Lîloz Hisên/Qamişlo
Fermandara YPJ Nisrîn Abdullah destnîşan kir ku hêmanê hêza cewherî li ser esasê parastina rewa ye û wiha got: “Xeteriyên mezin li pêşiya me hene lewma divê em hêza xwe ya cewherî xurtir bikin. Bi rêxistin û tevlîbûna hêza cewherî mertalên xwe xurt bikin.”
Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê jinan bi rêxistinbûyînê karîbûn bi yek refî parastina tevahî jinên herêmê bikin ji êrişên derve, nemaze li dijî hovtirîn komên çete bi taybet li dijî DAIŞ`ê têkoşîneke mezin da meşandin û hêzeke jinê mezin hate avakirin ku bû nimûne ji bo hemû jinên cîhanê. Jinê karîbû bi hêza xwe ya cewherî parastina xak, civak û jinan bike û ji bo pêşxistina wê têkoşîn berdewam e.
Rola jin di parastina cewherî de
Derbarê rola jinê di parastina cewherî de fermandara Yekîniyên Parastina Jin Nisrîn Abdullah ji rojnameya me re axivî.
Nisrîn Abdullah di destpêka axaftina xwe e wiha got: “Di şoreşê de xala herî girîng parastin bû, di vê rêyê de jina kurd karîbû xwe birêxistin bike, ev rêxistin di astên bilind de hate pêşxistin. Jina kurd di qada parastinê de îro misyon û berpirsyartiya xwe bi cih anî. Yekîniyên Parastina Jin ji bo parastina jinan li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya hemû jinan temsîl dike. Di pêvajoya 14 salan de karîbûn bi rêka xweparastinê bizîvirin hebûn û xwebûnê, her roj girîngiya xwe diyar dike mijara mirin û mayînê hîn heye, eger em ruhê xwe yê netewî misoger bikin bê guman divê em xwe biparêzin. Konferansa ku ji bo jinên kurd hate li dar xistin di nêrîna min de xweparastin e, ji ber ku yekîtî bingeha her tiştî ye û parastinê dide çêkirin.”
Rola jinê di têkbirina DAIŞ`ê de
Di berdewamiya axaftinên xwe de Nisrîn Abdullah wiha got: “Yek ji mijarên hêza jinan ku di konferansa xwe ya yekemîn de di 4’ Nîsana sala 2013’an de navê xwe kir Yekîniyên Parastina Jin ku karîbe bi ruh û nasnameyekî Sûrî kar û barê xwe bide meşandin, tu carî ferq û cûdabûnê naxe navbera jinên pêkhate û netewên li ser vê xakê jiyan dikin, her dem di nava amadekariyeke mezin de bû ku karibe hem jin û civakê biparêze. Bê guman li ser vê xakê gelek êrişên cur bi cur ji hêla hêzên cuda hatin kirin, yek ji van êrişan ji hêla komên terorîst de bû weke DAIŞ’ê, eger amadekarî û rêxistinbûn di wê demê neba wê qirkirineke mezin der heqê jinê pêkhatiba, ji ber ku DAIŞ di hemû pêkanîn û kiryarên xwe de weke dijminê jinê diyarker bû, me karîbû van êriş û idyolojiyên nijadperest, netewperest zayendperestî têk bibin. Berxwedana me li hember DAIŞ’ê têkoşîneke idyolojî bû û di vir de nasnameya xwe ya Sûrî bi ruhê gerdûniya jin di pêşengtiya jina kurd e me da pêşxitin.”
Rola jinê di yekîtiya refa kurdî de
Fermandara YPJ Nisrîn Abdullah destnîşan kir ku Yekîniyên Parastina Jin temsîla bi hezarên jinên kurd dike, îfadeya yekîtiya rastî di eniyên şer de dike û wiha anî ziman: “Weke jinên kurd di nava qada parastinê de em dixwzin vê yekîtiya refa kurdî bi kurahî û rastî îfade bikin û di misyona yekîtiyê de rola xwe ya parastinê baştirîn bilîzin.”
‘Em qedera xwe radestî tu kesî nakin’
Fermandara YPJ Nisrîn Abdullah wiha domand: “Ji destpêka şoreşê heya îro me drûşmekeye digot ku em qedera xwe radestî tu kesî nakin, Sûriya îro derbasî pêvajoyeke nû bûye, di vê pêvajoyê de em rûbarê pirsgirêkên nû diçin. Desthilatdariyeke hatiye li ser hukim dixwaze mafê jinan bi giştî tune bike, ev jî di cewhera xwe de înkarkirina nîvê civakê ye, di destûra demikî de xwe îfade kir ku destûreke zilamtiyê diyar dikr û ev yek înkarkirinek ji hemû mafên jinan re ye. Dîsa jin weke zayendekî biyolijîk dibîne û rastiya wê ya hebûnê înkar dike. Em jinên kurd bi yekîtî û helwestên xwe yên vekirî bi cesaret û rêgezên diyarker wê destûrê red dikin, jina kurd ev 14 sal têkoşînê dide meşandin, şoreşê dike û şoreşa xwe bi misogerkirina mafê xwe wê berdewam bike û di îstratîjiya xwe ya têkoşînê de wê karibe îfadeya nasnameya jina sûrî bike ku bizîvire ji bo misogeriya tevahiya jinan.”
Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî dîrok hate nivîsandin
Nisrîn Abdullah di gotinên xwe de wiha anî zima: “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan hate diyar kirin ku zîvirî drûşmeyekî gerdûnî ji bo tevahî jinan, weke YPJ em vê drûşmeyê weke rêgezên jiyana xwe dimeşînin, bê guman dema ku dibêjin tu nikare jinê ji jiyanê qut bike, jiyan bê azadî jî nabe formîla ku hatiye pêşxistin formîlekî gerdûnî ye, weke jinên kurd bi ruhekî gerdûnî dengê xwe ji hemû jinan re bilind dikin wê her dem Jin, Jiyan, Azadî rêgezê jiyanê be.”
Di dawî de fermandara Yekîniyên Parastina Jin Nisrîn Abdullah wiha got: “Em di pêvajoyekê de ne ku ji hemû deman zêdetir parastin gereke, çi ji bo jinên kurd an jinên herêmê, xak an welat be û ji bo avakirina sîstemekî demokratîk. Sûriya niha bê parastin e tê wateya ku civak bi tevahî bê parastin e, pergala ku niha hatiye avakirin hîn ne ziviriye mekenîzmeya parastina civak, jin û xakê gerek em di girantiya vê yekê de bin. Divê ji her demê zêdetir mertalên xwe xurt bikin, ev jî bi rêxistinbûyînê û tevlîbûyîna hêza cewherî çêdibe, hêmanê hêza cewherî li ser esasê parastina rewa ye divê em paşguh nekin, xeteriyên mezin li pêşiya me hene ji bo rûbirûbûna van xeteriyan gereke em hêza xwe ya cewherî bidin pêşxistin û bi çanda gulê em nêzîk bibin ku bi stiriyên xwe xwe diparêze.”