Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Me Ye’

07/04/2025
in NÛÇE
A A
‘Azadiya Rêber Apo Azadiya Me Ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Di bin drûşmeya “Azadiya Rêber Apo Azadiya Me Ye” û bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan, meşek girseyî li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina berdewamiya sîstema îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Saziya Malbatên Şehîdan meşke girseyî li dar xist. Meş ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û nêzê navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê veghurî mitîngê.

Bi sedan ji şêniyên kantona Cizîrê tevlî meşê bûn, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û drûşmeya“Azadiya Rêber Ocalan kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e, Azadiya Rêber Apo Azadiya Me Ye” hildan.

Piştî meş gihaşt nêzî navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê sekinîn.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mesûm Hesen axivî û wiha got: “Ji bo civakek xwedî îrade, nasname, hêz û rêxistinkirî, Rêber Apo ji bo me berxwedan û têkoşînê dike. Her çiqas em çalakî û xebatan bikin jî, lê li hember keda Rêber Apo ya ji bo civakeke azad wê qels be. Dewleta Tirk dixwest di Îmraliyê de dawî li netew, ziman û çanda kurdan bîne, lê Rêber Apo berê wê guhert aliyekî din, Îmralî îro bû cihê rastî, demokrasî û bratiya gelan.”

‘Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin’

Mesûm Hesen bal kişand ser banga Rêber Apo ya aştiyê û wiha berdewam kir: “Banga Rêber Abdullah Ocalan banga aştiya hemû gelan û çareseriya doza kurdî di herêma Rojhilata Navîn de ye, bêdengiya cîhanê û dirûtiya wê li hember girtina Rêber Apo domandina komployê nîşan dide, eger hêzên cîhanî û dewleta Tirk niyeta wan ya çareseriyê hebe divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. Rêber Apo bi raghandina pêvajoya aştiyê xwest rê li ber kuştin û penaberiyê bigre, divê gelê herêmê û navnetewî bi giştî piştgiriyê bidin peyama rêber Abdullah Ocalan.”

Di dawê de Mesûm Hesen bi navê gelê kantona Cizîrê bang li cîhan, hêzên navnetewî, komîteya CPT û hemû kesên eleqdar kir ku gerek mudaxeleyek acil çêbe û deriyê Îmraliyê bê vekirin ji bo çareseriya dozên hemû gelan û di serî de pirsgirêka gelê kurd bê.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.