Lîloz Hisên/Qamişlo
Sûriyê di bingeha xwe de xwedî pirrengiyeke olî û entîkî ye. Tê de bi sedê salan netew, ol û baweriyên cuda jiyan dikin. Pirengiya heyî hişt ku Sûriyê bibe cihê kombûna çand û şaristaniyan.
Di dirêjahiya serdeman de, Sûriyê cihê kombûna şaristanî û çandên cihêreng bû. Vê yekê hişt ku ew bibe yek ji welatên ku hewerî zêde etînîk, ol û baweriyên cuda tê de hene li ser asta Rojhilata Navîn. Ev pirrengî civak û çanda welat dewlemend kir, di heman demê de ji ber siyasetên desthilatdaran ev yek bû zemînek ji alozî û nakokiyan re.
Di Sûriyê de her pêkhateyek dîrok û çanda xwe ya taybet digre nava xwe, ev yek dibe alîkar ku nasnameya Sûriyê ya pirrengî çêbibe. Têkiliya di navbera van etînk, ol û baweriyan de jî rê dide ku têkiliyên tevlîhev ên jiyana hevbeş çêbibin, ev jî dewlemendiya jiyana civakî û siyasî ya li welat zêde dike.
Olên li Sûriyê wiha ne:
Muisilman: Piraniya şêniyên Sûriyê Misilmanin, di navbera Sunî, Şî`a, Elewî û Îsmaîlî de tên dabeş kirin.
Misilmanên Sunî: Rêjeke bilind ji misilmanên Sûriyê Sunî ne. Ew li seranserî welat, li bajarên mezin weke Şam, Helebê herwiha li deverên gundewarî têne belavkirin, ev yek dibe sedema cihêrengiyeke dewlemend a çandî û olî. Ew bi giranî li pey mezhebê ramana Şafiî ne, ku bandorê li jiyan û kevneşopiyên wan ên rojane dike. Bi ser de jî, belavbûneke eşkere ya sûfîzmê li seranserê Sûriyê heye, ku riyên sofiyan roleke girîng di jiyana giyanî û civakî de dilîze, têkiliyên civakê xurt dike û kevneşopiyên kevnar ên ku vê mezhebê ji yên din cuda dike, nîşan dide.
Misilmanên Elewî: Elewî weke şaxekî Îslama Şîa ya Dozdehê ye, di dîrokê de pêşketin tê de çêbû ku hêmanên taybetî xwe çêkir, ew hêmanên Îslamê, Şîîtî û felsefeya Yûnanî pêk tîne. Ew duyemîn mezheba di Sûriyê de ye. Mezheba Eelewî di sedsala sêyemîn a hicrî de derketiye holê û li herêmên deryayî yên Sûriyê, weke Laziqiyê û Tertûsê, li gel hin herêmên hundirîn ên weke Hums û Hemayê, cih digire. Di dîrokê de, elewiyan roleke berçav di bûyerên siyasî û civakî de li Sûriyê lîstin, nemaze di dehsalên dawî de, ku bi awayekî aktîf beşdarî jiyana siyasî bûn. Ew xwedî mîrateyek çandî ya dewlemend in ku baweriyên wan ên olî nîşan dide û adet û kevneşopiyên bêhempa yên bi sedsalan vedihewîne. Tevî zehmetiyên ku di dirêjahiya dîrokê de pê re rû bi rû mane jî, elewî hîn jî nasnameya xwe ya taybet diparêzin li gorî şert û mercên guherbar ên ku welat têre derbas dibin. Civakên elewî roleke girîng di tevna civakî ya Sûriyê de lîstin.
Îsmaîlî: Ew hindikahiyeke biçûk in, ku li herêmên weke Qedmûs û Mesyaf li gundewarê Humsê û Hemayê kom bûne, xwedî mîrateya çandî ya dewlemend û dîrokek dirêj ve vedigere serdema Navîn, ji hêla kevneşopiyên olî yên yekta ku wan ji mezhebên din ên îslamî vediqetîne, ji bilî tevkariya wan a kevneşopî û çalakiyên wan ên di warên bazirganî û hunerî de, têne cûda kirin li wan herêman.
