Dîlan Mulhim\Qamişlo
Hevserokê Şaredariya bajarê Qamişlo Sitêfo Mesûd diyar kir ku bi armanca kêmkirina aloziya çûnûhatina erebeyan, wan di nava navenda bajarê Qamişlo de dest bi pirojeya çêkirina rawestgehan kiriye. Rêveberê xeta kornîş jî Ehmed Nayîf daxwaz kir ku ev rawestgeh ji erebeyên xetan re jî bên çêkirin, lê dikandar Haşim Ebû Mihmed nerazîbûna xwe ji çêkirina van rawestgehan re nîşan da.
Şardariya Bajarê Qamişlo bi hemahengiya kampaniya Barko dest bi pirojeya çêkirina 131 rawestgeh kir, ev rawstgeh ji kolana giştî ya bajarê Qamişlo heta çerxeriya Şehîdan hatin çêkirin, herwiha li kolana şaredariyê jî rawestgeh hatin çêkirin. Girêdayî vê mijarê hevserokê Şaredariya bajarê Qamişlo, Sitêfo Meshûd, dikandar Haşim Ebû Mihmed û rêveberê xeta erebeyan ya kornîş Ehmed Nayîf ji Rojnameya me re axivîn.
‘Armanca me kêbûna aloziya çûn hatinê ye’
Sitêfo Mesûd anî ziman ku wan bi ahengiya kampaniya Barko ji 3’ê Nîsanê ve dest bi pirojên rawestgehan li kolanên bajarê Qamişlo kirin ne û wiha got: ” Me dest bi vê pirojeyê kir bi armanca kêmbûna çûn û hatin, herwiha ji bo ku ereb li her cihî nesekin. Ev pirojeyê ku me dest pêkiriye ji 131 rawstgehan pêk tên,ev rawestgeh ji bo kesên astengdar, ambulans û erebeyên ewlehiyê ne. Ev rawestgeh bi awayekî rêxistinkirîne, ji bo ku her erebeyek li cihê xwe raweste. Dema ku erebe welatiyan li ser van rawestgehan raweste her du demjimêr bi du lêreyan ne û erebeyên xwediyên dikanan bi mih wê kirê bidin. Di heman demê de wê tensîq di navbera xwediyên dikanin û kampaniya Barko de çêbibe ji ber kiriya erebeyên xwediyê dikanan were dayînin.”
‘Pêwîst e erebe cihê xwe di rawestgehan de bigirin’
Sitêfo Mesûd da zanîn ku ev piroje ji aliyê kampaniya Barko ve tê birêvebirin û bi dawî kir: ” Berî ku em dest bi pirojeyê bikin me nêrînin welatiya girtin, her kesekî li gorî xwe nêrînên xwe dan. Me beşek ji pirojeyê di du mihên pêş de pêkanîn, ji bo ku em bibînin ku çawa gel ji vê yekê qebûl dike. Dema ku ereb cihê xwe di van rawestgehan de cih bi girin, wê demê aloziya çûn û hatinê çê nabe. Ji ber vê yekê pêwîst e ereb cihê xwe di rawestgihan de bigirin. Di her pirojeyan de zehmetî hene, lê dema ku ev piroje pêk were bi demê re wê gel nasbike ku ev yek ji bo berjewendiyên wan. Ev pirojeyê me berdewame”
Di heman çarçoveyê de dikandar, Haşim Ebû Mihmed eşker kir ku pêwîst e ve rawestgeh bi dirêjahî hatibane çêkirin û wiha got: ” Ev rawestgeh bi firahî hatine çêkirin riya kolanê gelek teng bûye, herwiha ev rawestgeh hîn zêdetir aloziya çûn hatinê çêdikin. Em bi hêvî ne ku van rastgehan bikin bi dirêjahî, ji ber k u astengî ji me re çê nebe.”
Di heman demê de rêveberê xeta kornîş, Ehmed Nayîf wiha axivî: ” Ev rawestgehên ku li kolana giştî a bajarê Qamişlo hatine çêkirine tu astengiyan ji karê me re çênake. Ev rawesgehên ku li ber deriyên dikan hatine çêkirin û ne razîbûn li cem xwedeiyên diknan derdikeve, lê em ji vê yekê razîne û hêvî ne ku erebeyên xetêr re jî rawestgeh werin çêkirin.