Argêş Vîyan/ Qamişlo
Di pêşengtiya Kongra Star û yekîtiya jinên ciwan a kantona Qamişlo Li parka xwendinê şevbêrka li sernavê “Jin û Rêbertî” hat li darxistin .
Li bajarê Qamişlo şevbêrka bi sernavê Jin û Rêbertî de jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdar bûn. Endamên kongra star jinên ciwan, parastina jin, dayîkên şehìdan di şevbêrkêda amadebûn.
Berya ku şevbêrk destpê bike Nameya Rêber Apo ku ji bo jinên cìhanê şandibû hat xwendin. Piştêwî bi strana “ evìna dilêmin de Rêber Apo” ji aliyê Delîla Agirî ku ji bajarê Amûdê beşdar bûbû hat gotin.
Neceh Gilo jì behsa bîranînê xwe yên bi Rêber Apo re got” 4 nîsanê di serî de rêber apo ú malbata wî û li hemû jinan pîrozkir û wiha domand” derketina rêber Apo ji bo gelê kurd ronahîbû, rêber apo ji bo azadiya jin hertim dinav tekoşînê de bû. 1990 de min Rêber Apo dît ez ji axaftin û gotinêwî bandor dibûm . Em aliyekê din jî pir bi keyfxweşin ku em bi Rêber Apo re jiyan e. Heval Sara (Sakine Cansiz) re peşniyar kir ku pirtuke kê li ser jinê binivîs e. Rêber Apo got ku ‘min hestên xwe yên zilamtiyê kuştine. Jin bingeha jîyanê ya ku berhemdar e. Jinê pişti Rêber Apo naskir, xwe cîhanê da naskirin. Pêwiste jin xwe bike xelekek agir ji derdorê Rêber Apo re. Jin azad neb e, jin jî azad nabe”
Pişti axaftina Necah Gulo, Endamê Hêzên Parastina Cewherî Yadê Mizgîn axivî û wiha got: “Di destpekê Rêber Apo, bi çiroka Elifa hevala wî ya zaroktiyê dema zevicandin bala Rêber Apo bala wî kişand û giringiya hêza xweparastina cewheri pêş xist. Jinên azad pêşengên felsefa Rêber Apo ne.”
Endamê Hêzên Ewlekarîya Hindirîn Zibeyde Eli mafè axaftinê girt û got: “Em pir keyfxweşin ku bi saya ramanên Rêber Apo weke jinên Kurd em şevbêrk û kom xebatên wiha kom dibin. Rêber Apo xeta azadiya jinê serxist”
Xwişka şehid Menice Haco Ilham Haco li ser jiyan û serpihatiya sehid Menice axifi: “ Heval Menice em pir girêdayi bûn. Her çi dihat xwestin pêk di anî.”
Dayika binavê yadê Wetha Rêber Apo re silav sand û helbestek diyarî Rêber Apo û şervanên azadiyê kir.
Hevseroka desteya jin Rohat Xelil axivi û wiha got: “Rêber Apo got sedsala 21’emin sedsala azadiya jinê ye. Weke jinên Rojavayê Kurdistanê gelek xebat pêşxistin. Ji bona rexistinbûyina jin û malbatê gelek pêngav hatin avêtin. Piştî avakirina Rêveberiya Xweser, her saziyan de pergala hevserokati hat péşxistin. Jin û zilam bi hevdû re biryara jiyana xwe didin. Nêrinên jinê di her aliyê civakê de derbas dibê. Hevpeymana civakî bi destê jinê hat nivisandin. Reveberiya Xweser bingeha azadiya jinên hemû jinên cîhanê ye.”
Hunermend Çimen bi strana li ser Rêber Apo nivisandi bû got
Piştre şevbirka jinan bi gotinên stran û tililîyên dayikan bi dawî bû.