Şî`a: Ew rêjeyek kêm ji şêniyan pêk tên, bi giranî li Şamê û hin deverên din wek Heleb û Laziqiyê têne dîtin, piştî hevpeymaniya Sûriyê bi Îranê re piştgiriya wan zêde bû, ji ber ku vê hevkariyê bandoreke girîng li ser rewşa wan a civakî û siyasî li welat kir, hişt ku zêdetir beşdarî helwêstên xwe yên siyasî bibin.
Xiristiyan: Ew kêmjimarek mezin temsîl dikin, û di nav Ortodoks, Katolîk, Ermenî, Protestan û yên din de têne belav kirin, ev kom bi hev re mozaîkek dewlemend a çand, adet û kevneşopiyan pêk tên. Mezhebên wan ên cihêreng li deverên deryayî û hundir belav bûne, nemaze li deverên wekî Wadî el-Nasara li gundewarê Humsê û çiyayên Qelemûn. Civaka Xiristiyan hewl dide ku mîrateya xwe ya çandî û olî biparêze di çarçoveya zehmetiyên hevdem. Her mezhebek taybetmendiyên xwe yên wek rêûresm û şahî hene, ku dibin sedema xurtkirina nasnameya kolektîf.
Di nav mezhebên Xirîstiyanî Ortodoks ên Rojhilatî, Katolîk, Suryan û yên din, civakên Xiristiyan pêkhateyek bingehîn a tevna civaka Sûriyê ne, ku diyaloga navbera olan dewlemend dike û ruhê jiyana hevbeş a aştiyane di navbera komên cuda de pêş dixe.
Durzî: Mezhebeke olî ya serbixwe ye, li deverên taybet li başûrê Sûriyê kom bûye, piraniya wan li Çiyayê Durzî li Siwêda ne, ku navendeke dîrokî û çandî ya vê mezhebê ye tê dîtin. Druzî bi kevneşopiyên xwe yên cihêreng û felsefeya olî ya ku li ser têgîna yekxwedayîtiyê disekine, di nav xwe de bi têkiliyên civakî yên xurt têne nas kirin. Durzî di heman demê de taybetmendiyên xwe yên çandî diparêzin bi nepejirandina endamên nû di nav civata xwe de, dihêle ku bibe mezhebek girtî. Di dîrokê de Durzî di nakokiyên siyasî yên herêmê de rolek girîng lîstine, û di dirêjahiya serdeman de nîşan dan ku ew dikarin di bin şert û mercên cûda de jiyana xwe berdewam bikin.
Cihû: Civakên Cihû yên kevnar li Sûriyê hebûn, lê piştî şerê Nakba û Naksa, piraniya wan koçber bûn, ku ev yek bû sedema ku yên mayî kêm bibin heya ku hejmara wan tenê bû çend sed.
Êzdî: Komên biçûk ên kurdên Êzîdî li kantona Cizîrê û gundewarên Efrînê jiyan dikin. Di dirêjahiya sedsalan de, êzîdî rûbirûyî gelek zehmetiyan bûne, di nav wan de zordarî û komkujî ku bû sedema belavbûna wan li deverên cuda li seranserê cîhanê, bi taybetî li welatên cîran. Tevî zehmetiyên ku jiyan kirin nasname û mîrasa xwe diparêzin.
Cihêrengiya etnîkî di Sûriyê de
Pirrengiya Sûriyê ne tenê bi aliyên mezhebî ve sînordar e, lê cihêrengiya etnîkî jî di nav xwe de digire. Ereb piraniya nifûsa welat pêk tînin û li seranserê Sûriyê belav bûn.
