Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em bi hêvî ne ku tecrûbeyên mîna vê festîvalê dûbare bibin’

14/04/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Em bi hêvî ne ku tecrûbeyên mîna vê festîvalê dûbare bibin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Derhênerê Sûrî yê ji bajarê Siwêdayê Mein Diwêir ku tevlî 7’emîn Festîvala Şehîd Yekta herekol bibû, tekez kir kir ku ew bi hêvî ne mîna tecrûbeya Festîvala Şehîd Yekta Herekol dûbare bibe û got: “Pirrengiya di festîvalê de bedewiya bajarê Qamişlo nîşan da.”

Ji bo bîranîna şanogerê nemir Şehîd Yekta Herekol û di Roja Şanogeriyê ya Cîhanî de, her sal Festîvala Şehîd Yekta Herekol bajarê Qamişlo tê li dar xistin. Îsal jî rengîniyeke vê festîvalê hate diyarkirin, ji gelek deveran tevlîbûna festîvalê hate kirin, ji Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, Reqa û parêzgeha Siwêdayê gelek derhêner, lîstkvan û kom beşdar bûn.

Koma Rêveberiya Çandê ya ji bajarê Siwêdayê di Festîvala 7’an a Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de beşdar bibû. Vê komê di seranserî 40 salî de ji bo pêşxistina şanogeriyê xebat daye meşandin û gelek berhemên wê yên civakî, rewşenbîrî û hwd.. hene.

Koma Rêveberiya Çandê ya ji bajarê Siwêdayê di salên 80’ê de hate avakirin û zêdetirî 40 berhem pêşkêş kir.

Vê komê di 6’ Nîsanê de di Festîvala Şehîd Yekta Herekol şanoyeke bi navê (Îcar) Kirê pêş kêş kir. Nivîskarê vê şanoyê Ebdulnebî El Zêdî ye, derhênerê wê Mein Diwêir û lîstkvana wê jî  Fadiya Ebû Tirab e.

Di lîstikê de bal hate kişandin li ser êşa dayikê ku zarokên xwe di şer de yek li dû yekî winda dike, di nava vê êşa kur de bi tena xwe di nava çar dîwarên malê de dimîne.

Derbarê tevlîbûna komê di Festîvala Şehîd Yekta Herekol de, derhêner Mein Diwêir ji Rojnameya me re axivî.

Derhêner Mein Diwer diyar kir ku nameya wan ji şanoya ku hate pêşkêşkirin, rêgirtina ber tundiyê ye û wiha domand: “Em hatin Qamişlo û bi tevlîbûna festîvala Şehîd Yekta ku  pirrengîn e kêfxwşbûn. Di demên borî de gelek tevlîbûnên me li ser vê dike çêbibûn, di dema heyî de vegera min û pêşkêşkirina şanoyan li ser dika navenda çandê piştî 34 salan ez pir kêfxweşbûm. Li bajarê Qamişlo gelek hunermendên jêhatî hene û dika şanoyê dewlemend kirine.”

‘Pirrengiya festîvala Şehîd Yekta bedewiya bajarê Qamişlo nîşan da’

Mein Diwêir bal kişand ser tevlîbûna wan di festîvalê de û wiha domand: “Dema ku em hatin vexwendin ji bo tevlîbûna festîvalê em pir ne hizirîn, rasterast me biryar da ku tevlî vê festîvala xwedî taybetmeniyek cuda bibin, di kesayeta min de bajarê Qamişlo giringiyeke wê di bîra min de heye, hem bedewiya wê ya çandî, fiklorî û fikrî heye, herwiha pirrengiya di festîvalê de bedewiya bajarê Qamişlo nîşan da.”

Mein Diwêir wiha domand: “Di rojên festîvalê de me xebateke xweşik û komî li ser dika vê navendê dît, hem li ser asta amadekarî, pêşwazîkirina mêvanan û şanoyên ku hatin pêşkêşkirin. Pirrengiyê ku festîvalê pir bi wate û balêkş kir. Di salên borî de min Festîvala Şehîd Yekta Herekol dişopand, tevlîbûna me pir zehmet bûn di şert û mercên berê de. Em spasiya her kesê ku rol lîst di serkeftina vê festîvalê de; dikin. Em hêvî dikin ku di demên pêş de mîna van tecrûbeyan ji bo me dûbare bibe.”

Mein Diwêir axaftina xwe wiha qedand: “Em bi tirs bûn ji bo hatina herêmê piştî qutbûyîna gelek salan, bi taybetî ji ber şert û mercên dijwar ên ewlehiyê yên salên borî, lê piştî ku em hatin Qamişlo nêrîna me guherî û em kêfxweş bûn ku me rêxistin, aramî û ewlehî li herêmê dît.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.