Amara Baran/ Qamişlo
Dayika Rêber Abdullah Ocalan yadê Uwêyş bi perwerde û têkoşîna xwe hişt ku têkoşîna jinan zindî bibe û gelê kurd ji xewa mirinê şiyar bibe. Dayika Uwêyş berhemeke bêhempa diyarî gelê kurd kir û di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber kirîza dil çû ser dilovaniya xwe.
Rêber Apo di nirxandin û dahûrandinê xwe de gelek caran têkîliyê di navbera xwe û dayka xwe de dinirxîne û wiha dibêje” Bi aliyên xwe yên erênî û neyênî li ser tevgera azadiyê ya jinê, yek jina ku bandora xwe kiriye dayîka min e.
Uweyş Ocalan Kiye
Uweyş Ocalan li Gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê hat dinê. Di temenê biçûk de bi kesek ji gundekî nêzî wan re tê zewicandin. Kesê ku pêre hatiye zewicandin, hewl dide jineke din birevîne û ji ber ku jina dixwaze birevîne naxwaze pêre bireve wê dikuje. Dayê Uveyş ji vê bûyerê re li dadgehê şahidiyê dike û dibe sedema cezagirtina kesê jin kuştiye. Ew kesê ku li ser îfadeya Dayê Uveyş tê girtin li girtîgehê krîza dil derbas dike û jiyana xwe ji dest dide. Uveyş piştî vê yekê vedigere cem malbata xwe û bi Omer Ocalan ku ji heman gundî bû, re dizewice. Ji vê zewacê sê kur û çar keçên wê çêdibin. Uveyş ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne, lê dawiyê lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salek a li wê derê di 11’ê Nîsana 1993’an de ji ber krîza dil wefat dike. Cenazeyê wê li gundê Amarayê yê gelek jê hez dikir tê definkirin. Uveyş bi kesayeta xwe ya xurt û bi berxwedana xwe tê nasîn û di 4’ê Nîsana 1949’an de zarokek anî dinê nizanîbû ku ew ê bibe rêberek û çarenûsa Gelê Kurd biguherîne. Uveyş gotinên wekê ‘Ji min re kumaşekî fistan bigire’ dibêje û li ser vê Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ji bo hêjayî wê bim li gorî min divê ez ji bo Kurdistanê têbikoşiyam. Tevî hemû nakokî û pevçûnan dîsa jî ewladekî baş yê dayikê wisa pêkane.”
Rêber Apo: Dayîka min tofanek serhildêriyê bû
“Rêber Apo ji bo dayika xwe dibêje, “Ew tam tofaneke serihildêriyê bû û dizanim ku dayika min têkoşerek mezin e. Di temenê biçûk de têkoşîn fêrî min kir. Hîn jî bandora wê li ser min heye. Dayika min hestek wiha bi min re afirand. Tu xwe bispêrî min, piştgirî û alîkarî ji min bigirî, wisa bi girîn û gazin nikarî bijî. Divê teqez tu bi xwe bersiv bidî. Ev yek dibe sedema hestê xwegihiştin û tolhildanê. Li gund bi serhildêriya xwe dihat nasîn. Li hember kesî serî neditewand. Jin, mêr ferq nedikir, bi ser de diçû, hesab dipirsî. Ji xwe ji ber bandora dayika xwe ez wiha nêzî têkoşîna jinan bûm.”
Dayîk îfadeye zayinê ye
Rêber Apo wiha baldikşîne ser rastiya Dayîkî û dibêje“ Di Kurdistanê de yek rastiyeke em bikaribin li ser bisekinin jî rastiya dayîkan e. Dayîktî bi giştî îfadeya zayînê ye. Wata herî hêsan ya di nava me de bi şêweya zarokan tîne û nifşê xwe didomîne ye. Min ji serî de ev nepejirand. Dikare were gotin ku, bersiva herî hişk a dayîka xwe min bi xwe da. Ew weke dayîkekê hemû mafê xwe yê malê bi jidayîkbûna min dida pêş. Min jî digot; “tu wê mirîşk û cîcikê dibînî, mirîşk ji bo cîcikê çiqas dayîk e, tu jî ji bo min ewqas dayikî.” Ev şibandineke gelek qebe bû, lê min ev kir. Heta ez diketim nav nêzîkatiyeke ku min digot şûna zarokên te wisa hebin bila qet tinebin baştir e. Di vê watê de min nêzîkatî raber dikirin. Ji ber yek ji dayîkan bû, ez jî yek ji wan zarokan bûm. Zarok weke dixwaze najî, dayik jî weke dixwaze bi zaroka xwe re dixwaze xwe bidomîne. Ev nakokî bû.
Dayîka Ûveyş, kêmzane û pêlansazî bû. Lê belê li gor xwe dayîkeke îsyankar bû. Di heman demê de jinek bû ku zêde neketibû bin bandora zilam. Jixwe têkîliyên wê bi min re cûda bû. Di wê baweriyê de me ku dayîka min zêde nedizanebûna ku çi dixwest de bû. Ji bo min wisa difikirî “waye wê bibe karmend, hindek pere qezenc bike, çend metre qumaş, çend cilûberg bikire” bû. Ev hin xwestekên zêde naveroka wan ne dagirtî bûn. Qesda wê ji ewladê bixêr, halê wê hindek ferisandin, di aliyê madî û manewî de hindek bersivdana wê bû. Zarokek di vê wateyê de bersivê dide dayika xwe. Ji bo bibe keça diya xwe an jî kurê diya xwe gelek bi pute (ozen) nêzîk dibin.
Di her tiştî de dijîtî di vir de destpêkir. Hûn bibêjin nebûna zarokekî wisa û cûdatiya vê taybetmendiyê, an jî şens an bêşensî em wisa fêrbûn. Li gor xwe di temenê herê nêz de şerekî wisa ji bo dayîka xwe min da. Ma însan li hember diya xwe şer dike? Me da. Ez gelek kêm ketim rewşa zaroka ji diya xwe gelek hez dike, an dayîka ji zaroka/ê xwe gelek hez dike. Ji bo em wisa bibin ma ev xebata me gelo tewan bû, rastiya we ye, an ya min e? Lê belê psîkolog dibêjin şêwegirtina zaroktî gelek bandora xwe li ser kesayet dike û di mezinahiyê de jî ev bandor didome. Em jî bi vê bawer in. Ev rastiyeke zanistiye. Ew têkoşeriya wê demê nebe, têkoşeriya piştre jî nabe. Gelo ez gelek bi aqilbûm an biryar bixwe gelek cûda bû nizanim, lê têkoşerî xwe ferz kir. Ev jî mijareke cuda ye. Em hesabxwestinê di temenê biçûk de destpê dikin. Hindek ferasetên wê yên serwer jî hene; li gor xwe dixwaze hin kevneşopiyên malbatî hakim bike. Hin xwestekên min ên azadiyê hene, ez jî wan dext dikim. Kevneşopiyên malbatî yên ku ew fêrbibûn. Yên bi navê azadiyê ku ez fêr bibûm, şerê gelek bi rêgez li hemberî desthilatiyê ku pêşdiket bû.