Esma Mistefa/Qamişlo
Rêjîma Îranê di siyaseta işkence, binçavkirin û darvekirinê de gihîştiya lûtkeyê. Di cîhanê de Îran yek ji dewletên herî zêde ku biryarên darvekirinê dibire û pêk tîne. Bi taybet ev siyaset herî zêde li ser gel û jinên Kurd tê pêkanîn. Çalakvanên Kurd Pexşan Ezîzî û Werşîn Mûradî ku bi tewanên dijmirovahiyê hatine girtin, vê rastiyê piştrast dikin.
Di cîhanê de, rêjîma Îranê yek ji dewletên herî zêde zextê li ser gel pêk tîne. Ew vê yekê jî bi riya sîstema darvekirinê pêk tîne. Cezayê darvekriinê li Îranê tundtirîn cezayê girtîgehê ye ku dikare li ser tawanbarên tawanên “giran” li Îranê were sepandin. Tê de sûcên ku bi darvekirinê tên cezakirin e.
Îranê di sala 2015’an de herî kêm 977 kes darvekirin, di sala 2016’an de herî kêm 567 kes darvekirin[6] û di sala 2017’an de jî herî kêm 507 darvekirin pêk anîne. Hêjayî bêrxistinê ye ku li gorî rêxistinên mafên mirovan, tê bawerkirin ku Îran li gorî serjimariya welatiyan, zêde cezayên darvekirinê pêk tîne. Hejmara darvekirinan di sala 2023’an de ji sala 2015’an vir ve herî zêde hatiye tomarkirin û li gorî sala 2022’an ji sedî 48 zêde bûye û duqat ji sala 2021’ê zêdetir e. Ji destpêka meha Çile û heta 20’ê Adara 2024’an herî kêm 95 kes hatine darvekirin.
Yên herî zêde rastî cezayên arvekirinê tên
Di Îranê de yên ku herî zêde rasî cezayên darvekirinê tên, kesên ku ji ber sûcên narkotîkê (madeyên hişbir) hatine mehkûmkirin, xwepêşander, dijberên siyasî û endamên pêkate, bawerî û netewên cudayî dewletê. Bi taybet ev biryar li hember kesên ku dixwazin serî li hember rêjîma faşîst a Îranê rakin; bi dijwarî tê ferizkirin. Ev yek jî siyaseta hikumeta Îranê a ku rê li hember mafê mirovan venake û tundiya ku li ser gelan tê pêkanîn piştrast dike.
Serhildana Jin Jiyan Azadî
Piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li ser destê polîsên exlaqê ku bê sûc û bi tewanên derew hate şehîdxistin, bi pêşengtiya jinên Kurd û jinên Îranê yekem car serhildaneke dîrokî bi silogana “Jin Jiyan Azadî” ya ku di navbera Îlon û Kanûna 2022’an de dest pê kir. Li hember destdirêjî, tundî, tewanên li ser jinan û sîstema li Îranê tê lidarxistin. Bi vê yekê re hemû jinên cîhanê hevgirtina xwe bi jinên li Îranê re li dijî tundiya li ser jinê raber kirin. piştî serîrakirina li hember sîstema faşîst a dewletê. Hikumeta Îranê bi hezaran jinên xwendekark, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û xwepêşender ji hemû pêkhateyan binçavkirin û li gelek jinan cezayên darvekirinê birî. Ku piştî serhildanê Rêxistina Efûyê a Navneteweyî diyar kir ku hejmara darvekirinên di sala 2023’an de ji sala 2015’an û vir ve herî zêde ye ku hatiye tomarkirine.
Hejmarên bidarvekirinên ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hatine tomarkirin hejmarên herî kêm in, û rêxistin di wê baweriyê de ye ku hejmara rastîn ji vê zêdetir e.
Cezayên darvekirinê a Pexşan Ezîzî û Werşîn Mûradî
Dadgeha Bilind a Îranî biryara darvekirinê ya li hember her du çalakvanên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, bi sûcdariya serhildana çekdarî li dijî dewletê û girêdana bi komên dijber ve. her du çalakvanên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, bi sûcdariya serhildana çekdarî li dijî dewletê û girêdana bi komên dijber ve. Her du çalakvanên Kurd rastî êşkenceya fîzîkî û derûnî hatin. Di heman demê serdanên malbatên wan jî qedexe kirin û destûr nedan ku ji wan re parêzerek bê girtin da ku wan biparêze.
Rojnameger û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê da. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di destpêka Çileya 2025’ê de cezayê darvekirinê erê kir.
Pexşan wek çalakvaneke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikir û piştgiriya keçikên ku ji DAÎŞ’ê dihatin rizgarkirin, dikir. Werîşe jî wek çalakvanekê di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtibû, li hember terora DAÎŞ’ê berxwedaneke bêhempa dikir.”
Werşîn Mûradî di 1’ê Adara 2023’an li sine hate binçavkirin. Her wiha cezayê darvekirinê a Warşîn Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16‘ê Hezêran û di 4’ê Cotmeha 2024’an de hatibû dîtin bi fermi ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
Kampanya Azadî ji bo Werîşe Mûradî derbarê rewşa tenduristî ya Werîşe Mûradî agahî da. Hat ragihandin ku rewşa Werîşe Mûradî ya li Girtîgeha Evîn tê ragirtin xirabe, rê nayê dayîn ku bê dermankirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi hezaran ji siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr, xwepêşenderên kurd û jin li Îranê bi darvekirinê jiyana xwe ji dest dane.