Can Yûsif
Hunermend Ebdo Elanê Bilbil ê strana foliklora Botanî. Muzîk û strana Kurdî ya foliklorî mîrateyek e ku pêşî li qirkirina miletê kurd û tunebûna wê digire, tevî siyasetên ku welatên dagirkir ên li ser Kurdistanê ji bo tepisandina gelê kurd û çewisandina nasnameya wê ya çandî û neteweyî û qedexekirina zimanê wê li Sûriye û welatên herêmê, ne tenê wiha jî, herwiha astengî ji belavkirina stranên wê re jî çêdikirin, lê zimanê kurdî karî zindî bimîne û were bikaranîn bi xêra muzîk, stran û folklora kurdî ku roleke girîng lehîstin di parastina mîrateya çandî, nasnameya neteweyî û zimanê kurdî de ji wendakirin û tunekirinê.
Hunermendên Kurd di rêya stranên xwe û hilbijartina helbestên xwe de roleke bingehîn di parastina nirxên miletê kurd de lehîstine, herwiha wan roleke girîng lehîstin di têkçûna hewildana qirkirina gelê kurd de, di nav wan hunermendan de bestekar, stranbêj û hunermendê kurd Ebdo Elanê ku mîrasa kurdî û zimanê Kurdî bi riya stranên xwe yên bedew û awazên xwe yên şêrîn parastiye û piraniya jiyana xwe di ber strana Kurd û pêşkeftina wê de terxan kiriye .
Hunermend Ebdo Elanê torînê malbateka kurd ya hunerhez û welatparêz e, navdarê li herêmê ku ji hunera Kurdî ya resen, ji kêf û şahiyên kurdî hez dike, koka wan ji Cizîra Botan li Bakurê Kurdistanê (Deşta Lala) ye, û ew lêxistina amûrên mûzik û stranbêjiyê ji bav û bapîran disipêrin û hûn hunera xwe bêyî rawestandin berdewam dikin heya roja me ya îroyîn.
Hunermend Ebdo Elanê ew yek ji stûnên strana Kurd ya foliklora Botan î tê hesibandin, herwiha yek ji şervanên dêrîn ê serdema bedew e, ku gelek fedekarî kir û ji me re ev mîrata kurdî ya gewre pêşkêş kir, da ku zimanê me yê Kurdî di nav pêlên stran û awazên xwe yên bedew de veşêre.
Hunermend , bestekar û dengbêjê kurd Ebdo Elanê, di sala1941’an ji dê û bavekî kurd (Ehmed Elanê û Bedra Seyîd) û di nav malbateke kurdperwer a welatparêz û perîşan, heskerê huner, stranbêjî û foliklora kurdî li bajarê Cizîra Botan, dergûşa helbest û wêjeya kurdî û cîwarê mîrekên Kurd, bajarê Bedirxaniyan û mele Ehmedê Cizirî, keleha evînê Mem û Zîn hatiye dinyaye.
Malbata wî neçar ma ku di destpêka salên çilan yê sedsala borî de ji Cizîra Botan derkeve û koçî bajarê Dêrika Hemko bibe ji ber mercên jiyanê yên dijwar, şertên darayî yên wan ên xirab, û zextên dewleta Tirk li ser gelê Kurd, di wê demê de.
Di dema xwedêdana wî de dayîka wî jiyana xwe ji dest dide û ew sêwî di bin rehma jinbava xwe de dimîne, hîn di ciwaniya xwe de di kar û barên zehmet de dixebite ji bo dabînkirina debara jiyana malbata xwe û pêkanîna pêdiviyên wan .
Meylên xwe yên hunerî û hezkirina wî ji bo stranbêjî û muzîka kurd di temenek piçûk de hîn di sêzdeh saliya temenê xwe de destpê dike, di bin bandora bavê xwe Ehmed Elanê de ku sazvanekî xurtbû li Zirnê û Tembûrê dixist û dizanî gelek rengê stranên kurdî bistirîne mîna (peyîzok , serêlî, Lavij û Heyranok ) û herwiha apê wî hecî Reşîd Elanê jî bi vî rengî distirand û li tembûrê dixist û gelek stranên wî yên tomar kirî di kasêtan de hene, ew li ber destê bavê xwe Ehmedê Elanê fêrî stranbêjiyê bûye dema ku bi wî re diçû dawet û şevbuhêrkên hunerî, û hîn di ciwaniya xwe de ew fêrî lêxistina amûra Cimbişê bû ku bala herkesê derdora xwe kişande ser xwe bi saza xwe ya xweş û dengê xwe yê şêrîn ku ketibû kûrahiyên giyan û hestên mirovan de, gewriya wî ya zêrîn bedewtirîn stranên foliklorîk diqêriya di aheng û dîlanên gelêrî ku li Dêrika Hemko û gundewarên wê digeriyan.
