Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zanîngeha Rojava rojbûna Rêber Apo pîroz kir

15/04/2025
in NÛÇE
A A
Zanîngeha Rojava rojbûna Rêber Apo pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fakulteya Zanistên Xwezayî û Teknolojî ya Zanîngeha Rojava li navenda fakulteyê bi beşdariya mamoste û xwendekaran şahiyek li dar xist.

4’ê Nîsanê roja vejîna azadî û berxwedaniya li dijî hemû cureyên desthilatdariyê ye ku tê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji dayik bûye. Di vê derbarê de şahî bi beşdarbûna xwendekar, mamoste û hemû karmendên fakulteyê hat lidarxistin.

Berî ku şahî dest pê bike hemû kesên amade tevlî xuleyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan bûn. Herwiha xwendekarê Beşa Fîzîkî Raûl Hisên wiha got: “Silav û pîrozbahiyên germ ji vir heya axa Îmralî. Em rojbûna rêberê mirovahiyê di şexê wî de pîroz dikin, li Gerîlayên Azadiyê, şoreşgeran, malbatên şehîdan û tevahiya gelê kurd pîroz dikin. Bi saya fikrê wî em îro li vir li ber xwe didin û bi zimanê xwe dixwînin. Rêber Apo li nav çar dîwarên zindanê de li ber xwe dide û ji wê zindanê karîbû fikrê xwe li tevahiya cîhanê belav bike. Em hêvî dikin ku di demek nêz de rêberê xwe azad bibînin.”

Piştre Raûl Hisên kêk qet kir û şêraniya pîrozbahiyê li hemû kesên amade gerand. Paşê stranên şoreşgerî pêketin, pê re jî xwendekar û mamosteyan dîlan girtin, herwiha şahî bi siloganên ji bo Rêber Apo bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêwîst bû ev şahî di heftiya derbasbûyî de bê lidarxistin, lê dema wê ji ber rewşa mirina mamoseteyê wê fakulteyê Mihemed Cumaa, hat taloqkirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.