Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Îbrahîm Ehmed; têkoşerê yekîtiya netewî

09/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Îbrahîm Ehmed; têkoşerê yekîtiya netewî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Nivîskar û Rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Ehmed ku di dîroka têkoşîna Kurdan de xwedî mîrasekî kevin a siyasî û wêjeyî ye, herî zêde ji bo yekîtiya Kurdan têkoşîn kir û heya dawiyê berdewam kiriye. Îbrahîm Ehmed digot: “Dijminên me bi yek çavî li me û welatê me temaşe dikin. Bihostek pêşkeftina me di qezenca hemû gelê me de dibînin û ditirsin ku ev pêşkeftin berfireh bibe. Çima em vê yekê nizanin.”

Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ehmed piraniya jiyana xwe ji bo têkoşîna gelê Kurd mezaxt û ji bo yekîtiya neteweyî bû mîrasek. Di temenê xwe yê dawî de, xwe weke endamê PKK’ê pênase kiriye. Herwiha çarenivîsa tevahiya Kurdan bi çarenivîsa Tevgera Azadîxwaz a gelê Kurd a li Bakurê Kurdistanê ve girêdaye.

Îbrahîm Ehmed di 6’ê Adara sala 1914’an de di nav malbatekî naskirî ya bajarê Silêmaniyê de ji dayik dibe. Mamê mamoste Îbrahîm, Remzî Fatih ku efserekî Kurd bû bandorekî mezin li ser wî danîbû. Remzî Fatih, mamoste Îbrahîm dişîne dibistanê û heta piştî dibistana navendî jî li ser wî xwedî bandor e. Ehmed sala 1937’an li bajarê Bexdayê Kolêja Yasayê temam dike. Li zanîngehê bi komek xwendekarên Kurd re komek ya bi navê ‘Lawên Kurd’ ava dikin û kovarekê bi navê ‘Diyarî Lawan’ derdixin.

Nameya Rêber Ocalan

“Ji bo Mamoste Îbrahîm Ehmed û Hewar (Mihemed Resûl) ez gelek kêfxweş bûm. Dîtin û civîna me dîrokî bû. Gaveke mezin bû. Ji bo miletê Kurd damezirandina Kongreya Neteweyî serkeftin bû. Ez her dem ji jiyana wan re tendirustî û serkeftinê dixwazim û silav dikim.”

Piştî serdanê Îbrahîm Ehmed pirtûka bi navê ‘Dadgeha Dîrokê’ dinivîse û di pirtûkê de bi berfirehî behsa 50 salên xebata gelê Kurd û pir aliyên veşartî yên tevgerên Kurdî dike. Îbrahîm Ehmed digot, qet hikûmetên Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê nabin dostê Kurdan. Îbrahîm Ehmed têkildarî şerê navxweyî jî digot: “Bi ti awayî nabe em şerê PKK’ê bikin.” Mamosta Îbrahîm di warê wêjeyî de jî gelek berhemên bi nirx ên wek ‘Jana Gel’, ‘Kiwêrewerî’, ‘Piştî tîra kevan’ û gelek berhemên din nivîsandiye.

‘Kongreya netewî pêwîst e’

Îbrahîm Ehmed di hevpeyvînek xwe ya di sala 1996’an de behsa girîngiya yekîtiya Kurdan dike û dibêje: “Dijminên me bi yek çavî li me û welatê me temaşe dikin. Bihostek pêşkeftina me di qezenca hemû gelê me de dibînin û ditirsin ku ev pêşkeftin berfireh bibe. Çima em vê yekê nizanin. Li dijminên xwe temaşe bikin û fêr bibin, ger dijminên me bi tiştekî nerehet dibin, bila em bizanin ku ew tişt di qezenca me de ye.”

Mamosta Îbrahîm di pirtûka xwe ya ‘Dadgeha Dîrokê’ de wiha tîne ziman: “Ji bo navbeynkariya nava partî û rêxistinên Kurdan bike, nêrînên wan nêzî hev bike peywendiya di navbera wan de çêbike û pirsgirêkan çareser bike, kongreya neteweyî ji bo Kurdan gelek pêwîst e. Divê hem ji derve û hem li hundir nûnertiya gelê Kurd bike. Rola xwe ya stratejîk bigire.”

Îbrahîm Ehmed di êvara 8’ê Nîsana sala 2000’an de di temenê xwe yê 86 salî de li paytexta Brîtanya Londonê wefat dike. Cenazeyê wî li goristana Selîm Beg a li Silêmaniyê dispêrin axê.

 

Post Views: 94
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.