Hunermend Ebdo Elanê bi du jinan re zewiciye û xwedan 7 zarok e, (hunermend Elî Elanê û sê keç ji jina yekemin û hunermend Rakan Elanê û du keç ji jina duyemin)
Kariyera wî ya hunerî di destpêka salên şêstan ên sedsala borî dest pê kir û stêrka wî di warê huner û saz û şahiyên kurdî de çirisî û derbasî cîhana stranbêjî û hunerê bû di aheng û dawatan de, gund bi gund û dawet bi dawet û ji welatekî ber bi welatekî û pir dirêj nekir heta ku ew ji cihê herêmî derket da ku derbasî hemû deverên Kurdistanê bibe .Hunermend Ebdo Elanê mîna hemû hunermendên Kurd jiyana hejarî, nebûn û belengazî jiyaye,wî jiyana xwe di navbera çûn û hatin û rêwîtiya ku di navbera bajarê Dêrik, Zaxo, Mûsil û Bexdayê de derbas kir ji bo lidarxistina konser û dewatan û stranên xwe li radyoyên Kurdî tomar bike ji bo dabînkirina debara jiyana zarokên xwe.
Zîrekbûna hunermendê Kurd Ebdo Elanê di lêxistina amûra çimbişê de hîn dema zarokatiyê de destpêkir bû, herwiha ew jêhatîbû di lêdana kemançe, tembûr û zirnê de jî, di gel dengê xwe yê xweş û zîz, ew yek ji hunermendên yekemîn bû ku konser û aheng li herêma Dêrika Hemko bi rêvedibir û divejand, û di dawet û cejnên neteweyî yên gelê Kurd de distirand, girseyî gel têkiliya xwe pêre kir û pêve hate girêdan li seranserê Kurdistanê.
Serbora (tecrubeya) hunermend Ebdo Elanê tenê bi sazvanî û stranbêjiyê sînordar nema , lê wî piraniya stranên xwe dinivîsand û awaz dikirin, di heman demê de stranên wî jî bi dildarî û hezkirinê û rihê welatparêziyê ve dihatin destnîşankirin.
Stranên wî diyarbûn bi hêsaniya peyvan û şirîniya awazan ve, ew ji zêdetirî ji çil salan di pêşxistina muzîka kurdî de dixebitî, ji bilî ku li cem wî şiyanek hebû ku dikarî di demek kurt de hejmarek helbest binivîsîne û stranan berhev bike û awazan çêbike û wan bigihîne dilê girseya gel, herwiha strana kurdî pêşbixe û parastina mîrateya strana kurdî ya devikî bike, wî sêzdeh kasêt tomar kirin û bi qasî 140 stranên wî yên tomarkirî hene, piraniya wan ji gotin û awazên wî ne, û ji stranên wî yên herî navdar evin:
1-Tuyî sebre ber vî dilî
2-Narînê
3-Rihîmê –
4-Cîranê.
5-Wa çav reşa min
6- Emîna
7-Miryemê
8- Ciwan û ciwan.
9-Mizgînê
10-Bese bindestî.
Herwiha wî helbestên neteweyî jî dinivîsandin û bi dehan stranên neteweyî û folklorîk ên Kurdî gotine û pesnê sembolên kurdistanê kiriye bi taybetî li ser nemir Barzanî, şehîd Leyla Qasim, û serpêhatî û trajediyên ku li ser Kurd û Kurdistanê hatine kirin strandiye. Hunermend Ebdo Elanê yek ji pêşengên strana gelêrî (Hunera Botanî) tê hesibandin û wî gelek stranên gelêrî nûvejandine û pêşve xistine mîna (Dar hejîrokê – Were were Esmer xan – Yela cîran – Ez xelefim ….h.d) Gelek hunermendên Dêrikê ew mîna pêşeng û mamosteyê xwe di huner, sazbendî û stranbêjiyê de didîtin, wan ew wekî referansek (lêvegerek) ji bo hunera Botanî di warê resenî, awaz û rewahê (edayê) de ji bo xwe didîtin, wekî (hunermend Cemal Sadûn, Elî Elanê, Hejal Elanê, Rakan Elanê, Eyşa Serdar Elanê û xeynî wan jî ji hunermendan)
Têkiliyên wî yên germ bi stêrên hunera Kurdî re li asta Kurdistanê hebûn û herwiha ew bi gelek şehsiwarên hunerê re li ser asta kurdî civyaye wekî: (Mihemed Arif Cezrawî, Aram Tîgran, Eyşeşan, û Meryem Xan…. h.d)
Ji hunermendên Ereb jî (hunermend Ferîd Etreş, Semîra Tewfîq û Sebah re ) civyaye.
