Hemza Sêvo/Qamişlo
Bijîşkê kurd Ridwan Mihemed eşkere kir ku li Rojavayê Kurdistanê 7 hezar û 149 kes bi dirêjahiya salekê bi nexweşiya penceşêrê ketibûn û got, “Rêjeya nexweşiya penceşêrê li cem jinan ji ya mêran bilindtir bû, rewşa penceşêrê li Rojava xeternak e û divê nexweşxaneyên ji bo dermankirina penceşêrê bên avakirin.”
Lêkolîna belgekirina hejamara nexweşên penceşêrê li Rojava xebateke girîng bû ku bijîşkê kurd, Ridwan Mihemed di sala 2023’an de dest pê kir. Da ku nexweşiya penceşêrê, xeterî, çareserî û hejmara kesên ku vê nexweşyê bi xwe re hildigirin û pê dinalin bide diyarkirin, wî rewş li Rojava şopand jêder û çavkaniyên xwe amade kirin. Di encamê de lêkolînek amade kir û ji bo raya giştî belav kir. Derbarê vê lêkolînê de bijîşkê nexweşiyên jinan Ridwan Mihemed ji rojnameya me re axivî.
‘Lêkolîn ji sala 2023’an heya 2024’an bû’
Ridwan Mihemed diyar kir ku bi dirêjahiya sala 2023’an û 2024’an li Rojavayê Kurdistanê lêkolînek ji bo nexweşiya penceşêrê hat çêkirin û wiha got: “Me ji sala 2023’an ve dest bi lêkolîna li ser nexweşên ku penceşêr bi wan re heye, kir. Sînorê lêkolîn û serjimariya kesên ku penceşêr bi wan re çêbûn ji Tebaxa 2023’an heya Tebaxa 2024’an hat çêkirin. Lêkolîna bi tevkariya Heyva Sor a Kurd, Komîteya Sînorê Sêmalka, lêkolîna bijîşk Kesar El-Elî, bijîşk Dilar Betal û Rîma Elsayx ew patrocîst in karê wan naskirina nexweşiya penceşêrê ye û bijîşkekî bi navê Alan Xelef e ku nexweşan derman dike, hat amadekirin. Herwiha ev lêkolîn li Kongreya Mezopotamiya ya Tendursitiyê li Başûrê Kurdistanê di sala 2024’an de hat pêşkêşkirin, konferans jî bi beşdariya gelek bijîkên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê salane tê lidarxistin. Me jî xwest ku bi riya vê kongreyê balê bikşînin li ser rêjeya nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê.”
‘Lêkolînê 7 hezar û 149 nexweşên penceşêrê li Rojava tomar kirin’
Miheme eşekere kir ku li Rojavayê Kurdistanê 7 hezar û 149 kes bi dirêjahiya salekê bi nexweşiya penceşêrê ketin û wiha axivî: “Ev guhertinên ku li welatê me çêbû, bi zêdebûna hejmara jenetor û erebeyan, rûdana şer, xwarina nepaqij, qirêjbûna jîngeha herêmê û gelek sedemên din hişt ku rêjeya penceşêrê bilindtir bibe. Herwiha vexwarina çixareyan sedemek bingehîn e ku bi riya wê penceşêr bi mirov re çêdibe. Piştî lêkolîna ku hat çêkirin hat diyarkirin ku li Rojavayê Kurdistanê hejmar kesên ku nexweşiya penceşêrê bi wan re heye, 7 û 149 kes bûn. Herwiha li tevahiya Sûriyê jî hejmara 21 hezar û 926 kesên nexweş bi dirêjahiya sala 2023-2024’an hat belgekirin. Bêguman hejmareke wiha ku li Rojava bi dirêjahiya salekê bê belgekirin pir bilind e, li gorî nexweşiya penceşêrê, kesên nexweş dikare heya 5 salan jî jiyana xwe berdewam bike, lê ji ber kêmpeydabûna dermanan, nexweşên li Sûriyê û Rojava jiyana xwe ji dest didin.”
‘Rêjeya nexweşiya penceşêrê li cem jinan bilindtir bû’
Ridwan anî ziman ku rêjeya nexweşiya penceşêrê li cem jinan bilindtir bû ji ya mêran û wiha domand: “Li gorî lêkolîna ku hat çêkirin rêjeya mirinê di 2023-2024’an de li Sûriyê ku bi nexweşiya penceşêrê mirin ji sedî, 64 bû, ango ji 5 nexweşan 2 kes û 3 kes jiyana xwe ji dest didan, li gorî rêjeya nexweşên cîhanê ev yek pir bilind e, ji ber ku li ser asta cîhanê ji 5 nexweşan 1 nexweş jiyana xwe ji dest dide. Li aliyekî din me di encama vê lêkolînê de dît ku hejmara nexweşên jin ên ku penceşêr bi wan re heye û têne dermankirin bilindtir e ji hejmara nexweşên mêr. Cihê mixabîniyê ye ku rêjeya jinan ji sedî 65 e û piraniya curya nexweşiyê jî nexweşiya penceşêra pêsîrê ye, lewma jî ev yek dibe cihê tirs û rapirsînê.”
‘Rêjeya penceşêrê li Rojava metirsiyê çêdike, divê nexweşxane bên avakirin’
Bijîşkê nexweşiyên jinan Ridwan Mihemed da zanîn ku asta penceşêrê li Rojava pir bilind, lewma divê nexweşxaneyên ji bo dermankirina penceşêrê bên avakirin û wiha bi lêv kir: “Li ser asta Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî du nexweşxaneyên penceşêrê tenê hene. Nexweşxaneyek a Heyva Sor a Kurd li Qamişlo ye û nexweşxaneyeke din a Rêveberiya Xweser li Reqayê ye. Li tu deverên din navend û nexweşxaneyên ji bo dermankirina penceşêrê tune ne, ev sedem dihêle ku nexweş herin Şamê û Başûrê Kurdistanê. Li Nexweşxaneya Girêkên Penceşêrê ya Heyva Sor a Kurd derman heye û nexweş bêpere tên dermankirin, her xizmetek hebe Heyva Sor ji bo nexweşan pêşkêş dike û da ku nexweş bên dermankirin xebateke baş dide meşandin. Lê li Heyva Sor a Kurd gelek derman kêm in, nexweş neçar dibin ku dermanan ji derve bînin, buhayê dermanên penceşêrê pir bilind e, ne derman û ne alavên tendurstiyê li vir peyde nabin. Lewma jî banga me ew e ku nexweşxane û navendên taybet ji bo nexweşiya penceşêrê bi hemû cureyên xwe bên avakirin û divê Rêveberiya Xweser destkê bide vê gavê.”