Nehîr Pale
Ji xwe re xweda çêkirin yek ji rêbazê mîtolojî ku dikeve bin xizmeta sîstema baviksalarî de. Ji ber vê yekê têkiliya di navbera xweda û ebid de divê bi hemû ziraviyên xwe were lêkolîn kirin. Mîtolojî, ol, dewlet, iqtîdar û hwd. heyanî ji destê wan hat ev têkiliya di navbera ebid û xweda de ne tenê asayî kirin, nirxekî mezin dane wê û ew pîroz kirin. Ev yek jî bû sedema ku jin têkeve xefka koletiyê de û ew gihand asta ji aliyê zîhnî û ruhî ve nikare xwe ji vê têkiliyê rizgar bike. Berevajî, her tim lêdigere ku wê çawa xwe bighîne pîrozbahiya vê têkiliyê. Jin bê zanebûn xwedayan ji xwe re çêdike û analîz nake ku wê di encama wê de têkeve çi rewşê de.
Em dikarin vê mijarê bi pirsa gelo jin çawa xwedayan ji xwe re çêdike, berdewam bikin. Di vir de em ê balê bikşînin ser têkiliya jin û malbatê. Dema ku têkiliyên malbatê û bi taybet têkiliya jin û mêr tê pîroz kirin, derî ji koledariya jinê re tê vekirin. Dayîka ku keça xwe di temenê biçûk de dizewicîne, mînak tê dayîn û wê zîrek dibînin, jina gelek kuran tîne pesna wê didin û jina ser tewandî ji hemû jinan çêtir dibînin.
Jin bi bav, bira û hevjîn ve tê girêdan, difikire ku kesek ji bavê wê çêtir nîne, tu kêmasiyên birayên wê nînin, hevjînê wê taca serê wê ye û kur jî pêşeroja wê ye. Li ser jinê tê ferz kirin ku hemû pirsgirêkên wê bi riya mêr tê çareser kirin. Eger bav tûndiyê li keça xwe bike, zewacê jêre çareserî dibînin, eger hevjînê wê zulmê lê bike yan ew ê vegere bin rehmeta bav û birayên xwe yan jî wê careke dîtir bizewice.
Her wiha hinek teoriyên mîna: Zewac pêdiviyekî jiyanê ye, jina nezewicê di malê de ma ye, jina nezewicî be û zarokên wê tine bin bêxwedî ye û gunehe, ev hemû dibin sedema ku jin têkeve nava lêgerên xwedeyan ji xwe re çêbike. Bav û hevjîn gelekî zêde di çavên xwe de mezin dike, di her tiştî de li benda mêr e ku wê biparêze, wê birêve bibe û pirsgirêkên wê çareser bike. Jina ku bav an jî hevjînê wê bimre dikeve rewşa mîna ku ew seqet buye, her tim kêra civakê li ser sukra wê ye û di bin rehmeta şert û mercan de dijî.
Di nava civaka zayendperest de eger jin her tim xwedayan ji xwe re çêbike, ew ê nikaribe dawî li zîhniyeta mêr bîne, guhertin û veguhertin çêbike. Ya girîng jî li hemberî tûndî, kuştin û komkujiyên li ser jin têne kirin, em ê tenê di hundirê xwe de êş bikşînin. Bertekên demkî ne têkoşîn e. Eger têkoşîn jî neyê kirin gelo wê derfet hebe ku jin di polîtîka de gav bavêje yan jî bibe hêza çareserkirina pirsgirêkan. Gihîştina azadî û civaka demokratîk berpirsyartiyeke ji hemû jinan tê xwestin. Rêxistinkirin, xwe perwerde kirin, têkoşîn kirin, guhertin û veguhertin ji bo jinê şert e.