Wî bi gelek hunermendan re di şevbuhêrkên stranbêjiyê, aheng û helkeftên neteweyî de stran gotine mîna hunermend (Isa Berwarî, TehsînTaha, Erdewan Zaxoyî, Mihemed Teyib Taher, Saîd Gabarî, Saîd Yusef, Ehmedê Kinê, Mehmûd Ezîz Şakir û bi gelek hunermendên din ên Kurd re stran gotine) Radyoya Bexdayê ji çar caran bêtir ew kiriye mêvanê xwe, herwiha Radyoya Yêrîvanê bi wî re gelek hevdîtin û hevpeyivîn pêk anîne û di destpêka salên heftiyan de çûye Libnanê û beşdarî ahenga Newrozê bûye, û herwiha ew beşdarî gelek konser û dawetên gelêrî li bajarên Bakurê Kurdistanê bûye.
Ew rastî hezkirina xelkê bajarê xwe Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê û miletê Cizîra Botan bi hemû pêkhate û ayînên xwe ve hate, ji ber guhpêdana wî ji stranên neteweyî û folklorîk re, di gel şêwaza wî ya Botanî, û awazên wî yên balkêş û dengê wî yê xweş yê çiyayî, gelek hunermendan stranên wî di konser û dawetan de gotine herwiha pir ji hunermendên kurd zarvekirine û ji wî bi bandor bûne û ji xwe re wekî dibistanekî dîtine ku li pey wî bişopînin.
Ebdo Elanê yek ji hunermendên Kurd ên nûvekar tê hesibandin ku cewherê strana folklorî ya kurdî bi destpêdanên nûjen, ku tevliheviyek ji strana balkêş û hezkirî diafirîne .Di encama mercên jiyanê yên dijwar û mercên wî yên malbatî yên taybet de, wî dev ji bajarê Dêrikê berda û di dawiya sala 1986’an de berê xwe da dergûşa xwidêdana xwe (Cizîra Botan) û li wer bi cih bû heta ku cû ser dilovaniya xwe. Ew di serê sibeha roja19/3/1995’an de dûrî dilbera xwe Dêrika rengîn, termê wî li bajarê wî Cizîra Botan ku lê hatibû dinyaye hate oxir kirin, piştî ku mîrateyek hunerî ya dewlemend li dû xwe hişt, ku veguhêriye dibistanek ji stranbêjiya Kurdan re, ku bandora xwe li nifşên stranbêjên Kurd kiriye, û ew stranên wî yên ku navdar bûne li piraniya herêmên Kurdan dibêjin. Ew bi laşê xwe dûr kete, lê ew di dilê heskiriyên xwe de herdem hazire û zindî maye di bîrdanka huner û stranbêjiya kurdî de û dengê wî hîn jî li seranserê Kurdistanê vedide, navê wî, dengê wî û hunera wî dê di hişên gelê Kurd de li hemû perçeyên xwe bimîne, û ew ê wî bibîr bînin, û stranên wî dê werin veguheztin ji nifşekî ta nifşê din, her çiqas dem û dewran sere bibore .
Li seranserê kariyera xwe ya hunerî, ewî ji 200 stranan zêdetir çêkiriye û strandiye, li ser eşq û evînê, li ser welat û mijarên din ên ku wijdana guhdaran û girseya gel dilepitînin .Stranên wî serxoşî û germahîk têxê giyanan û keyf û şahiyê têxe dilan.
Bi çûyîna hunermendê kurd Ebdo Elanê, rûpelek geş ya hunera resen a kurdî tê miçandin, lê stranên wî û muzîka wî di bîranîna gelê kurd û mîrasa kurdî de her û her sax bimînin. Rehmet û mandarî ji giyanê wî re û ji mîrateya wî ya hunerî re mayînde û domdarî.