Kurd: Kurd bi hezarê salan li ser xaka Sûriyê jiyan dikin, beriya derketina dewletên modern li van deveran. Kurd beşeke bingehîn a mîrateya çandî û dîrokî ya herêmê temsîl dikin, di dewlemendî û cihêrengiya nasnameya Sûrî de cih digirin. Di dirêjahiya dîrokê de, kurd rastî gelek çewisandin û koçberkirinê hatine, ji ber hewldanên parastina nasnameya xwe ya çandî û zimanê xwe. Van serpêhatiyên bi êş îradeya wan lawaz nekir, lê xwesteka wan a têkoşîna ji bo mafên xwe yên çandî û siyasî xurt kir. Wekî din kurd beşdarî gelek tevgerên civakî û siyasî yên ku ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê li herêmê bû, ev yek bû sedema alozkirina nakokiyên herêmî û navneteweyî yên li ser mijarên nasname û serweriyê.
Di dema rêjîma Baas de erdên kurdan hatin desteserkirin û li ser ereban hatin dabeşkirin, bi mebesta “erebîkirina” herêmên kurdan.
Ermenî: Ku ji Ermenîstana dîrokî ne, ew jî beşek ji tevna neteweyî ya Sûriyeyê ne, di sala 1915`an de bi hejmarên mezin koçber bûn bi sedema komkujiya ku dewleta Osmanî der heqê wan pêk anî.
Piraniya ermenî ji ola Xisristiyanî ne û zimanê wan yê taybet heye. Hejmara wan beriya 2011`an derdora 100 hezar bûn, piraniya wan li Helebê bi cih bibûn, wekî din li deverên mîna Keseb, Yeqûbiyê, Qamişlo, Kobanê, Dêra Zorê û Şamê dabeş bûn.
Şerê Sûriyê bandoreke li hebûna Ermeniya kir, hejmara ermenê ku koçberî Ermîniya bûn sala 2015`an gihat 15 hezarî.
Tirkmen: Tirkmen di sedsala 11`an de gihaştin axa Sûriyê, Iraq û Îranê. Li Sûriyê tirkmenên ku ji etnîsîteya tirk in, bi giranî li bakur, li herêma Çiyayê Tirkmenan li Laziqiyê li nêzî sînorê Tirkiyê herwiha li Heleb, Idlib, Hums, Tertûs û herêma Şamê ne.
Di bin desthilatdariya Esed de, nivîsandin û axaftina bi zimanê Tirkmenî qedexe bû û hikûmetê nasnameya wan a etnîkî nas nedikir.
Çerkez: Eslê Çerkezan vedigere Kafkasyayê, di sala 1878`an de gihîştin Sûriyê û li wir li sê herêmên sereke bi cih bûn, Quneytera, ku koma herî mezin ji wan beriya dagirkirina Colanê ji hêla Îsraîlê pêk dihat, herêma Helebê û bajarê Şamê û hin gundên derdora wê. Çerkez misilmanên sunî ne.
Pirrengiya mezhebî ya Sûriyê beşeke bingehîn a nasnameya wê ye. Ji nû ve avakirina paşeroja Sûriyê pêwîstî bi parastina vê cihêrengiyê heye û ji bo veguhertina wê ji cihê nakokiyê bibe çavkaniya hêz û pêşketinê. Têgihîştina kûr a cudahiyên di navbera mezheb, kevneşopî û çandên cihêreng de dikare bibe alîkar ku hevgirtina neteweyî xurt bike, ku bihêle her kes bi awayekî aktîf beşdarî avakirina civakek aştî û rêzgirtina ji hev; bibin. Ji bo pêşxistina diyaloga di navbera civakan de û peydakirina platformên danûstendinê, da ku karibin parçebûna dîrokî derbas bikin û pêşerojeke domdar ku mafên hemûyan misoger bike û aştiyê pêş bixe ava bikin.