Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Giringiya parastina hunera karê destan

06/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Giringiya parastina hunera karê destan

????????????????????????????????????

Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Çanda karê destan ên kevneşopî wekî huner û jêhatîbûna ku ji hêla esnafan ve di çêkirina tiştên cûrbecûr de bikaranîna amûrên ku li hawîrdora herêmê de peyda dibin têne çêkirin. Di nav van pîşeyan de cûrbecûr pîşesazî yên wekî tevn çêkirin, xemilandin, kulav, çêkirina amûran, çêkirina zêran û yên din hene.

karê destan ên kevneşopî ne tenê jêhatîbûn an jî pîşe ne, lê îfadeya nasname û mîrasa çandî ye ku bi nifşan re derbas dibe. Ev huner komeke berfireh ji çalakiyan vedihewîne, ji bo afirandina hilberîna bêhempa yên ku di jiyana rojane de têne bikar anîn û kevneşopiyên civakê nîşan dide, jêhatîbûna destan û derûnî hewce dike.

Karên destan ên kevneşopî vedigere hezarê salan, ku beşek ji jiyana rojane ya her civakê bû. Her pîşeyek kevneşopî û baweriyên civakê nîşan dide û bi şêweyek ji şêweyan serbilindiya netewî nîşan dide.

Girîngiya hunerên destan

Hunera destan ji çend aliyan ve girîngiya xwe derdikeve pêş, ji aliyê aborî ve di peydakirina derfetên kar û bilindkirina asta jiyanê de rolek girîng dilîze.

Nirxa aborî: Li gorî lêkolînan, bazirganiya cîhanê ya hunerên dest dikare bigihîje zêdetirî 100 milyar dolarî; Ev tê wateya ku ev huner dikarin ji bo welatan bibin çavkaniyek mezin a debara jiyanê. Xurtkirina nasnameyê: Hunerên destan di serdema gerdûnîbûnê de alîkariya parastina mîrata çandî û bilindkirina nasnameya neteweyî dike, ji ber ku hilberên destan dikarin bibin sembola nûbûnê.

 Mînakên hunera karê destan ên kevneşopî

Hunera destan ên kevneşopî komeke berfireh digre nava xwe û her herêmek ji ya din cuda ye, ku cihêrengiya çandî nîşan dide.

Qamîş: Di çêkirina şelik û mobîlyayan de tê bikaranîn. Ew bi gelemperî şêweyên tevlîhev û xweşik hene.

Kêlkirin: Kêlkirin yek ji karên destan ên herî navdar e, têlên hirî an pembo ji bo çêkirina cil û berg û kelûpelan tê bikaranîn.

 Perwerdehiya hunera destan

Bi pêşketina teknolojiyê re, bi saya hebûna çavkanî û kursên di riya enternêtê fêrkirina hunera destan ji her demê hêsantir bûye.

Dersên di riya enternêtê têne dayîn: Platformên hînbûna elektronîk dihêle ku cûrbecûr esnafan bigerin, ji tevnvaniyê bigire heya çêkirina kelûpelan; Ya ku fêrbûna wê ji kesên eleqedar re hêsan dike.

Atolyeyên Herêmî: Mirov dikare beşdarî atolyeyên herêmî bibin ku rasterast ji esnafên jêhatî fêr bibin.

Hunerên destan ên kevneşopî beşeke girîng a mîrateya çandî û nasnameya neteweyî ye. Bi piştgirî û perwerdekirina nifşên paşerojê, em beşdarî parastina mîras û pêşvebirina vejena aborî dibin. Veberhênana li karên destan ne tenê hilbijartinek e, ew erkek e ku bi riya wê çandên cihêreng ên cîhana me ya îro were parastin. Her berhemekê destan çîrokek heye ku bêje û dîrokekê tomar bike, ku hunerên destan ji bo parastina bîr û çanda me ya kolektîf dike amûreke girîng.

