Hêvî Keleş/ Qamişlo
Bi awayeke herî rêxistinkirî û xweser bingehê artêşbûna jin bi PKK’ê re hatiye avêtin. PKK di sala 1978’an de li gundê Fîsê yê Lîceya Amedê hate damezrandin. Di damezrandina PKK’ê de Sakîne Cansiz û Kesîre Yildirim cih digirin. Beşdarbûna jinan di nava damezrandina PKK’ê de ji bo jinên Kurd dibe destpêka serdemeke nû ya zêrîn.
Jin ji dema şerê çekdarî ya PKK’ê heya niha cihê xwe di nav de digirin. Di komên destpêkê yên derketin çiyayên Kurdistanê de cih girtine û niha hejmara wan gihîştiye bi hezaran. Di vê oxirê de bi hezaran şehîd dane. Weke şehîda yekemîn a têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Besê Anûş tê zanîn. Lê weke şehîda fermandar a Gerîla ya yekemîn jî Xanim Yaverkaya tê zanîn. Jin ji salên 1980’î heya sala 1993’an hem di nava şer de cih digirin û di asta fermandariya şer de cihê xwe digre. Piştî Bêrîtan (Gûlnaz Karataş) di sala 1992’an de li Xakûrkê di şerê xiyanetê de li dijî teslîmiyetê çalakî kir û gihîşt şahadetê, hîmê artêşbûna jin a di nava PKK’ê de tê avêtin. Salek piştî şahedeta wê, di sala 1993’an de gav ber bi artêşbûna jin ve tê avêtin. Ji wê demê ve yekîne, tabûrên xweser ên jinan çêdibin. Jin dikarin di asta jor de fermandariya şer bikin. Ev 30 salin artêşa jin têkoşîna li hember xiyanetê dewam dikin. Di avabûna artêşa jinê de, Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê di kesayeta şehîd Bêrîtan de xeta berxwedanê didomînin û li pey şopa wê dimeşin.
Piştî ku beşdariya jinê zêde bû, pêwîst bû ku artêşbûna jinê bê avakirin.
Ji destpêkê heta salên 90’î beşdarbûna jinê hebû, lê di aliyê naverokê de pir ne li pêş bû, di salên 90’î de vê pêwîstiyê xwe zêdetir sepand. Bi ceribandinên têkoşîn û pirsgirêkên derdikevin pêş re, ev pêwîstî hîn zêdetir zelal bû. Lê kiryarên derketin pêş û tiştên hatin jiyîn derxist holê ku avabûna rêxistina jin a bi hêz û cewherê jinê gengaz e. Bê guman beriya artêşbûnê jî hejmarek zêde ya hevalên jin beşdarî tevgerê bibûn. Van jinan dikaribûn xwe birêxistin jî bikin, lê rêxistinek fermî nehatibû avakirin. Piştî ku artêşbûyîna jin hat îlankirin, êdî li tevahî qadên gerîla Başûr û Bakur, tîm û mangeyên xweser hatin avakirin û çalakiyên xweser pêş ketin. Arteşbûyîna jin di nava ARGK’ê de gavek pir girîng bû. Nêzîkatiyên feodal ên li hemberî jinê ne tenê di civakê de li tevahî cîhanê hebûn. Şer tenê weke karê mêran dihat dîtin û li gorî wan jinan nedikarin şer bikin. Artêşbûna jin li hemberî vê ferasetê gavek mezin bû, bi vê yekê re hate dîtin ku karê jinê ne tenê zarokanîne. Jin ne tenê di çeperên paş de, dikarin di pêş de şer bikin, bi hêza xwe ya cewherî xwe biparêze, welatê xwe biparêze û pêşengiya afirandina jiyaneke azad bike. Di vê wateyê de salên 90-92’an, salên ku beşdariya jinê zêde dibe ne. Bi vê re beşdariya jinê ya di aliyê naverok û hêjmarê de gihişt astek bilind. Di salên 90’î de beşdariya jinê ya serhildanan û Gerîla hişt ku serketinên netewî zêde bibin. Beşdariya jinê bandor li her kesî kir û vê bi xwe re beşdariyek giştî û xurt ava kir. Van rastiyan bingehê artêşbûna jinê ava kir û pêdiviyek ji bo hêza jinê derxist holê.
