Farûk Sakik
Dema ku di sedsala 11’emîn Tirk ji çolên Asya Navîn pêlên koçberiyê dan destpêkirin û bi pêşengiya Selçûkiyan hatin ber deriyê Anataoliya, li vê derê Kurd nas kirin. Gelê Kurd li vê axê, ji dîrokê re malovanî kiribû. Civakeke qedîm bû. Herdu gel, bi hev re li wê erdnîgariyê dest bi jiyaneke aştiyane kirin.
Dema ku Osmaniyan mîrasa Selçûkiyan girt, di destpêkê de bi Kurdan re di nav danûsandinê erênî de tevgeriyan. Mîrektiyên Kurdan li herêmê serbixwe bûn. Kurdistan di warê aborî-bazirganiyê de herêmeke stratejîk bû. Ev yek bala Osmaniyan kişandibû. Di sedsala 16’an de di dema şerê Osmanî û Sefewiyan de têkiliyên herdu gelan dîsa stratejîk bû. Lê bi sal û demê re, dema ku Tirk dibûn xwedî hêz, êrişî Kurdan kirin, an jî xiyanetî Kurdan kirin. Di destpêka sedsala 19’emîn de dema Osmanî, bûn xwedî hêz midaxaleyî mîrektiyên Kurdan kirin. Ev bû sedem ku Kurd dest bi serhildanan bikin. Serhildana, mîrektiya Mîr Bedirxan jî ji van îsyanan yek bû.
Em vegerin îro. Dîsa dor li wan hatiye tengkirin. Îsraîl gefan dixwe. Di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de talûkeyeke mezin li pêş wan e. Dîsa wek dîrokê xwe spartin Kurdan. Dîsa behsa biratiya Kurd û Tirkan a hezar salî dikin. Ev car Kurd jî hişyar in. Kurd îroj behsa xiyaneta wan a hezar salî dikin.
Li ser stratejiyek, li ser aşitî û civaka demokratîk li hev kirin. Pêvajoyek-serdemek nû dest pê kir. Peyama Rêber Apo ne tenê di nav Kurd û Tirkan de heyecanek çêkir, di heman demê de li cîhanê bi erênî hat pêşwazî kirin. Lê di demeke wiha de li Rojhilata Navîn de hin hevsengî hatin guhertin. Li Sûrî dema HTŞ bû desthilat, Tirkiye ev pêvajoya nû da aliyek û berê xwe da Sûriyê. 3 cengewarê xwe Hakan Fîdan, Îbrahîm Kalin û Yaşar Guler derbasî Qesra Colanî kir. Ev 3 kes demên dirêj bi HTŞ û Colanî re hevaltî kiribûn. Li Şamê bûn û dixwestin bi Colanî re li dijî Kurdan siyasetek qirkirinê bidin destpêkirin. Daxwazek wan jî ew bû li Sûrî bargehên leşkerî ava bikin.
Serdema Beşar Esad hat bîra wan. Di axa Sûrî de bê asteng li her derî hebûn. Di axa Sûrî de ‘ala’ wan hebû. Kurd wek terorîst û dijminê xwe îlan kiribûn. Koçberên Sûrî li dijî Ewrûpa di siyaseta xwe de bi kar anîbûn. Texmîn dikirin bi Colanî re ev yek zêdetir pêş keve. Lê nebû.
Îsraîl siyaset-lîstika wan dîtibû û êriş kir. Baregehên dixwest li bi cîh bibin heroj dihatin bombekirin. Erdogan wêrekiya xwe ya li dijî Kurdan evcar nikaribû bi kar bîne. Êdî nikaribû ji Îsraîl re bibêje; “Em ê şevek ji nişkeve werin.” Dema ji bo Erdogan peyva dîktator bi kar danîn, newêribû bibêje “Eyyyy Îsraîl”. Bi tenê digot ‘em vê peyvê red dikin’. Herkesî henekê xwe bi wan kir.
Şevek ji nişkeva, neçûn Îsraîl, lê çûn Amerîka (Hakan Fîdan). Li vêder jî encamek negirtin û carek din vegeriyan cem Rêber Apo. Di destpêkê de di çanda bapîrên xwe ya xapandinê de israr kiribûn.
Îroj êdî bawerî anîn ku nikarin careke din Kurdan bixapînin. Rêper Apo evcar baş nas kirin. Ev rêber û ev gel nedişibijya Kurdên hezar sal berê. Neçar in ku xapandin û xiyaneta hezar salî, deynin aliyekî rastiya serdema nû bibînin-qebûl bikin. Ev şansê dawî yê ku Kurd didin wan. Divê ji vê biryara Rêber Apo re rêzdar bin. Careke din di salonên Qesra Şamê de, li dijî Kurdan, li hevkaran negerin. An jî wê aqûbeta bapîrên xwe Osmaniyan a destpêka sedsala 20’an bijîn.