Hunera destan nasnameyeke çandî ye

Hunera destan her dem neynika ku nasname û çanda gelan nîşan dide. Hunera karê destan ne tenê karekê destane, lê ew hunereke temsîla dîrok û çanda her netewekî dike, her perçeyek ku bi destan hatiye çêkirin di nava wê de çîroka gelê wê heye, adet û dema wan ya berê dide nasîn. Karê destan ne tenê ji bo xurtkirina nasnameya çandî ye, di heman demê de ji bo piştgiriya aborî jî îmkanên rastîn dide me ku em bigihîjin dahata domdar, derfetan ji ciwanan re biafirînin û civakan geş bikin. Her hunereke kevneşopî çîroka têkoşîn û dijwariyê vedibêje, serkeftina wê tê wateya xurtkirina aboriya neteweyî.

Di hunerên destan de nûbûn û afirînerî

Karên destan ne tenê li ser şêwaza kevneşopî sînordar e, di heman demê de li ser nûbûn û afrîneriyê jî ne. Ya ku wê ji pîşesaziyên din cuda dike ev e. Karên destan cihekî dide me ku em afirîneriyê bê sînor diyar bikin. Ew ne tenê hilber in, lê karên hunerî yên enternatîfin ku behsa hezkirina karê destan dikin.

Parastina mîrata çandî

Gelek deng ji bo parastina hunerên destan weke mîraseke çandî ya ku baldarî û lênêrînê hewce dike bang dikin. Parastina hunerên destan parastina ruhê mîrat û nasnameya çandî ye û her hunereke ku winda bibe beşek ji dîrok û bîranînê ye ku divê em di dilê xwe de zindî bihêlin.  

Hunerên destan ji karên hunerî û pîşesazî wêdetir, kûrahiya çandî û dîrokî ya gelan temsîl dike. Bi saya wê, em dikarin fam bikin ku mirov ji ku hatine û çawa diiyan? Wiha; Divê em berdewam van huneran binirxînin û ji bo parastina wan hewl bidin, da ku berdewamiya mîrasê ji bo nifşên pêşerojê misoger bikin. Gotina navdar “mîrata zindî ew e ku tê kirin û berdewam kirin” nîşaneya rastiya hunerên destan û banga parastina wan e.

Girîngiya karê destan ên kevneşopî

Ji aboriyê bigire heta nasnameya çandî, hunerên destan ji gelek aliyan ve girîng in. Derfetên kar: Ji gelek karkeran re fersendên kar peyda dike, ku ev yek dibe sedema pêşveçûna aborî. Jin li gundan dikarin bi van huneran debara xwe ya jiyanê bikin.

Zehmetiyên li pêşiya hunerên destan ên kevneşopî

Heya niha, hunerên destan ên kevneşopî bi çend astengiyan re rû bi rû dimînin ku bandorê li hebûn û berdewamiya wan dike.

Tunebûn: Bi derbasbûna teknolojiya nûjen re, ji ber kêmbûna eleqedariya nifşên nû hin hunerên destan ji holê radibin û têne ji bîr kirin.

Kêmbûna perwerdeyê: Gelek esnafan ji ber nebûna bernameyên perwerdehiyê zehmet dibînin ku jêhatîbûna xwe bigihînin nifşê pêş.

Hunerên destan ên kevneşopî beşeke girîng a mîrateya çandî û civakî ya jiyana me ne. Divê em ji bo parastina vê mîrateya dewlemend, bi piştgiriya kesên ku çanda karê destan dikin û hînkirina nifşên nû. Hunerên destan ne tenê kar in, lê çîrokên ku dîroka gelan vedibêjin û ruh û afrîneriya wan vedihewîne ne. Di cîhana me ya nûjen de, divê em zanibin ku parastina hunera karê destan ji bo misogerkirina domdariya nasnameya xwe ya çandî û mîrateya dewlemend pêdivîyek e.

Post Views: 125
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.