Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeyên Şaredariya Qamişlo yên 2025’an

08/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Projeyên Şaredariya Qamişlo yên 2025’an
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji bo sala 2025’an gelek projeyên xizmetguzarî yên girîng daye pêşiya xwe û hewil dide pêk bîne, pirojeya sereke jî sererastkirina riyên bajaêr û çêksazkirina kenalizyonên avê ye.

Şaredariya Gel li her bajarekî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kar û xebatan dide meşandin ku tê de paqijî, av, kenalên avqirêjiyê, erêkirina avakirinê, pêjiyanî, serbaz û rêxistinkirina bajêr bi giştî ye. Di vê çarçoveyê de Şarederiya Gel a bajarê Qamişlo jî gelek proje dane pêşiya xwe.

Di şaredariyê de gelek beş hene ku tê de têkiliyên gel bi komînan re jî tê kirin. Ji sedî 50 pirsgirêkên civakê di riya van têkiliyan de tê çareserkirin, armanca vê yekê pirsgirêk bi rengê civakî werin çareserkirin, heger pirsgirêk bi vî rengî nehatin çareserkirin wê demê bi rengê zagonên şaredariyê tên çareserkirin.

Herwiha xalek sereke şaredeşarî dê li ser bisekine ew jî birêxistinkirina civaka ye di riya têkiliyên gel û meclisa şaredariyê de ye, di 2025’an de hewil dane ku wê di rêxistina civakê de komîn bingeh be. Di vê rêxistinê de her 3 mehan wê civînek bi komînan re hebin ji bo xwendina rapora va sê mehan çi ji aliyê aborî be yan bicihkirina projeyan, wê nerînên komînan bibin û yên gel jî ji bo ku hewil bidin ku van nerînan pêk bînin.

Di şaredariyê de her demsal proje tên pêşkêşkirin di sala 2025’an de jî şaredariyê balkişandiye li ser kar û xebatên stasyonên avê.

Herwiha li bajarê Qamişlo sê stasyonên avê yên sereke hene ew jî stasyona Hilêliyê, stasyona çemê ceqceq û stasyona El-iwêce û xeta wan ji stasyona Sefan a erdnîgariya bajarê Dêrikê tê bajarê Qamişlo, ev stasyon 24 saetan kar dikin ji bo ewlekirina ava gelên bajarê Qamişlo. Ev proje ji aliyê hin kesên pispor tên amadekirin.

Ji bo mijara avê li ser ewlekirina çavkaniyên avê kar dikin, mînak: Sondajên bîran û dîtina alternatîfên enerjiyê.

Di heman demê de ji mijarên sereke ku wê li ser bê seknandin kenalên avqrêjiyê ne û çaksazkirina riyane, ji bona van mijaran ew xwe li gorî beşa teknîkî a şirketa Zagros, Dezgeha kenalên avê û Binesaziyê birêxistin dikin.

Dê piştî 15’ Nîsanê de projeyên girêdayî kenalên avqirêjiyê, çavkaniyên avê, çaksazkirina riyan, bên destpêkirin.

Herwiha ji bo çandina daran planek Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi hemahengiya Desteya Ekolojîk re ji bo mijara çandina daran hebû, lê di destpêkê de divê çavkaniyên avê hebin ya din jî divê parastina darên ku di salên bûrî de hatine çandin bi zêdekirina daran, bê kirin, ev jî li cihên ku çolistanin. Ji bo vê yekê wê bernameyek ji bo gelek salan bê dayîn.

Dê piraniya projeyên şaredariyê piştî meha Gulanê werin despêkirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.