ji xwezaya xwe dûrketine li kêleka wî jî hertim gelan li hemberê hev dane qirkirin û bi vî awayê berjewendiya xwe mezinkirine. dema ku civak bi xwe di nav çareseriyê da be ne ji bo kesan ji bo berjewendiya civake û xwezayê tekoşîn bike wê serkeftinên pir mezin bi dest bixin. Mînakê vî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de û li Rojavayê Kudistanê de xwe didin nîşandayîn li hemberê pergala modernîteya kapîtalîst a ku digot tu altarnatîf tuneye mecburin dinav vî pergalê de bijîn ew cewher carekdin derket pêş û xwe bi rêxistin kir û altarnetîfekî ji bo gelemperiya civakê pêş xist. Rêber Apo li hemberê wî pergala kapîtalîst fikren xwe bi salane komkiriye û bi lêhûrbûn û lêkolînên xwe fikrekî nû derxist pêş.
Ji bo ku ev pêvajo encam bigre pêwîst e dewlet gavan bavêje, çi dibe asteng ku dewlet heta niha gav neavêtiye?
Dewlet ji bo ku gavan bavêje pêwîst e muxatabê yekemîn ku Rêber Apo ye tecrîda giran a 26 salan ku bi dijwarî didomîne were rakirin. Dewlet ji aliyekî de behsa çareseriyê dike ji aliyêdin ve jî tecrîdê didomîne, ya girîng ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û azadiya wî a fîzîkî bê pêkanîn ku bi fikir û hêza xwe di nav vî pêvajoya ku hatiye destpêkirin de bi awayek aktîf cîh bigre şert û merc bên avakirin. Tenê ji bo bangawaziya ku li PKK’ê hatiye kirin girtina dest kêm dimîne ji ber ku PKK’ê di vî pêvajoyê de ne serdeme encame. Gelê kurd bi sedan salin li ser erdnîgariya xwe bi ziman, nasname û bi dîroka xwe nehatiye naskirin hertim bi siyaseta pişaftinê û bi tundî û qirkirinê re, rû bi rû mane, dewleta Tirk li çar parçê kurdistanê bi siyaseta xwe ew nêzikatî didomîne, bi rêbazê siyaseta qeyûm bi binçavkirinê dixwaze siyasetek qirêj bimeşîne li kêleka wî jî êrîşên li ser qadên parastina medya û rojava her ku diçe dijwar dike, li kêleka wî jî bi gotênên aşitiyê kar tîne. Ji bo ku aşitî pêkanbe gava yekem ewe ku pêşiya Rêber Apo bê vekirin ku bikaribe di vî pêvajoyê de bi hemû hêza xwe cîh bigre ku bingeha siyasî û hiqûqî were avakirin. Ji bo ku PKK’e bikaribe kongra xwe li dar bixe lazime bingehekî hiqûqî û siyasî bê avakirin, û pirsgirêka kurd di asta siyasî de bê nîqaşkirin ku hin zagon bên guhertin, bi hezaran siyasetmedarên ku di girtigehan de dîl tên girtin ji bo wan jî gav bên avêtin , li hemberê deh hezaran kurdên ku doz û dosyay girtinê li ser wan hene pêwîste ji aliyê zagonî ve li parlementoya tirkiyê bên nîqaşkirin û gav bên avêtin, ger ji aliyê Dewletê ve gav bên avêtin em bawerin Rêber Apo bi hêz û fikra xwe divî sedsalê de bi aşitiyane û bi awayek demokratîk dikare pirsgirêka rojhilata navîn çareser bike