Rohat Bulut
Mirovê ku ne di ferqa hebûn, erk û berpirsyariyên xwe yên di nav civakê de be zehmet e ku ji bo parastin û pêşvebirina civakê tişetkî qenc bike. Beriya her tiştî pêwîste ku mirov xwe, hebûna xwe, armanc û sedemên xwe yên jiyanê baş bizanibe. Li gel vê di warê hiş, hişmendî, piskilojî û sosyolojiyê de serwerî û nasîn divê hebe. Her wiha nasîna zindîwaran, cîhan û gerdûnê ji bo me mirovan gelekî girîng e. Pêşketina çandî, zimanî, civakî, parastinî û jiyana ber bi aramî û azadiyê ve di asta şoreşê de tê dîtin û nirxandin.
Dema em bala xwe didinê di tevahiya gerdûnê de pergaleke rêxistinî, displînî û jiyanî heye. Her stêrk û gerstêrk ku cîhana me jî têde ji derveyî vê pergala rêxistinî û displînî ya heyî nikare tev biger û tişetkî wiha jî ne pêkan e. Başe heke mirov jî wekî proto gerdûn mirov bihesibîne û bi wê hişmendiyê tevgerînekê lê bar bike, ya rast berpiryariyeke mezin dikeve ser milê mirov. Lewere mirovê ku proto gerdûn bê hesibîn di heman demê de endamekî civakê ye û civakbûnê pêk tîne. Di nav civakê de jî xwedî risteke girîng e.
Rista sereke bi exlaqî, çandî, rêxistin û displînî tevgerîn e. Pîvan û rêgezên sereke yên mirovî jî bi displînî dikare hêmayên civakbûnê biparêze û pêşve bibe. Kes di nav civakê de nikare bi serê xwe bijî û tevbigere. Lewre pîvan, rêgez û hêmayên ku civakbûnê ava dike destûr nade ku her kes li gorî serê xwe tevbigere û rê li ber hilweşîna civakbûnê vebike. Wekî mînak; di pergala gerdûnê û ya ezmanî de stêrkek dikare li gorî serê xwe tevbiger e? Na. Heke roj bibêje, “Ez bi vê cihê xwe qayil nabim û ezê cihê xwe biguherim” gelo dê çi bibe? An jî cîhana me bêje, “Ez nazîvirim” gelo dê çi bibe? Em wekî mirov li ser wana çiqasî difikirin? Başe, wê demê divê em li ser pergala gerdûnê, jiyana zindîwaran û heyîna civakbûna mirovî baş bizanibin.
Heke em jî di nav civakê de ne bi dispilîn û rêxistinîbin dê rewşa me gelekî xeternak be. Jixwe heyîna civakê li ser vê bingehê ye. Ya rast bijarteyeke din a mirovan ji derveyî civakbûyînê jî tune ye. Mirovên ne civakî be dê hebûna wî jî nebe.
Belê mirov di nav malbat û civakê de dijî! Lê belê gelo xwe dide jiyîn, an jî hema jiyaneke bê pîvan dijî? Her çi dibe bila bibe pergaleke civakî ya ji displîn û rêxistinî pêktê û jiyaneke çandî û exlaqî heye. Derketina ji derveyî van pîvan û rêgezan di nav civakê de jiyan nabe û nayê qebûlkirin. Ev rewş ji destpêka pêşketina hiş û hişmendiya mirov û civakî vir ve wiha ye. Di serdema me ya niha de nabe ku kes van rêgez û pîvanên civakî binpê bike û rê li ber rizîna civakê vebike.
Ji ber vê yekê gelekî girîng e ku mirov her tim di ferq û girîngiya civakbûyînê de be û li gorî wê tevbiger e. Bi taybetî jî wekî gelê Kurd divê em xwe ji hemû xeteriyên li dijî civakbûnê biparêzin û têkoşîna vê yekê bidin. Naxwe di sedsala 21’emîn de xeteriyên gelekî mezin li pêşiya me ye. Ya rast bi hev re jiyana me nebe civakbûna me. Lewma jî ya pêwîst ew e ku em li ser vê rewşê baş rawestin û bergiriya xetereyan bikin.