Volqan Elî
Xweza li gorî civaka mirovahiyê pir hêdî xwe diguhere. Lê belê ev guherînên li xwezayê jî rasterast li ser civakan bandora xwe dikin. em mirov, civak jî ne bi kêfa xwe ne; ji neçarî li ber xwezayê stuxwar dibin.
Werhasilî, li gorî tehlîleke dîrokî-demografîk, texrîbên 1500-2000 hezar sal berê li Asyaya Navîn ku êl û eşîrên Turanî lê dijiyan zuwabûn-hişkesalî peyda dibe. Êlên Turanî yên Şamanîst (yanî kalikên Tayip û Dewlet Bahçelî ji heft bavikên xwe ve ne Misilman bûne) vê, wekî xezebeke Xwedayan-ruhên mezin dihesibînin. Û berê xwe didin aliyê xwe yê başûr, rojava û hwd. hoz û eşîrên bav û bavpîrên Tayip û Bahçelî, xwe digihînin welatê Persya, Kurdistan, Erebîstan û hwd. Lê derbas bûna li van deran wisa nabe. Pir êl û hozên Şamanîst bi qirkirinan re rû bi rû dimînin, hir de diçin vir tên, li Bîzans, li Kurdan, li Farsan, li Ereban diqelibin lê bê çare yan vedigerin bi paşde yan tên kuştin yan jî dihelin û dibin Kurd, Fars û hwd.
Di dawiya dawî de beşek êlên koçber ku li ber çema Mewarun Nehr asê mabûn (kalikê Bahçeli û Tayip), ji nişka ve biryar didin ku bibin Misilman (1043).
Piştî ku dibin Misilman, hêzên serdestên hozên Tirk, gelek xizmeta wan ji Ebasiyan re çêdibe, dibin fermandar û şûrê qesrên Ebasî. Pir serhildanên demê yên gel yên şoreşgerî (Babek, Zenc têk dibin. Ji vê pêvajoyê bi şûnde ye ku hozên Tirk-Turanî li welatê Aryen, Erebîstanê bi rehetî tevdigerin. Li ser erdnîgariya Îran, Kurdistan dewletên Selçûqî ava dikin.
Ruxmî vê rewşê jî ji ber ku li aliyê rojavayê Kurdistanê (erdnîgariya ku hozên Kurd lê dijiyan) Bîzansî hebûn nikaribûn derbasî vî aliyê bibin. Her çendî ji beriya vê hin begtî û dewletên Selçûqî ava kiribûn jî, li van deran Kurd, Fars, Ermen û hwd. dijiyan welatê wan bûn. Aliyê rojaveyê Kurdistanê Bîzansiyên ne Misilman bûn, wisa difikirîn ku ew dikarin van deran bikin welatê Tirkan.
Li ser vî esasî, melîk-reîsê Tirk-Turanî Alparslan beg hê ji beriya şerê Melezgirê tê bi Mîritiya Merwanî re têkîlî datîne. Her du alî bi germahiyeke mezin nêkî hev dibin. Tê gotin mîrên Merwanî di wan serdeman de gelek nakokî di navbera xwe de dijîn. Pir caran Alarslan beg dikeve navbera wan, wan li hev tîne. Yanî di şexsê wan de têkiliyên Kurd û Tirkan di wê astê de xweş dibin.
Sal dibe 1071. Alparslan Begê serekê desthilatdariya Tirkên wê serdemê lê mêze dike ku wisa nabe! Çi nabe? Yanî temam, navbera wan û Kurdan xweş e! Kurd mêvanperwer in, cih dane wan, war dane wan… Lê dîsa jî welatê xelkê nabe yê mirov. Jixwe re dibêje, “divê em derbasî aliyê Bîzansê bin. Jixwe ew ne Misilman in. Divê em Anatoliya Bîzansî bikin Misilman, welatê wan jî bikin ê Tirkan.” Alparslan Beg vê plana xwe ji Mîrên Merwanî, Cîzira Bohtanê re eşkere dike. Dema Kurd bi vê planê dihesin, qetl û qiyamet, talan û dagirkeriya Bîzans (hem jî Sasanî, Emewî û Ebasî) ya bi sed salan, hezar salan di ber çavên wan rê dîsa bi êşeke mezin derbas dibe. Van her sê hêzan ne ku tenê hatibûn talan û terşa Kurdan rakiribûn, her şer û cengê xwe jî li ser Kurdistanê meşandibûn. Wan bi hev re şer dikir, gundên Kurdan wêran dibûn, Kurd dimirin. Piştî ku Medya hilweşîbû (b.z 550) bi şûnda, Axamenîşî, Sasanî, Helen, Emewî, Ebasî, bûyîbûn xwînmijê Kurd û Kurdistanê. Êdî Kurd pir bê zar bûbûn. Ji hal ketibûn. Ku ji ber çi bû tam nayê zanîn vaye di van çaxên dawî de êdî şer û şûrê Bîzans, Sasanî û Ebasî li ser Kurdistanê kêm bibû. Lê dîsa jî xetereya dagirkeriya wan berdewam dikir. Bi taybetî ya Bîzansiyan…
Dema ku Kurdên Merwanî, Cezîra Bohtan pêşniyar-plana Alparslan bihîstin bi rojan bi şevan xew bi çavên wan neket. Ji ber ku firsendeke mezin li ber wan bû. Wê herî kêm beşek xetereya hezar salan kêm bûya. Li şûna ku artêşên dagir ên Bîzans bihatana Kurdistan bixista bin lingê xwe, wê bi Tirkan re rû bi rû bima. Di dawî de ji Alparslan re gotin ‘erê’. Wê li dijî Bîzans şerekî xwînavî çêbûya. Êl û hozên Tirkmen wê derbasî aliyê Bîzans, aliyê rojavayê Kurdistanê bibûna.
Mîrê Ferqînê bi nêzîkî deh-panzde hezar şervan tevlî şer bû, mîrê Cezîra Bohtan jî bi pênc hezar şervan… Şerê mezin li Melezgîrê di 26 Tebaxa 1071’an de çêbû. Li gorî dîroknas dibêjin, Alparslan quweteke sih hezar leşker xistibû vî şerî. Dîsa artêşa Bîzansî jî zêdetirî sed hezar leşker xistibû şer. Fermandarê Bîzansî Romen Diyojen bû, yê hêzên Misilmanan jî Alparslan bû. Di meydana şer de Bîzansî têk çûne, quwetên Misilman bi ser ketine.
Niha piştî bi hezar salî em encamên vî şerî difikirin. Di wê serdemê de çi bûye, wekî destkeftên vî şerî… êl û hozên Tirk di Melezgirê re derbasî Anatoliya Bîzansî bûn. Wê derê ji xwe re kirin war û welat. Bi sedan sal li wir man êdî bûne ji wê derê… bi saya vî şerî… di wê serdemê de deskefta Kurdan çi bûye? Li ber êrîşên Bîzansiyan ji eşîrên Tirk bendek-dîwarek çêbûye… Jiyana Kurd û Kurdistanê demeke pir dirêj ketiye bin ewlehiyê.