Ronaz Silêman/Qamişlo
Cîgira Hevserokatiya Kongra Neteweyî ya Kurdistanê Hêvî Mustefa diyar kir ku ji bo avakirina yekîtiya kurdî niha derfeteke dîrokî di destê kurdan de heye û wiha got: “Em amadekariyên konferansa netewî dikin û hewl didin her kes cihê xwe di konferansê de bigre. Eger yekîtiya kurdî pêk neyê em ê Lozaneke nû bijîn.”
Derbarê lidarixstina Konferansa Partiyên Kurdî ji bo avakirina yekîtiya kurdî, Cîgira Hevserokatiya Kongra Neteweyî ya Kurdistanê Hêvî Mustefa bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Amadekariyên ji bo lidarixstina Konfransa kurdî gihane çi astê?
Berî demekê di sedsaliya Lozanê de KNK’ê civînek li Lozanê lidar xist, weke konferansekî çê kir. Di wê civînê de biryar hate birin ku her parçeyek ji Kurdistanê kongrekî yan civînekî şêwra netewî lidar bixîne. Li ser vê bingehê me jî weke KNK’ê komîteyek amadekar kir, ji bo civîna şêwra netewî. Di wê komîteyê de partiyên ku di hundir KNK’ê de û me hewl da ku rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jin, ciwan, Saziya Malbatê Şehîdan, kesayetên serbixwe, rêxistinên oldaran û mezheman ên Êzîdî û Îsalamî, di nava vê komîteyê de cih bigrin, li ser vê bingehê me jî dest bi kar û xebata ku em rengê vê şêwra netewî çê bikin, kir. Lê hîna em di amadekariyê de bûn, rêjîma Baasê hate hilweşandin, guhertinên siyasî li ser asta Sûriyê û herêmê çê bûn. Ji bo wê gelek insyastîf ji bo yekrêziya kurdî lidar ketin. Lewra me got em wek komîta amadekar hemû insyatîvên bikin yek û bikin “Konferansa Kurdên Rojava” bi vî awayî roj bi roj komîta amadekar berfiretir bû, her kesî cihê xwe tê de girt, bi taybetî ez behsa partiyan dikim me hewl da ku tu partiyên siyasî li derveyî vê komîta amadekar nemîne, em gihiştin dawiyê lê ENKS’ê hîn bersiv nedabû, tevî ku me 2 caran komîta xwe ya têkilî û hevdîtinan ji wan re şand, lê bersiv nedan û negotin; erê yan na, ji bo wê me bilez nekir. Me got em şaştiyên dîrokî dûbare nekin, bela tu kurd li derveyî vê kongrê nemîne. Ji ber mandina kurdekî li derveyî lidarixistin konferansê kurdî tê wateya ku dijmin wê dîsa lîstokên xwe li ser me bidin meşandin û Lozaneke din bi serê me de were.
Ji bo Konferansa partiyên kurdî astengiyên derketin çi bûn? Heta çi astê jî ev astengî hatin derbaskirin?
ENKS’ê û PYD’ê bi hev re civiyan, li ser ragihandinê jî hevdîtina wan erênî bû, encamên baş ji wan hevdîtinan derketine. Niha jî em di amadekariya ku çawa konferansa xwe lidar bixin, weke komîta amadekar di destpêkê de me gotibû em ê kongrekî berfireh ku tê de tevahî partî beşadar bibin û ji sedî 50 an 40 kesayetên serbixwe derveyî partiyan vexwînin vî kongrî. Ji ber biryara gelê kurd ne ku mafê partiyan tinê ye, lê pêwîst e her kes ji civakê beşdar bibe, nûnerên civakê hemû tê de hebin. Hinekî di vê xalê de hevpeyaman niha nehate meşandin, lê hêviyên me mezin in ku ew jî derbas bibe û di demeke nêz de em ê yekrîziya kurdî raghînin.
Ji bo siberoja Sûriyê girîngiya yekrêziya kurdî çi ye?
Niha em dibînin rewşa Sûriyê çi ye, rewşa Sûriyê piştî hilweşandina rêjîma Baasê de guhertinên siyasî yên cidî hene ku em weke kurd ne di vê danûstendinê de bin, parçe parçe herin û wê Lozaneke din bi serê me de were. Wê demê em ê destkeftiyên Şoreşa Rojava winda bikin. Herwiha ne tenê destkeftiyên Şoreşa Rojava destkeftiyên Kurdistanî tevahî em ê winda bikin. Derfeteke dîrokî bi dest me ketiye û li kêlek wê metirsiyekî gelekî mezin jî li ser me heye. Gelek girîn e ku em bi yek şandekî, bi yek nerîn û helwestî herin giftûgoyan û daxwaza mafê kurd bikin. Piştî em mafê kurd di destûra Sûriya pêşeroşê de misoger bikin, em karin nakokiyên me yê partitî di navberî xwe de çareser bikin. Heger em nebin yek wê dijmin me ji hevdû bidize û têkoşîna me winda bike.