Idrîs Henan
Piştî hilweşîna rejîma Baas li Sûriyê, welat veguherî qadeke pêşbaziyê û aloziya di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de jî mezintir bû ku her aliyek li pey berfirehkirina qada hegemoniya xwe de ye.
Dewleta Îsraîl destwerdana Tirkiyê ya siyasî, leşkerî û aborî weke metirsiyekê li ser ewlehiya xwe dibîne û bi wê baweriyê êrişên ser hinek deverên Sûriyê wekî êrişên li dijî zêdegaviyên Tirkiyê nîşan dike. Ji aliyê xwe ve, Tirkiyê jî hewl dide bi rêya alîgir û çeteyên xwe yên di sazûmaniya desthilata Sûriyê bi cih kirine de, hegemoniya xwe tekûztir bike.
Diyare geşedan û veguherînên siyasî, aborî û çandî li Rojhilata Navîn, dê bandorê li teşeya sîstema herêmî û ya global ê sedsala derbasbûyî bike ku ketina rejîma Baas weke xaleke zîvronek ji bo çarenûsa jiyana gelan û dewletên herêmê hate hesibandin. Destpotiya hegemon a sîstema dewlet netew minewreyên stratejîk pêk tîne û bi hemû hêza destwerdanê hewl dide rê li ber altirnatîfên civaka demokratîk bigire. Dixwaze sedsala duyem a piştî Saykis – Bîko bi daneheva kirîmînal a talanê ji nû ve qezenc bike û lingên sîstema global ên yekdestarî, çewsandin, bê demokrasî û bê hiqûqiyê, di heyameke bênirxiyê de, bixe gerantiyê. Lew re jî, haya wan jê hebû ku atmosfera piştî hilweşîna rejîma Baas dê bi xwe re şiklekî nû ya pêşbaziya hêzê li herêmê û Sûriyê bîne ku her aliyek dê bixwze valahiyê heyî dagire. Ji bona vê jî, pêşbaziyên li ser axa Sûriyê, bi qasî ku bikevin xezmeta navenda hegemon, bi rolên erkdar û wezîfedar radibin.
Tevî ku di wê ferqa misyoneriya xwe de ne, lê baş têdigihêjin ku veguherînên ceostratejîk ên li herêmê û yên di yapiya hegemoniya navendî de, rêya destwerdana hundirê sîstema wan de jî vekiriye. Tirkiyê û Îran jî wê yekê baş dizanin, eger di ya xwe de bi israr bin jî, dê werin parçekirin û biçûkirin. Ji ber vê yekê asta baweriya di nava hêzan de pala xwe daye cihêrengiya berjewendiyan. Îroj jî, Tirkiyê û Îsraîl bi vê baweriyê hatine rûbirûyî hev.
Tirkiyê, piştî hilweşîna Baas, paralelî têkçûna projeya Îranê li Sûriyê, rewşa heyî weke firsendekê ji bona berfirehkirina projeya xwe bi kar tîne. Îsraîl jî dixwaze hevsengiya leşkerî ya nû li Sûriyê weke defakto bisepîne ku ti cudahiyê naxe navbera herdu projeyên Îran û Tirkiyê. Aliyê xwe ve Îrana ku bandora wê li Sûriyê bi ketina Esad re paş ve çûye, Sûriyê weke qadeke nû ya pêşbaziya bi Tirkiyê re dîzayin dike û hewl dide li ser vê bingehê destê xwe yê derve ji nû ve xort bike û pozisyona derbxwarî restore bike.
Bi gotinek din; îroj dewleta Tirk a dagirker hewl dide li şûna Îranê tevayî Sûriyê li gorî xeyalên xwe ava bike û serweriya xwe ya fîzîkî li ser tevayî altirnatîfên xetên enerjiyê yên di Sûriyê re derbas dbin, bike.
Di encamê de, hemû rengên pêşbazî û rikberiya nava hêzên destwerdanê, di oxira perestina berjewendiya elîta desthilatdar de diherikin. Di heman demê de, rêgirtinek li ber altirnatîfa gelan a demokrasiyê ye. Ji vir jî girîngiya banga Rêber Abdulah Ocalan a 27 Sibatê tê ku bi nerîneke nû ya cudayî fikrên ku xwe dispêrin kolekirina bi zorê, çareseriya demokratîk ji bo avakirina jiyaneke azad, wekhev, pirreng û dadmend ku rêzê ji hemû nasnameyên etnîk, çandî, ol û rêolan re digire, pêşkêş dike.
Di heyameke wisa de, banga aşîtî û civaka demokratîk, ku pala xwe daye rêxistina demokratîk, hîmên pêkve jiyana azad, aboriya komînal û hevpeymana civakî ku mafê jiyanê ya hemû gelan diparêze, bi pêşengiya jin û ciwanan, tekane altirnatîfa gelên Rojhilata Navîn e.