Ronaz Silêman/Qamişlo
Nivîskar û lêkolînerê kurd Mehmûd Ebdo diyar kir ku di dema rêjîma Baas de xebatên wêje û rewşenbîriya kurdî piştperdeya veşartî û bi ferdî dihate kirin, lê piştî şoreşê pêşketina xebata rewşenbîrî pêk hatiye û got, “Êdî xebatên rewşenbîrî bi rengê giştî tê kirin, lê wergerandina berheman pêwîst e da ku hembêzî çanda cîhanî bikin’
Ji bo her mirov an jî civakekê, xebatên rewşebîrî û wêjeyî pêwîst e ji ber ku rewşenbîrî zanebûna ziman, çand û huner, dîrok, erdnîgarî, têgihiştina netewbûn û zanistiyê ye. Gelê kurd bi salan ji ber rêjman Baas a desthilatdar ji qada rewşenbîrî û wêjeyî ve hatibû dûrxistin û di odeyên tarî pişt perdê bi ferdî xebatên xwe yên wêjeyî dikirin. Ji ber vê desthilatdariyê heya niha xebatên rewşenbîrî û wêjeyî yên kurdî di nava yê cîhanî de ne naskirî ye. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî lidaxistina şoreşê gavênavêtin di vî warî de hatiye kirin, gavên diyar û xuyayî jî avakirina sazî û dezgehên rewşenbîr û wêjeyî ne.
Derbarê kar û xebatên rewşenbîrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nivîskar û lêkolînerê kurd Mehmûd Ebdo ji rojnameya me re axivî.
“Zêdeyî 10 salan pêşketina xebatên wêjeyî û rewşenbîrî pêk hatiye’
Mehmûd Ebdo diyar kir ku şoreş gaveke girîng ji bo pêşketina xebatên wêjeyî û rewşenbîrî bû û wiha got: “Asta wêjeya kurd beriya Şoreşa Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî wê çûda bû. Beriya niha di dema rêjîma Baas de wêjeya kurdî weke wêje nebû, tenê hin tişt di odeyên tarî, pişt perdê û bi ferdî bû. Tiştekî giştî ji bo xebatên wêjeyî nebûn. Tenê carcaran festîvala helbesta kurdî ya salane dihat çêkirin. Lê piştî şoreşê û di dema niha de bi rengekî baş pirtûkxaneyên kurdî bi pirtûkan hatiye dagirtin, berhem jî li seranserî Sûriyê li Şam, Heleb, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Herwiha ev zêdeyî 10 salan li ser vê komxebatê derbas bûyî êdî em Karin berhemên baş û nebaş ji hev cûda bikin. Di heman demê de di zêdeyî 10 salan de hewldanekî baş di warê wêjeyî, rewşenbîrî û ziman hate kirin. Bi taybetî avakirina sazî û yekîtiyan çê bûn, festîval hatin lidarxistin, ev hemû hewldanek hat kirin di aliyê ziman de û ziman heta wetekî baş rûnişt wek civak, xwendin, dibistan, zanîngeh û hwd…
Piştî avakirina sazî, dezgeh û navendên çandê karê di odeyên tarî de dihat kirin bû fermî. Herwiha da ku ev sazî werine rûniştandin dem jêr pêwîst dike, ji ber ku bi carekê xwîner, rewşenbîr û pirtûxane nayê avakirin. Li ser vê bingehê jî jinûve hevnasiyek çû ku nivîskar hev nas bikin. Rêkilam û ajansên kurdî hatin destpêkirin. Rojnamegeriya kurdî pêşveçû û rojnameya kurdî wek rojnameyên rojane derdikevin. Xwendin û têkilî çêbûn. Derfetên weşanê ferehtir bû, bi wê firebûna derfetan jî berhem, nivîskar û xwendevan jî pirtir bûn.”
‘Bi rêya wergerê zimanê kurdî hembêzî çanda cîhanî bikin’
Ebdo eşkere kir ku kedeke mezin a deste û saziyên bi çand û wêjeyê ve girêdayî ne tê kirin û wiha got: “Hemû deste û saziyên bi çand û wêjê ve girêdayî kedeke baş û mezin kirine. Ev yek jî xuyayî di pirtûxane û ziman kurdî de, lê hîn nebûye dîmenek saxlem ê ku em dixwazin çê bibe. Ji ber ku wêneyê wêjeya kurdî û şopa tilî li cem wêjeya Sûrî û cîhanî hîn zêde ne xuyayî ye. Lewma kar û xebat pêwîst e, erê sazî hatine avakirin, lê werger gereke, da ku berhemên me ji kurdî wergerî zimanê dîtir bibin û bi vê yekê em karibin zimanê kurdî hembêzî çanda cîhanî di rêya wergerê de bikin. Lewra di demên bê de divê em hewldanên baş di aliyê wergerê de bikin. Civaka kurdî civaka gelê bindest e, ji ber vê yekê wê bandoriya vê bindestiyê li ser nivîskar, rewşenbîr, wêjevan û hwd… yê civaka gelê bindest di berhemên wî/ê de diyar be, ji ber ku wê nîzîkî gelê xwe be û bibe wergervan ji wê êşê re. Mîna di huneriya afrîneriyê de tê gotin; rastî rastbawerî û rasbaweriya sosyalîzm, mirovê kurd nikare ne rastbawerî be yan jî ne nêzîkî civaka xwe be. Herwiha gelê kurd di rêya êş û dîroka neqheqiyê ya ku di dîrokê de bi ser wan hatiye, li ser hev kom kirine, dikin wêje û tên wergirandin.
‘Ji mafê nivîkare pirtûkên wî werin xwendin’
Mehmûd Ebdo axaftina xwe wiha qedand: “Tiştî herî pêwîst û baş hewldan ji bo nifşên nû li zanîngehan were kirin ku jêhatiyên wan werin xuyakirin û ji wan re werşat werina avakirin. Li Rojava xebatên vê yekê heta astekê baş bûne, lê di warê bazar û wergerê de kêm mane. Ez ne li ser bazar di mal de dibêjin, lê di mal û derve de mînak niha pirtûkek hat weşandin li ser bergê pirtûkê jimara navnetewî û jimara pirtûkê heye. Lê pirtûkên me yên derdikevin xwechîne praniya wan beşdarî pêşengehên navdewletî nabin, divê ew jimara navnetewî û mafê çapkirinê ji nivîkaran re bê dayîn, mafê nivîskar, pirtûk û weşanxaneyê winda nebe. Mafê nivîskare ku gel pirtûka wî/ê bixwîne, herwiha ew pirtûk jî pirtûkaderbasî hemû pêşengehan bibe. Da ku cîhanî wî nivîkarî û wê wêjeyê nas bikin. Ev jî dibe erkê Desteyên Çandê û Rêveberên Saziyên Rewşenbîrî. Di heman demê de di gelek dewletan de xebatên baş ji bo wêneyên dîtbarî yan jî dîzaynerê berheman tê kirin, mîna cûreya pirtûkê, berg, kaxez û jimarê ku derkevin xwîner bixwînin, çi bandorê li civakê bike, lê di vî alî de em kêmin ji ber ku em sûdê ji medayay civakî nakin ku wê bikin ware bazara berhemên xwe.”