Ayşa Silêman/ Dêrik
Hevserokê komîteya Çandinî û sewaldariyê ya bajarê Dêrikê Selah Hemze diyar kir ku di van salên dawî de rewşa avhewayê li seranserê cîhanê hatiye guhertin û bi taybet îsal. Lewma baran kêm e û di dema xwe de nabare. Ji ber wê çandinî bêberhem bû ye, sal hişk û ziwa derbas dibin.
Berhemên sereke ku di vê herêmê de tên çandin Genim, ceh û nîsk e. Herwiha rêjeyek kizbera, nok, kemûn û reşreşkê jî tê çandin. Lê îsal ji ber barana kêm tevahî cureyên çandiniyê zerareke mezin dît û saleke hişk û bê berhem e.
Di derbarê rewşa çandiniyê li herêmê Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya bajarê Dêrikê Selah Hemze ji Rojnameya me re axivî.
Rewşa zeviyan
Salih Hemze da zanîn ku îsal saleke cûdaye ji salên borî, ji ber ku di vê sale de baran kêm bariya û wiha got: “Berî çend salan du salên Ziwahiyê di ser me re derbas bûn, lê ne wek îsal bûn. Wê demê baran destpêkê baş bariya gihişt nêzî 250 M baran heya meha Adarê û êdî nema bariya. Lê îsal ji destpêkê ve cihê ku baran lê hatiye negihiştiye 100 M tişta di bin erdê de jî nederket bi vê kêm bûnê. Zeviyên di aliyê sînor de yên li ber ava mezin hinekî şîndaye û rewşa wan baştir e, lê demên bê de dema pêla germahiyê zêde bibe û baran newê rewşa wan jî wê ber bi nebaşiyê ve here. Zeviyên ne avî wê îsal nebin, lê zeviyên avdayî nêzî 10 hezar donimî li cem me heye rewşa wan baştire.”
Kar û xebatên komîteya çandiniyê
Hemze diyar kir ku qomîteya çandiniyê dibe gelek beş û wiha got: “Beşê hilberîna sebzeyan heye ev beş ji destpêka salê rêxistina çandiniyê dike, di heman demê de rixseta çandiniyê ji bo cotkaran çêdike û li gor rixseta çandiniyê tov û semadê em didin. Kesên ku cenetor bikar tînin li gor rixseta çandiniyê mazotê distînin. Komîteya Tesbîtkirinê derdikeve nav zeviyan kesê ku cenetor bikar nayînê em mazotê nadin wan. Beşa parastinê nexweşiyên ku derdikevin û ew rewşa çandiniyê dişopîne. Beşê sewaldariyê her meh nêzî 400 ton nixal em belav dikin ji bo sewalan, ji destpêka salê ve me gelek derman belav kirin yê nexweşiyên wek tebeg û şerhrî ketinê. Nexweşiya tebeg di herêmê de belav bûye û ev bandor li sewalan kir bi taybet yên nû çêbûyîn gelek ji wan mirin. Beşê çavkaniyên avê, di herêmê de 3 bendav hene, lê ji bo kêmbûna baranê di van bendavan de kêm av maye, ev beş rixsetan çêdike ji kesên ku bixwaze bîran bikole yan jî bîra xwe paqij bike, lê kesê ku bixwaze bîrê bikole pêwîste zeviyê wî nekêmî 60 donimî bê. Beşê zeviyên milkê giştî jî heye ev zevî girêdayî saziya me ne û ev beş bi awayekî rasterast li ser wan disekine, ji ber kêmbûna baranê me jî dest bi avdaniyê kiriye, 5 cenetorên me di herêmê de hene û avdaniyê dikin. Beşê zeviyên xwezayî rûbera darên çandî têde nêzî 600 donimî ye, hemû cûreyên daran têde çandine. Bexçeyekî me yê biçûk hebû dar kêm bûn têde, niha me zêdeyî 30 hezar qelem têde çandiye da ku em hinekî berfireh bikin.”
Astengiyên derdikevin
Hevserokê Qomîteya Çandinî û Sewaldariyê ya bajarê Dêrikê Selah Hemze axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Di heman demê de pirojeya pêşiya me û ya ku me dest pê kiriye jî çandina darên zeytûnaye û em ê 5 hezar û 500 darî biçînin, heya niha me 2 hezar dar li Dêrikê çandine û 3 hezar û 500 darên din nêzî gundê Zixatê li wir wek pirojeyeke me heye û em ê biçînin. Astengiyên ku derdikevin pêşiya me ku di salên wiha ziwahî de mazot zû nayê ji bo cotkaran, heya niha me mazotê li ser du qonaxan li van cotkaran belav kiriye, di her qonaxekî de me zêdeyî 900 hezar litir belav kiriye. Di heman demê de gelek caran pêdiviyên ji bo çandiniyê dereng dimînin heya ku dighêjin nav destên me. Hêviya me ew e ku em bikaribin xizmeta cotkaran bikin û pêdiviyên çandiniyê di dema wê de peyda bikin.”