Nehîr pale
Ji bo jin bighîje asta xwebûnê û ji mêr rizgar bibe hinek pêvajo hene divê têre derbas bibe. Di destpêkê de dibe vê yekê weke dozeke siyasî û bîrdozî binirxîne û têkeve nava lêgerînên çima civak cûdayî dixe navbera jin û mêr? Çima ewqasî tûndî li jinê tê kirin, girîngî didin mêr, jinê lawaz dibînin, hemû pirsgirêkan dixin sukra wê de, têkçuyîna xwe bi jinê rave dikin, berê jinê didin mirinê, îxanetê li jinê dikin, wê cinsê duyemîn dibînin, difroşin û dikrin, lanet lê tînin, wê dikin dostê şeytan û dişewitandin, bidarve dikin, di zîndanan de dirizîn in? Ev rêbaz hemû dibin sedema ku jin di ruh de bi zilam ve were girêdan û nikaribe dûr yan jî bê mêr bijî. Her wiha mirov dikare bêje jina ku nikare ji mêr dûr bikeve ew heyanî hestuyê xwe ketiye nava koletiyê de.
Di ruh û mejî de rizgarbûna jin ji mêr yek ji rêbazên ku jin gelek pirsgirêkên xwe çareser bike. Mêr dibe sedema ku jin her tim xwe lewaz bibîne, teqlîda mêr bike, yan jî hemû enerjiya xwe ji bo bala mêr bikşîne ser xwe, dide bi kar anîn.
Jin lewaz û mêr hêz dîtin pirsgirêkeke zihnî û ruhî ya heyanî hestuyê jinê çuye. Ji zaroktî heyanî çavên xwe li dunyayê digre ev zîhniyet di xwîna wê de dimeşe û qet destûr nadin wê ku li ser tiştekî dîtir bifikire. Tenê ji wê têxwestin ku aliyê bi hêz ku ew jî mêr e, razî bike. Ev zîhniyet bermahiya gemara civaka zayendperest e. Hemû jin li ser vê zîhniyetê têne perwerde kirin û mezin kirin. Di hemû gavan de destûr nadin ku jin nefes bistîne. Ji xwe jina vê yekê qebûlneke, tehemul neke yan li dijî wê derbikeve, dawiya wê kuştin, intîhar û mirin e.
Di vê rewşê de wê jin ji aliyê zîhnî û ruhî de xwe çawa ji mêr rizgar bike. Heyanî rizgar nebe ew ê nikaribe bibe xwedî îrade, sîstema hevserokatî wê neyê rûniştandin, wekhevî di navbera jin û mêr de çênabe, naghîje xwebûna xwe, naguhere û pêşnakeve.
Dema ku jin dev ji hevjînê xwe berdide û dibe miriyê kurên xwe nayê wateya ku ji mêr rizgar buye. Girêdana jin a bi bav, bira û kur ve mîna girêkeke kor e. Ev girêdan dikeve bin xizmeta zayendperestiyê de û firset nade ku jin nêzî hev bibin. Yek ji şertê rizgarbûna jin ji mêr ew e ku nêzî jin bibe û ji dilê xwe wê hîs bike.
Di civaka zayendperest de jin ji hevdû heznakin û bi koranî bi mêr ve têne girêdan. Ev girêdan jinê lewaz dike, gelekî zehmet dibe ku têkeve nava lêgerînên cûda û li hebûna xwe bipirse, êdî fêrî koletiyê dibe û teslîm dibe.
Rizgarkirina jin ji mêr û zîhniyeta baviksalarî ne hesan e. Têkoşîneke bîrdozî û siyasî ye. Jina ku ew gihandina asta li ser mêr bimre, heyanî ruhê xwe ji vê yekê rizgar bike têkoşîneke xurt dixwaze. Jina ku têkeve nava lêgerîna xwe ji mêr û koletiyê rizgar bike wê di têkoşîna xwe de bighîje çareseriyê.