Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Spor ji bo min xweşbûna jiyanê ye’

06/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Spor ji bo min xweşbûna jiyanê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilovan Kêfo / Amûdê

Lîstikvana futbolê Helez Hacî diyar kir spor ji bo tendirustiya mirov xwedî girîngiyeke pir mezin e û wiha got: “Bi rêya sporê pergala berevaniya laşê mirov bihêz dibe û di milî derûnî de jî mirov rehet dibe.”

Piştî şoreşa Rojava jinên ciwan di qada sporê de bi awayekî aktîv cihê xwe girtin û qada spora jinan heêmê pêş xistin. Yek ji jinên ciwan ku di qada spora jinan de xwe daye isbatkirin, lîstikvana futbolê a ji bajarê Dêrikê Helez Hacî ye.

Helez Hacî ji temenê 12 salî ve ji futbolê hezkiriye û dest bi lîstina futbolê kiriye. Di destpêkê de wê li dibistanê dest bi fêrbûna futbolê kiriye. Roj bi roj asta wê pêşketiye û ew tevlî gelek tîmên futbolê yên li Dêrkiyê bûye û niha ew lîstikvana yaneya Asayîşê ye.

Derbarê mijarê de lîtkvana futbolê Helez Hacî ji rojnameya me re axivî û wiha got: ” Di warê sporê de malbata min pir piştgiriya min kir, lê tişta ku mirov xemgîn dike, heta niha jî zihniyeta ku dibêje spora futbolê tenê ya mêran e nehatiye guhertin. Lê min bi israr û hezkirina spor tevahî nerînên neyênî derbas kirin û roj bi roj serkeftinan di warê sporê de bidest dixim. Tu carî moralê min kêm nebû.”

Helez Hacî wiha domand: “Têkilyên min bi hevalên min re pir baş e, em mîna malbatatekê ne, em hemû ji bo yekî ne û yek ji bo hemûyan ,e hêza me bi yekîtiya me ye, dema ku ne aramî di nav tîmê de çêdibe em bi hezkirin û yekîtiya xwe hemû tiştî çare dikin, ya herî girîng ku em hertim bi yek rihê lîska xwe dikin.”

Lîstikvana futbolê Helez Hacî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Lîstikvanên jin heta ku karibin pêşbikevin, pêwîs e kedê bidin û xwedî îradeyeke xurt bin. Bi hezkirin û vînê tevahî astengî derbas dibin. Dema ku ez dest bi lîstina futbolê dikim, destpêkê ez ji xwe re dibêjin, ez bihêz im û  ez ê biserkevim. Hêviya min ku ez li ser asta cîhanê bibim lîstikvaneke navdar û her kes min nas bike. Xeyalên min ew e ku ez di warê sporê de hedem serkefî bim û  her kes ji min hez bike. Bi ked û israre tiştek nemumkin tune ye.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.