Rêber APO: Bêrîtan di rêya azadiyê de xwedî hewldanek mezin bû
Di şerê dijwar ê Başûr ku ji hêla PDK-YNK’ê ve hat pêşxistin, şehîd Bêrîtan bi berxwedana xwe ya mezin bersiv da xeta teslîmkar, di kesayeta şehîd Bêrîtan de li hemberî rastiya dagirkirinê û bangewaziya teslîmiyetê de şehîd Bêrîtan bû jineke pir girîng di dîrokê de û bû sembol, her wiha neteslîmkirina şehîd Bêrîtan bû bigeha avabûna artêşa jin, şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe hêzeke pir mezin da jinan. Her wiha heya roja me ya îro bi sedan jinên ku berê xwe dane şop û çanda Bêrîtanan hene. Lewma ji wê demê ve yekîne û tabûrên xweser ên jinan çêbûn. Damezrandina tevgera jin, di mijara azadiya jin de mohra xwe li binê pêngavên nû da. Li ser vê bingehê di sala 1995’an de pêngavek nû avêt û yekemîn kongereya jinê ya netewî damezirand. Piştî kongereya sêyemîn, di bin sîwana ERNK’ê (Nationale Befreiungsfront Kurdistans) de, Yekîneyên Jin ava bûn. Ev yekîne di sala 1987’an de bi navê YJWK (Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê) xwe bi rêxistin kir. 8’ê Adara 1995′an de YAJK (Yekîneya Azadiya Jinên Kurdistan) hat ragihandin her wiha di 8’ê Adara 1998’an de bi pêşengtiya ‘Jin jiyanê biafirînin’ Rêber Abdullah Ocalan bîrdoziya rizgariya jin ragihand û bi vê re pêvajoyek nû dest pê kir.
Rêber Abdullah Ocalan li ser kesayeta şehîd Bêrîtan wiha got:
“Şehîd Bêrîtan di rêya azadiyê de xwedî hewldaneke mezin bû. Di qada têkoşînê de jî li dijî feraseta ji rê derketî ku xwe radest dikin û xiyanetê hildibêjirin ti carî ji xeta PKK û ji kesayeta sosyalîst tawîz nade. Divê ev kesayet û helwest ji rêzê neyên destgirtin.” Rêber Abdulah Ocalan, ji bo vê têkoşîn û kedê bigîhîne asta herî jor a rêxistinkirî, di sala 1993’an de biryara artêşbûna jin da.
Jinên Kurd di bin banê YJA-Starê de artêşa xwe rêxistin kirin
Artêşa ku bingeha xwe ji çalakiya Bêrîtanê digire, di sala 2004′ an de navê xwe guhert û bû YJA-STAR (Yekîneyên Jinên Azad ên Star). Her wiha rêxistinên ku jinên Kurd di çarçoveya parastina cewherî de ava kirine YJA-STAR, YPJ’ê li Rojava, YJŞ’ê li Şengal, YPS-JIN li Bakur û YJRK’ê jî li Rojhilat in. Asta ku YJA-Starê xwe gihandiyê, asta îradebûna jinên Kurd derdixe pêş. Berxwedana jinan, biryardariya xwe gihandina azadiyê bi rengekî şênber bi Gerîla tê nîşandan. Em dibînin ji dîrokê heta roja îro jî jinên Kurd şagirtên Bêrîtan li her qadê têkoşînê bi rihê berxwedêr yê Şehîd Bêrîtan, bi berxwedanek bê hempa li ser şopa şehîd Bêrîtan têdikoşin. Bi rihê Bêrîtan her roj asta berxwedana xwe bilindtir dikin. Dema em li daneyên dîrokê jî mêze dikin, em dibînin gelek mînakên şopdarên rêya Bêrîtanê navê xwe bi tekoşîn û berxwedana xwe nivîsîne. Navê berxwedana xwe bi tîpên zêrîn nivîsîne, şervanên YJA-Starê li ser şopa Bêrîtan, li hember hemû êrişên dagirkeriyê berxwedanek mezin didin meşandin. Lewma yê ku şopa xwe di dîrokê de hiştiye û pêşengtî kiriye Artêşbûne Jin bû. Jinên Kurd, têkoşîndayîna ji bo azadiya xwe, ji pergala zilamê serdest a desthilat û dewletperest tola xwe hildan xwe pêş xistin, azad kirin, pêşxistina xweparastina cewherî ji cîhanê re bû mînak.