Hemza Sêvo/ Qamişlo
Berdevkê Pilatforma Zimanê Kurdî ya li Ewropayê Lezgîn Botan destnîşan kir ku berî salekê amadekarî ji bo lidarxistina konferansa bikaranîna zimanê kurdî di zîrekiya çêker de tê kirin û got, “Eger zimanê kurdî di onlinê de bi durstî û anistî nekeve xizmeta civakê de wê pûç bibe.”
Di rêveçûna cîhana teknolojî de li gel jiyana civakê ku piranaiya deman, mirov karûbarên xwe bi riya mediyaya dijîtal dide meşandin. Her mirovek bi zimanê xwe li ser mediyaya dijîtal û bernameyên zîrekkariya çêker wergerê dike, raporan dinivîsîne, fêrî zimanên cuda dibe û hwd… tenê gelê kurd bêpar e ji vê yekê. Da ku gelê kurd û kesên ku bi kurdî dinivîsînin û diaxivin, bi rêkûpêkî bernameyên internet û zîrekkariya çêkirî bikar bînin, hewldan tên kirin.
Yek ji van hewldanan jî ew e ku wê di 25 û 26’ê Nîsanê de konferansek ji hêla Pilatforma Zimanê Kurdî ya li Ewropayê û Foruma Elmanî-Kurdî ve û bi piştgiriya Şaredariya Dresdenê li dar bikeve. Konferans bi durşmeya ‘Bikaranîna Zimanê Kurdî Di Zîrekiya Çêkirî De’ wê li Elmaniyayê, bajarê Dresdenê li dar bikeve.
Derbarê lidarxistina konferansê, berdevkê Pilatforma Zimanê Kurdî ya li Ewropayê, Lazgîn Botan ji rojnameya me re axivî.
‘Ev saleke amadekarî ji bo konferansa zimanê kurdî tê kirin’
Lezgîn Botan destnîşan kir ku berî salekê amadekarî ji bo lidarxistina konferansa bikaranîna zimanê kurdî di zîrekiya çêker de tê kirin û wiha got: “Wekû hûn ji nêz ve dişopînin piştî salên 2000’î cîhaneke nû ava bûye, ew jî cîhana hizrî ye. Di vê cîhana nû de di hemû qadên jîyanê de şoreke mezin çêbûye û taybetî guhartinên gelek mezin di qada teknolojîyê de rûdan. Weke Internet û operatorên pêve girêdayî. Mînak aborî, huner, perwerde, werzîş, zanist, helwest(sîyaset) û hwd… lewma jî di qada Internetê de pir bilez pêş ket. Bêguman bernameyên bingehîn ên nivîsandinê roleke giranbuha ya sereke dilîze. Ev programên nivîsandinê zimanekî nû yê gerdûnî diafirîne. Her miletek bi zimanê xwe di vê cîhana hizrî de (Cîhana Dijîtalîzekirî) bi rêbazên akademîk û xurt ciyê xwe digire. Berî saleke me jî weke Pilatforma Zimanê Kurdî ya li Ewropayê û Foruma Elmanî-Kurdî dest bi xebatan kir. Ji bo ku zimanê kurdî jî di van qadên Internetê de ango dijîtalîzasyonê de bi her çar zaravên xwe ve û bi awayekî xurt û akademîk cihê xwe bigire, bêkaranîn û li pêş bikeve, hem jî ji bo ku em bingehekî xurt û zanist ava bikin, em ê 25 heya 26’ê Nîsana 2025’an konferansê li dar bixin.”
‘Eger ziman di onlinê de nekeve xizmeta civakê wê pûç bibe’
Botan diyar kir ku eger zimanê kurdî di qadên onlinê de nekeve xizmeta civakê wê pûç bibe û wiha domand: “Armanca me di qada jîrîtiya afirandî û hemû operatotên internetê de zimanê kurdî bi her çar zaravayên xwe ve zanistî, rast û durist were bikaranîn. Cîhan êdî ne cîhana berê ye, cîhan cîhana dijîtalizasyonê ye. Mirovahî êdî di serdema fezaî, nanoteknolojî û zanistê de dijî. Ticaret, danûstandin, perwerdeya onlinê û herwiha hemû beşên jîyanê li ser teknolojîyê bi hêl diherike û tê meşandin. Zimanên di vê qada teknolojîyê de cih ne be û neyê bikaranîn û nekeve xizmeta civakê û mirovan, mixabin wê pûç bibe. Ji ber vê yekê jî konferansek ji bo zimanê kurdî wê bi beşdarbûna ji her çar alîyên Kurdistanê were lidarxistin. Ev kes pisporên û zanayên teknolojî, afrînerên programan û zimanzan in. Tevahî mêvanên me akademîsyen in. Hinek ji wan kurdîzan in ango kurdolog in. Akademîsyenên ji German û Holandayê jî hene. Bê guman ev konferans ji akademîsyen û bisporên soran, kurmanc, zaza û hewreman pêk tê.”
‘Wê komîte ji bo mijarên ziman û onlinê bên avakirin’
Berdevkê Pilatforma Zimanê Kurdî ya li Ewropayê, Lazgîn Botan da zanîn ku piştî lidarxistina konferansa zimanê kurdî wê komîte ji bo xabata bicihkirina zimanê kurdî di zîrekariya çêker de ava bibin û wiha anî ziman: “Gelê kurd bi mîlyonan li diasporayê dijîn pêdiviyekî mezin bi wergera ziman heye lê mixabin zimanê kurdî pir qels e di vî warî de. Perwerde êdî bi rêya onlîne tê dayîn lê bingeha zimanê kurdî li ser onlinê pir lewaz e, her kes medya civakî bi kar tîne lê belê zimanekî tevlî hev û aloz e. Heger di vî warî de em rêgehekî zanist bihonînin wê demê her kes wê ziman rast û baştir bikar bîne. Em ê hewi bidin ku di qadên hemû operatorên internetê de hemû zaravayên kurdî cî bikin û bêkaranîn. Ji bo vî karî jî mînakên gerdûnî hene, wek zimanê fransî, germanî, çînî, rusî û ingilîzî çawa û bi kîjan rêbazan hatine dijîtalîzekirin, wê zimanê kurdî jî heman rengî be. Di vê qadê de tercûbe û ceribandinên heyî wê bi me re bên parvekirin. Bisporên teknolojîyên zanistê û bisporên ziman bi hev re li ser bernameyekê ji bo zimanê kurdî kar bikin da kû hemû zaravayên kurdî bigehin standardekê û bi hev re bên karanîn. Piştî konferansê komîteyên li ser van mijaran bixebitin wê werin damezirandin û bi awayekî zanist û bisporî bi zanîngeh û kurdîzanan re wê xebat bê destpêkirin.”