Lîloz Hisên/Qamişlo
Di çarçoveya hewcdariya kadroyên tenduristiyê ji bo pêşkêşkirina destwerdana lezgîn, Desteya Tenduristiyê hewil dide bi rêya kursên bê derav ji ciwanan re vê valahiyê dagire û pergala tenduristiyê li herêmê xurtir bike.
Dewreyên hemşîretiyê derefteke girînge ji bo fêrkirina destwerdana lezgîn, da ku ciwan karibin lênhirînên bijîşkî yên bingehîn di rewşên awarte de pêşkêş bikin. Beşdarbûna zêde di van kursan de hişyariya civakê nîşan dide, bi taybet di çarçoveya hewcdariya kadroyên ku karibin alîkariya acil pêşkêş bikin.
Derbarê vê mijarê de endamên desteya tenduristiyê ku dewreyên hemşîretiyê rêxistin dikin Samiya Yûsif û Mehmûd Seyîd ji Rojnameya me re axivîn.
Samiya Yûsif di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi armanca fêrkirina ciwanan ji destwerdana lezgîn û hemşîretiyê re Kursa fêrkirin û perwerdeyê tê dayîn, ev kurs ji hêla Mehmûd Seyid ve tê dayîn, heta niha 8 kursên perwerdeyê hatin vekirin, li ser çend komînên li bajarê Qamişlo hate dabeşkirin.”
Samiya Yûsif wiha domand: “Komînên ku kurs lê hatin dayîn wiha ne: Komîna şehîd Hebûn du dewre bûn ya yekemîn 32 kes harzir bûn ya din jî 28 kes tevlî bûn. Komîna Um El-Firsan du dewre hatin dayîn, ya yekê 35 kes girêdayî Yekîtiya Ciwanên şoreşger bû, ya din 29 kes tevlî bûn. Komîna şehîd Orhan dewre hatin vekirin, ya yekê 25 û ya din 18 kes tevlî bûn. Komîna şehîd Adil dewreyek hate vekirin tê de 20 kesan cihê xwe girtin).”
Samiya Yûsif tekez kir ku hejmara kesên ji komînan derçûn gihaşt 76 kesan, ev yek serkeftina vê inyatîfê di amadekirina kadroyên bijîşkî nîşan dide.
Samiya Yûsif diyar kir ku dewreya mehekê berdewam dike ûwiha got: “Piştî dewreya mehekê bawername tê dayîn û ji hêla navçeyê bi awayekî fermî tê îmze kirin. Em hewil didin ku şahiyan piştî bidawîbûna her dewreyekê çêbikin ji bo spasiya hewildanên kesên ku tevlî dewreyên bûne bikin, herwiha da ku wan taşwîq bikin ji bo domandina xebatên xwe.”
Giringiya hebûna kesên zane di destwerdana lezgîn de
Samiya Yûsif wiha got: “Di her komînekê 3 xwendekarên serkeftî tên hilbijartin, da ku derbasî dewreyeke taybet ku sê mehan dewam dike, bibin. Perwedeyeke berfreh û pêşketî ji bo van xwendekaran tê dayîn weke bikaranîna makîneya ECG û makîneya Îko, wekî din fêrkirina drûna birînan û destwerdana lezgîn, ji bo berdewamkirina xwendinê ew tên şandin zanîngeha Rojava, piştî qedandina xwendinê bawernameyeke femî ku ji aliyê navdewletî tê nas kirin didin wan, da ku li pêşiya wan asoyên berfireh di warê tenduristiyê de bê vekirin.”
Samiya Yûsif wiha gotina xwe qedand: “Ji bo pêşkêşkirina mîna van dewreyan xebata me berdewam e, ji ber giringiya hebûna paramedîkên perwerdekirî di her taxekê de, armanca me ku her ciheke kadroyên ku karibin destwerdana lezgîn bikin di rewşên awarte hebin. Ev insyatîf dê berdewam be bi awayekî pêşketî.”
Berfirehkirina qada perwerdeyê
Endamê Desteya Tenduristiyê û mamosteyê dewreyên hemşertiyê Mehmûd Seyîd wiha got: “Bi derbasbûna demê re ev insyatîf hate pêşxistin, bû sedemek ku ez bi awayekî serbixwe van dewreyan di her taxekê de bidim weke: Taxa Hilêliyê, Kornîş û taxa Um El-Firsan. Di sê mehan de 8 dewre li komînan hatin dayîn, armanc jê perwerdekirina hejmareke mezin ji ciwanan da ku karibin destwerdana lezgîn di rewşên awarte de pêşkêş bikin. Ji kesên bi temenê cuda tevlî bûn, ji temenê 20 heta 40 salî ev yek hişyariya civakî bi giringiya hebûna kadroyên karibin destwerdana lezgîn pêşkêş bikin; nîşan dide.
Mehmûd Seyid wiha domand: “Hin zehmetî hene riya xebata me asteng dike weke ne peydakirina wesîleyên veghustinê di nava komîn û taxan de, wekî din kêmbûna hin madeyên fêrkirinê, xwendekar ji hêla xwe tiştê kêm dikrin, lê ji ber ku perwerde bê dirave divê hemû pêwistî ji bo dewreyên perwerdeyê hazir bin.”
Mehmûd Seyîd destnîşan kir ku hin pilan hene ku dewreyên nû piştî cejnê bên vekirin û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Tevî zehmetiyên ku li pêşiya me derdikeve, em ê dewreyên hemşîretiyê berdewam bikin, ji ber ku pir giringiya wê di xizmeta civakê de heye. Armanca me ku di her taxekê de paramedîkên perwerdekirî ji bo destwerdana lezgîn hebin di rewşên awarte de.”