Lîloz Hisên/Qamişlo
Rêvebera Yekîtiya Kedkaran ya bajarê Qamişlo Şehnaz Elî Mehmê tekez kir ku ew ji bo misogerkirina mafên jinên kedkar xebatên xwe zêdetir dikin.”
Ji bo pêşxistina aboriyê û avakirina kesayeteke serbixwe, jin di nva hemû karan de cihê xwe digrin, jin di kargeh, nangêj, çandinî, sewaldarî û …hwd de cihê xwe digrin û kar dikin. Yekîtiya Kedkaran jî ji bo jinan derfeta kar peyda dike û ji bo parastina mafê jinan kar û xebatê dide meşandin.
Derbarê kar û xebatên Yekîtiya Kedkaran, bi taybet di milê parastina mafê jinên kedkar de, rêvebera Yekîtiya Kedkaran ya bajarê Qamişlo Şehnaz Elî Mehmê ji rojnameya me re axivî.
Şehnaz Mehmê diyar kir ku hejmara jinên kedkar li ser asta bajarê Qamişlo gihaştiye 10 hezar jin û wiha domand: “Em kar ji van jinan re peyda dikin di kargeh, kampanî, nanpêj, paqijî, çandinî û sewaldariyê de. Carnan rêxistinên di herêmê de kar dikin komên kedkar ji yekîtiyê dixwazin, ji hêla xwe ve em kedkaran diyar dikin û bi taybet em jinan didin pêş, ji ber ku hin jin hene rewşên wan yên aborî zehmetin û malbatên xwe xwedî dikin.”
Şehnaz Mehmê destnîşan kir ku gelek kedkar di nav de jin berê xwe didin yekîtiyê da ku ji bo wan kar bê peydakirin û wiha lê zêde kir: “Em di destpêkê de navên wan tomar dikin û nasnameyê ji wan re çê dikin, piştre çi kar bê xwestin em ji wan re peyda dikin. Armanca me ji çêkirina nasnameyê ew e ku kedkar girêdayî yekîtiyê bin û eger zirar bigêje kedkara jin em karibin parastina wê bikin.”
Ji bo şopandina rewşên jinên kedkar serdan tê kirin
Şehnaz Mehmê da zanîn ku ji bo ew rewşa jinên kedkar nasbikin, serdana cihê kar dikin û wiha domand : “Da ku em rewşa kedkaran ya kar nas bikin, şêwazê danustendina bi wan re bibînin û pirsgirêkê ku derdikeve pêşiya wan çareser bikin em serdana cihê kar dikin û jinan dişopînin. Herwiha civîn ji kedkaran re tên lidarxistin da ku ew gilî û gazinên xwe bînin ziman, di heman demê de mijara fonên wan tê nîqa kirin. Em hewil didin pirsgirêkên wan çareser bikin.Têkiliyên me rasterast bi kedkaran re û xwediyên kar re heye. Em dixwazin tekez bikin ku aliyeke heye mafê kedkaran diparêze û eger zirar bighêje jina kedkar wê hisab ji kesê sucdar bê xwestin.”
Şehnaz da xuyakirin ku pirsgirêkên ku li cem yekîtiyê neyên çareserkirin ew wê pirsgirêkê ji bo dadgehê rêdikin û axaftina xwe wiha qedand: “Hin qanûn tên amadekirin di navbera yekîtiyê û rêveberiyên kar de. Herwiha xebat tê kirin ji bo heqdestê jinê wekhevî yê mêr be, ji ber ku li gorî şopandina me hin alî hene çiqas jin kar dike bi seatên dirêj lê heqdestê wê kêm e, bi awayekî biçûk lê meyze dikin. Kedkarên jin yên ku di karê çandiniyê kar dikin me heqdestê wan diyar kiriye, ji ber ku piraniya xwediyên erdan mafê wan dixwarin. Nirxê heqdestê wan hate diyarkirin, çi bi rojan be an bi saetan be. Em hewil didin ku zêdetir kar û xebat ji bo misogerkirina mfên kedkaran bikin, bi taybet mafê jina kedkar. Emê heta dawiyê piştgiriya jinên kedkar bikin.”