Hêvî Keleş / Qamişlo
Wênesaz û hunermenda kurd Rojîn Hac Hisên anî ziman ku ew hewil dide azadî, xewin, êş û azarên gelên kurd bi pênûsa xwe îfade bike û wiha got: “Huner navgîna ragihandina raman, dengê hundirîn, ruh û asoyane.”
Rojavayê Kurdistanê bi wênesaz û hunermendên xwe dewlemendin ku bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê hewildan ku bi riya hunera xwe êş, deng û xwestekên gelên kurd belavî cîhanê bikin yek ji van wênesaz û hunermend Rojîn Hac Huseyin bi riya tabloyên xwe êş û azara gelên kurd pêşkêşî cîhanê dike.
Rojîn Hac Huseyin ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev 12 sal in li Hewlêrê dijî. Wê ji zarokatiya xwe de, karê hunerî kir û di 14 saliya xwe de li Sûriyê pileya yekem bi dest xist, ew mastera xwe ya endezyariya kompîturê qedand û du salan li ser zanistên hunerî yên razber xwend. Di deh salên şer de tabloyên xwe diyarî Kurdê Rojava kirin. Ew beşdarî gelek pêşangehan bû û li Hewlêr û Silêmaniyê pêşangehên taybet çêkirin.
Derbarê kar, xebat û jiyana wênesaz û hunermenda kurd Rojîn Hac Huseyin ji Rojnameya me re axivî.
‘Jin di tabloyên min de cihê xwe digrin’
Rojîn Hac Huseyin diyar ku ew di tabloyên xwe de rengên ekrilîk, Bastîl û zeytî bi kar tîne û wiha got: “Çemento û tiştin ji xwezayê ku ji xeyal û fikir tê di tabloyên xwe de bi kar tînim. Jin di tabloyên min de cihê xwe digrin, ji ber ez wê weke dayîk, welat û buharê dibînim. Rengên min dengbilind, dans û muzîk, weke muzîk û buhara kurdî ya dewlemend e. Min îlhama xwe ji filiklor û mîrata kurdî girt ku weke xalîçeyên pirreng û cil û bergên kurdî, bi rengên bedew ku çavên temaşevan dikşîne bi awayekî ku wî dilxweş û şa dike, ew tarî û gewriya hişê xwe ji holê radike, ew bîskekê di hembêza buharê de difikire. Êş, dîrok û mîrata kurdî ez tînim ber çavan û hewil didim di tabloyên xwe de van tiştan bidim xuyakirin. Min karî di wan tabloyên xwe de bi cesaret û azadî ku dengê wan bighînim cîhanê bi awayekî xweşik û bedew. Hemû tabloyên min karekterê kurdî hildigire, çi ji aliyê rengên min yê germ, sembol yan encamên dîrokî. Herwiha ya ku ez dixwazim ev e ku cîhanek dadperwertir û azadtir biafirînim û êş, zehmetî û xewinên gelên ku jiyanek bikêrtir dixwazin xuya bikim. Karên min ji milekî ve hêsan xuya dike, lê di heman demê de heyanî astekî zehmetiyên xwe hene. Herwiha ya herî girînge ji temaşevan re yê ku xwedî nêrînekî çandî ye û kûrahiya hunerî dikare wan bixwîne û şîrove bike bêyî ku ji ravekirinê aciz bibe û di vir de bedewiya hunerî heye, ku tu parçekî ji ruhê xwe di wêneyek biçûkî bêdeng de hem jî dengbilind de bibîne. Ew bandorek bedew a domdar li ser temaşevan di nav hûrdemên temaşekirinê de dihêle, li vir karê hunerî bi ser dikerve.
‘Huner zimanê giyanê min e’
Wênesaz û hunermenda kurd Rojîn Hac Huseyin anî ziman ku heta ku wê wateya êşê nas nekir wê firçe hilneda û wiha got: “Her detayên jiyana min çavkaniya îlhama bi êş bû, ji mal û dibistanê heta kolan û televizyonan, hunermend di bin bandora hemû hestên nakok ên ku li dora wî hene de ye, ji xemgînî û şahiyê bigire heya birçîbûn, şer û neheqiyê. Ji ber ku ez ji malbateke kurd im û di civakeke kurd de jiyan dikim, ez her tim ji bona azadiyê têkoşiyam, çi di warê nasnameya xwe ya netewî de, çi ji aliyê zimanê xwe de, çi ji aliyê mafên xwe yên jinê de. Huner ji bo min ne tenê hobiyek bû, belkî bi min re çêbû û di nav min de mezin bû, ew zimanê giyanê min bû ku min her tiştê nedîtî û nebihîstî bi hunerê anî ziman, min ew veguherand zimanekî dîtbarî ku her kes dikare bixwîne, pê navdar bibe û jê bandor bibe. Ez di wê baweriyê de me ku huner navgîna ragihandina raman, dengê hundurîn, ruh û asoyan e. Ya ku herî zêde hişê min dikişîne pirsgirêkên mirovî ne, bi êş û neheqiya ku tê de ye. Ez di wê baweriyê de me ku huner xwedî hêzek awarte û bandorek a kûr e. Di demên êş û kêfxweşiyê de herdem ez berê xwe didim wênesaziyê weke pingeh ji min re. Ez di wê de hembêza ku min dihewîne û îfadeya tiştê ku bi peyvan nayê vegotin dibînim.
‘Wênesazî bû dengê daxwazên min’
Rojîn Hac Huseyin di berdewamiya xaftina xwe de wiha got: “Wek jinek, xebatên min ên hunerî her dem wata jiyana min bû, ji ber vê yekê karaktera jinê di piraniya tabloyên min de bi zelalî xuya dike. Jin sembola xwezayê, biharê, welat û evînê ye. Di dîrokê de jin di nava civakên ku weke partiya herî qels û herî kêm azad de dihatin dîtin de êş kişandine. Lê jinan di serdema me ya îroyîn de hêza xwe ya bi destxistina destkeftiyên mezin îspat kiriye. Azadiya ku ez di jiyana xwe de jê bêpar mabûm, min ew di tabloyên xwe yên piçûk de dît, ku bû yekane pencereya min a ber bi qada bexteweriyê ve. Wêneyê baskên min da ku ez ji sînoran bifirim û bû dengê daxwazên min.